Boz Beg
[ Li Zaxo hatiye bihîstin û nivisandin- Berhevoka Socin û
Prym-Petersburg 1887]
Tîpguhastin: Cankurd
Efrin.net 01. 06. 2005
Salig (salik) bi salî di van zemana
Êleg (êlek) giran e çû zozana
Boz begê Qubê seremiyana (serê hemiyane)
God (got): Axa hiye, sed car hiye
Çi cewabekê ji nav malêt (malêd) Kemala hatiye?
Ji Boz begê Qubê ra hatiye.
Boz begê Qubê karê xwe kiriye
Birek suwara haydayî ye
Malêd Kemala birin çûn (çû) bi cerdê ye
Go: Axa hiye, sed car hiye
Ji wê re rabû Dalo Mîrxanê di Kîkiye
Bi nav êlê de ketiye
Pênsed suwarî rum û top jê girtiye
Ji dê û babê xwe diziye
Sadiq axa rum ê giran e
Hêdî hêdî huwîrig (hûrig) hûrig dimeşiye
Meşya (meşa) wan li ser pozêd cezman e
Çû bû pêjya (pêşiya) Dalo di Mîrxan e
Go: Lo Axao, heke tu xeberê min bikî tê vegerî ji nîvê riyane
Go: Ezim Dalo di Mîrxan e
Ez venagerim ji nîvê riyane
Ezê bigirim ser konê Brahîmê di Eslan e
Ew kone konê di mêran e
Ezê zuwal bikim bi şûran e
Ezê jê çêkim e’dilê dewan e
Ezê jê bistînim xerac û bacê di Kîkan e
Go: Axa hiye, sed car hiye
Ji vêrê rabû Dalê Mîrxanê Kîkî ye
Koma Kîka hilaniye
Bi ser terefê Bozo da girtiye
Şerîtê koma (kona) bi şûra qetandiye
Êla va (van) ji binî hilaniye
Axa hiye, sed car hiye
Meşyû (meşî) bû li dor konê di axê ye
Qetandî aliyê di odê ye
Xuşikî bi aliyê di malê ye
Xînga Bozo rabû ji pê ye
Destê xwe avêtî cilawa (lîwana) hespê şê ye
Go: Herê axao, mi pi (bi) te ye tep (te bi) Xwedê ye
Te qetandî aliyê odê ye
Aliyê malê bide xatira min û vê kevnê ye
Go: Axa hiye, sed car hiye
Ji wêrê rabû Dalo Mîrxanê Kîkî ye
Topûz hevêşî (hiwêzî) ji bin qelpûsa zînê kişandiye
Sê topizî ho-lewleb (li dûv yek) pişta kezyê wê xistiye
Mohrîk tev li hestiya ve şikandiye
Zêrê serê wê hilaniye
Guharê guhê wê şexitandiye
Bazinê destê wê şikandiye
Terzê jina li ber peya bûye
Xilxalê piya vekiriye
Dalo Mîrxanê Kîkî suwar bûye
Terş û talan derxistiye
Qîrên bi Kemala ketiye
Xînga Bozo rabûye
Pi (bi) çol û beyarê ra ketiye
Terzî baranê beharê digiriye
Terzî gurê çolê dizûriye
Tozek zirav ji binê berya Mêrdînê rabûye
Xînga Bozo dikit hawar û gaziye
Bozo xînga xwe naskiriye
Zû be zû bi xînga xwe ra gihîştiye
Lolo xîngê vê subhê me bihîstî tu miriye
Mumşeva (mûmê şeva min) mamê Şemdîn vê daniye
Lo mumreşa xalê Ebdî hilaniye
Go: Lo xîngê, tu çima vê dibêjî
Heke ji daw û dewara xwe ne besin,
Mi ji te ra bera qantir di aniye
Go: Yalla Bêyo, yalla Bêyo,
Go: Bozo dibê hîne sed car hîne
Go: Axa hîne, û sed car hîne
Van egîda çarexê Bozo vegirtî kemîn e
Go: Xwezî carek dî li min pêda bûye mamê me Şemdîn e
Go: Lo Homîko tuyî kûrî
Te agir li mala şixulî
Pi (bi) xêr û selamet kekê Bozo vegerît ji vê cerdêo
Min çi kir bû ji helalê xwe,
