(1)

Delal, hatiye çaxa kêfê, wextê razanê...[i]

 

 

Efrin.net 05. 07. 2005

Ezê herim Mêrdînê sûka xerratan
Textekî ji xwe û delalê dilê xwe re çêkim ji darê çinarê
Ezê bişkok û kumikan lêxim ji kulîlkên vê biharê
Ez û sebra dilê xwe li ser razên heta çaxê bazarê...
 
Ezê herim bajarê sûka necêre
Textekî ji xwe û delalê xwe re çêkim ji kêfê re
Ez û delalê xwe li ser razên ji qayişa cîran û xelkê re...
 
Ezê textekî ji xwe û delalê xwe re çêkim ji darê gulê
Ezê bişkok û kumikan lêxim ji qurnifilê
Ez û delalê dilê xwe li ser razên heta roj sê bejnan,
Sê qaman li me hilê...
 
Ezê textekî ji xwe û delalê dilê xwe re çêkim ji darê karbanê
Ezê bişkok û kumikan lêxim ji hebên mircanê
Emê li ser xaniyan deynin, ezê bêjim:
- Delal! Hatiye çaxa kêfê, wextê razanê...
 
Ezê textekî ji xwe û delalê xwe re çêkim ji dar û beran
Ezê bişkok û kumikan lêxim ji zêrê van kemberan
Ez û delalê dilê xwe tê de razên heta bê ser avê pezê van Koçeran.
 
 

Ji pirtûka (Zargotina Kurdên Sûriyê) ya Celîlê Celîl

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]