Ma bikim ji dora heramê xelkêo
Go: Xangê bêje çi qewimî, çi cêriye
Go: Birao, ew Dalo Mîrxano di Kîkî ye
Bi ser terefê Bozo da girtiye
Şerîtê kona bi şûra qetandiye
Birao, êla te ji binî hêlandiye
Go: Birao, hêye, sed car hêye
Meşya bû li der konê di axê ye
Xuşiqî bi aliyê di malê ye
Qetandî bû aliya dû odê ye
Go: Birao, xînga te rabû ji pê ye
Des (dest) avêtî cilava hespê şê ye
Mi go: Lo axao, mi bi te ye, te bi Xwedê ye
Te qetandî aliya odê ye
Aliyê malê bide xatira min û vê kenê ye
Go: Axa, hiye, belê sed car hiye
Ew Dalo Mîrxanê di Kîkî ye
Ewî sê sal e li sûka Diyarbekrê Romêyatî buhartiye
Lê xînga Bozo ne bihurtiye
Dalo Mîrxano Kîkî vê rabûye
Topiz ji bin qelpûsaa zînê kişandiye
Sê topiza levlev pişta keyê mi xistiye
Morik tev li hestiya wê (min) şikandiye
Zêrê serî min hilaniye
Guharê guhê min şixitandiye
Bazinê destê min şikandiye
Terzî jina li ber min peya bûye
Xilxalê piyê min vekiriye
Lê ez namirim bi wê qehrê
Lê ezê bimirim bi wê derdê
Li tiradê (meydanê) subehê sê tirada qebo ji Bozo xwestiye
Evî got (erê) xîngê, heke wa bit, heke wa nebit
Sûndê di eşîra bê maa’ne bit
Keskê (kesekê) bi dewrê emana dîtiye
Malêd Kemala li heyfa xwe vebit
Go: Axa bilezkin, bilezînin
Peya bin, tangê di hespa bişidînin
Cezma di rikêba hilkişînin
Demanca ji qebûra bikişînin
Şaxtêskê bi ser da helweşînin
Hespê di rehtin belê me-êşînin
Dalê Mîrxano Kîkî ve bigihînin
Sê qîra bi erebî jê ra bilîlînin
Kezebê wî di zig (zik) da bihelînin
Kuçkê eşîra axa pê biqerînin
Go: Axa hiye, sed car hiye
Ji wê ve hatin (hatî) Dalo Mîrxanê di Kîkî ye
Go: Nîşanê Dalo Mîrxanê Kîkî çiye?
Kum î fêsa telatiye
Bi e’bayê zerêncî ye
Tîjk î dirêjin (dirêje), sê bost û çar tiliye
Cezm î zer e, şuftaliye
Ruma wî bi topa Nezeriye
Ew bi xwe Dalo Mîrxanê di Kîkî ye
Dalo Mîrxan gotê axa, hane sed car hane
Go: Bozo tu baş bide van zirtane
Şer diketî li berê van cemane
Dê li wî şerî bizanin kî berx e, kî beran e
Go: Bozo têwo vehênijî
Ji ber xem û xiyalê xwe dihinijî
Agir û pêt ji topa Romê ve dirijî
God (got) derba ewwil gihişt Dalo Mîrxanê Kîkî,
ji ber Roma ve dikujî
Go: Eve heyfa xanga min jî
Hate tiradê Kûr Şemdîn e
Li kimêdekî sor e, belê yaman şîn e
Mêra dikujid (dikujit), gilî ji wa digerîne
Hate tiradê qur Aslan e
Li kimêdekî sor e, yaman piştê pan e
Ji Kîka vegerandin torê (gayê) di gan e
Hate tiradê qur Hogo ye
Selefê siyara bi xwe Bozo ye
Mêra dikujid, giliya tînit zû be zû ye
Hate tiradê qur Qubat e
Şîr (Şûr) dihingêvit, belê şîrekî ji xwe ribat e
Kîka ji ber dabû selewat e
Go: Axa, hazî sed car hazî
Kîka qulibandin ser çiya Mazî
Kîka vê dixwazin dexîl û gazî
Min heyfa heçî ji ber malê di Kemala filitîn
Çi mala xwe sor û tazî..
Go salê vergerha (vegerha) sala dî ye
Heyfa vê li heyfa pirsiye
Qazî Smaîl vê rabûye
Bareg (barek) zêr û diravê xwe hilaniye
Li sûka Diyarbekrê vê daniye
Go axa dicivîne, axa ved-civîne (vê dicivîne)
Demance dikirrît bi xorta re vê dişînê
Enterya dikirrît bi xorta re dişînê
Zebûna dikirrît bi xorta re dişînê
Tifinga dikirrît bi xorta re dişînê
Ciwaniyê kihêl bi xorta re dişînê
Zebûna du sed çerxî dikirrît
Bi Homikî (ra) bi zozanî vê dişînit
Me heyfe vî mee’resî xorta bi tayê xwe digihînit
Homig (Homik) divête qazî Smaîl çi qewmiye (qewimiye)
Go: Rojekî me heye , me bigriye
Me û Kemala careg (carek) dî şer bikiye
Go: Çi roja tu hes bikî min birag (birak) egîd min aniye
Min hewar li êlê da xastiye
Emê bênilhanê (bînin xanê) we Kîkîya
Go: Rojekî Bozo vê rabûye
Qezda (qesda) nig mamê Şemdîn vê kiriye
Go: Mamo min vê bihîstiye
Şêxa hef (heft) dewat vêgra vê daniye
Me divêd (divêt) ez biçim temaşa vê bikiye (bikime)
Go: Kurê min, çawe biçî li nav neyara temaşay dewatê bikiye?
Heker (heger) te pi (bi) xwe dewad (dewat) diviye
Eve êla Kemalan e, ezê hefde mutriba ji te ra biciviye (bicivînim)
Bila ji te ra dawetê bikiye (bikine)
Hefd (heft) roj û hef (heft) şeva tu bi xwe temaşa bikiye
Go: Mamo, e ji te dikim hîviye
Tu destûra min bidiye.
Mamê Şemdîn gotê min navê tu biçiye
Go: Kurê min destebirayê te kiye?
Gotê Mamo, destebirayê min lawikê di Xerzî ye
Go: De here kurê min, min destûra te dayiye
Heta nîvro min vê xwe li te girtiye
Heker (heger) ciwaba te ne hatiye
Minê hawar li êlê da hîştiye
Minê tenaşeke (qewaşeke) suwara vê aniye
Heke tu sax bû ezê te bikujim
Eger tu kuştî bî, ji min hat, ezê heyfa te hilînim
Go: Bozo û destbirayê xwe suwar bûne
Qezda (qesda) êla Şêxa kiriye
Şêxa hef (heft) dawet vêgra daniye
Wekî Bozo ji wê ve hatiye
Maqûlê Şêxa pêşya Bozo ve hatiye
Cilawa (hespê) Bozo vê girtiye
Bozo peya kiriye
Li ser cih û balgiya rûniştiye
Bozo temaşayî daweta Şêxa kiriye
Vêca Şêxa şêwra xwe vê kiriye
Go: Ew Bozo bi destbirayê xwe pi (bi) tinê hatiye
Go: Şêxa ciwaba xwe hinartiye
Ji bo Osmanê Elî Xane di Kîkî ye
Go: Da tu bizanî Bozo pi (bi) tinê vê hatiye
Da tu bêyî bireke suwara suwar bikiye
Terş û talanê Şêxa tu bigiriye
Da tu şivanê me berdiya
Da bên pişta mala hawar bikiye
Em dê il (li) pey hawarê êne (bêne)
Gavekê bi h’alê xwe mijûlin
Feqîrê şivana hawar kiriye
Dewata Şêxa vereviye (ji hev belav bûye)
Her êg (êk) bezî hespê xwe suwar bûye
Li pey hewarê ve çûye
Bozo bi destebirayê xwe pi (bi) tinê vê mayî ye
Vêca ew jig (jî) suwar bûne (bûye)
Li pey hewarê çûye
Bi serê êla Kîka da hatiye
Kîka çarexê Bozo girtiye
Heçî Kîkan in hewar li Mûsûsana da xistiye
Go: De îro ew roja me û Kemala şer daketiye
Roj li nîro (nîvro) sekiniye
Bozo carekê rikêbê xwe şidandiye
Xwe ti (di:li) koma eskerê suwaara dayiye
Du suwar ji Kîka vê kuştiye
Du gelê ji Kîka kişandiye
Go: Yekî ji van Osmanê Elî Xane di Kîkî ye
Rumekî li Bozo zerkiriye
Bozo zendê xwe ji vê rumê vegirtiye
Go: Me ew şer li wê derê vê hîştiye
Em hati(n) nig mamê Şemdîn e
Mamê Şemdîn fikiriye
Nîro (nîvro) vê şikestiye
Bozo ji ba Şêxa ve nehatiye
Kezeba dilê wî şewitiye
Rabû hawar li êla da hiştiye
Qewşaneke suwara suwar bûne
Qezda (qesda) êlê Şêxa kiriye
Wekî fikirî Şêxa daweta xwe kiriye
Mamê Şemdîn hêj negihayiye
Kalê rîsipî ji xîvetê rabûye
Cilawê (hespê) Şemdîn girtiye
Go mamê Şemdîn he’walê te çiye?
Mamê Şemdîn fikirî Şemdîn nedîtiye
Go mamê Şemdîn peya bûbiye (bûbûye)
Qalûnek tûtûna bikêşiye
Fincan (ek) qehwê (tu) vexûye
Heta taştiyeg (taştiyek) ji te re hazir bikiye
Go mamê Şemdîn çavê di serî da sor dibûye
Kezeba dilê Şemdîn şewitiye
Go axa dixîne axa, axa vê dixîne
Topizê hevêsî ji bin qelpûsa zînê vê derxîne
Sê topiza li mêrikê îxtiyar vê dixîne
Hestî wesêla tev de ditewxîne
Go tûtûnê bixud (bixu) ji nanê te te
Jehrê bixud ji qehwa te ye
Vave (vaye) sê roj û sê şeva Boz begê Qubê naxuyiye
Gotê mamê Şemdîn te çi bihîstiye?
Te mêrikê îxtiyar vê kuştiye
Heta nuha Bozo temaşayî daweta Şêxa vê kiriye
Paşê sifka hawareg (hawarek) daketiye
Suwarê Şêxa li pey hawarê çûye
Bozo bi destebirayê xwe pi (bi) tinê vê mayiye
Ew jî bi destbirayê xwe (ra), ew jî çûyiye
Em (ew) fikirîn hawar direw derketiye
Mamê Şemdîn gotê hawar pi (bi) ku va daketiye?
Ewan gotê hawar bi Cizîrê ve daketiye
Ewan bi Ehmediyê ve nîşan dayiye
Go: Şemdîn ji êlê derketiye
Miqdarekî bi deştê ve çûyiye
Çi dewsa suwara nedîtiye
Careg (carek) dî mamê Şemdîn vegeriye
Qezda rêya Cizîrê kiriye
Ejnû (ji nû) ser suwara ketiye
Go: Vî bi suwarê xwe re ajotiye
Bi ser kemînê da çûyiye
Fikirî çarexê Bozo suwara vê girtiye
Mamê Şemdîn gazî Bozo kiriye
Go: Lo suwarê di nava van suwara
Ew subeh bû, eva bû êvar e
Ka namûsa te ji mi ra kirî kar e
Go: Lo Mamo, min du suwarê xwe vê kuştiye
Go: Lo Mamo, min du gelê xwe aniye
Go: Lo Mamo, yekî ji van rumêkî li hevalê min zerkiriye
Hevalê min zîn jê re vala kiriye
Go: Lo mamo, mi zendê xwe ji vê rumê vegirtiye
Go: Lo Bozo, bêje min nîşanê suwara çiye
Go: Lo mamo, nîşanê suwara heye
Pi (bi) kum î fêsa telatiye
Şee’rê reş a Mêrdîniye
Bi ebayê zêrinciye
Kurk î sor e Mee’laniye
Rum a wî pi (bi) topa Nezeriye
Tijk î dirêjin (dirêje), sê bost û çar tiliye (di hesbiye)
Heke tu bawer nakî hespî şê ye, ling î spiye
Go: Lo Bozo, min naskiriye
Go: Axa dixîne axa, vê dixîne
Osmanê (Otmanê) Elî xan e ji nav suwara vê ti(di)qetîne
Go: Mamê Şemdîn pişta vê distîne (dişdîne)
Go: Rumêkî li reha qulincê vê dixîne
Li ser qelpûsa zînê vê difirînî (e)
Go: Lo Bozo, me suwarê te naskiriye
Go: Me rumekî lê zerkiriye
Go: Mamo, rumê te dilê min negirtiye
Go: Bozo ruma mi ruma dikêrbiye
Mi lêda bû li bayê di hespê ye
Heke tu bawer nakî heçî bezî ser
Gureka dilê wî vê spêr (bispêr?) topa vê topa vê Romê ye
Go: Mamo, ew Osmanê Elî Xan e di Kîkî ye
Mamo, hane sed car hane
Ew xudanê colê (celebê) di miyan e
Go: Mamo, ew xudanê gumguman û qehwan e
Go: Mamo, ew xudanê sufrê giran e
Min gote w birayê heft xuhan e
Min got te tefandî ocaxê di Kîkî ye
Go: Axa hey hatin , hey hatin
Go: Axa ew Homik û di Qubatin
Go: Axa min heyfa male di Kemala pi (bi) sê şopa ji ber hilatin
Go: Axa felek sed car felek
Rom li dor Boz begê Qubê bûne çît û xelek
Himikê Mûsûsanî dibêjid: Kire jin magê serî gano ([1])
Boz begê Qubê xelas nakin mêrêd hewe kuştin gelek
Go: Bozo, dibê hîne sed car hîne
Van egîda çarexê Bozo vegirtî kemîn e
Go: Xwazî careg (carek) dî li min peyda bûye Mamê me Şemdîn e
Go: Lo Hemîko, tuyî kûr î
Te agir li mala şixulî, bû pêt û gurî
Got: Çi heq û însafê Xwedê ye
Tu şîrekî (şûrekî) bidî serê Boz begê Qubê,
ber guharê Heyderî ve dibirrî
Serê Bozo jê kiriye
Destê rastê yê rumê jêkiriye
Ji bo deyka Osmanê Elî Xane ra şandiye
Deyka Osmanê Elî Xane di Kîkî ye
Serê Bozo fihme kuçkî (komirê kevirî) pê malî ye
Serê Bozo di agirê kuçkî danadiye
Go: Heç wekî vê subê Osmanê Elî Xane Kîkî (di Kîkî) ne kuştiye
Go: Pişta mêrê Bozo Kiye?
Pişta mêrê Bozo lawê di Xerzî ye
Ew Xerziyakî pişt bi rêşî ye (bi çiyaye)
Wekî fikirî Bozo vê kuştiye
Carekê koma eskerî derketiye
Bi nav êla Şêxa derketiye
Li êla Şêxa bû gaziye
God (got): Bo begê Qubê Dalo Mîrxanî kuştiye
Hewarî li hêla Kemala ketiye
Wekî lawê Xerzî vê çûyî ye
Qîrên bi êla Kemala ketiye
Peya û suwar vêgra derketîne
Ser êla Şêxa da girtiye
Van zanî ev qebhet van kiriye
Her hefd zavayê Şêxa Kemala kuştiye
Êla Şêxa talan kiriye
Çûn termê Bozo ji berriyê aniye
Li mal vegeriyan, hefd (heft) roj û hef şeva teziyane ji Bozo ra kiriye
Roja hefdê teziyanê xwe hilaniye,
Mamê Şemdîn god (got) heke rojekê ji me hat, em heyfa xwe ji Kîkî
bistînin..
A ji wêrê hatim, rehm li dêy babê di guhdara…
-------------------------------------------------------------
[1] ) Bi wateya: bikutim jin û dayka mezinê wan
|