WÊ ÇILO NALET LI AMÛDÊ BANIYA Û LI XWE...??
FANTAZYA(2)
EBDULREHMAN EFÎF
Efrin.net 03. 07. 2005
Li ber vê birca zer: gulê sor bi ser şibakan ve diherikin, li wir, di
qorzîkê de, rihek heye ban min dike û min nasdike- erê ez im!! Ew rihê
reyhanekê ye an yê kulîlkek pirtiqalî ye.
- Ma te dev ji insanan qeriyaye û tu hatiye cem me kulîlkan?
- Destê min xwîna kesk ji wan tê û çavên min du bask in!
Keçikek rûspî û sor. Kulîlkkeçikek li ser cadê di ber min re dire û dîsa
ez dînbûme. Dîno: bi ku de!! Ezê herim pûş!! Kîjan pûş dîno? Ewê li
nêzîk hespekî, li çolê!! Çola kê? Çola şoqilan? Ew ne li vê dinyayê ye!!
Ez helbestvan û dîn im û ezê ji xwe re bilûrekê ji pellên rîhanê çêbikim
û bidim ser rê, ezê herim cem bîrên gundan, ewên kevnar û bi bilûra xwe
ezê li ser kevirekî rûnêm û bîst şevan lêxim ta nasbikim: Ez çi me! Û
bîr çi ye!
Erka ê helbestvan ko helbestan binivîse ne sloganan!!. Erka yê
helbestvan ko bêdeng jî bimîne, ger bixwaze wek tehtekî mezin, wek
kevirekî biçûk. Û ger helbesta wî bê fantazî be, divê wê bavêje çem:
çemê Xenzîr li Amûdê!! Hin helbestvanên kurd li Ewropayê ne, ma ew jî
divê herin Amûdê û helbestên xwe bavêjin çemê Xenzîr!! – Erê , da ew
şînbên û bibin strî...û helbestvan jî xwe di çemê bêav de xwe mirêkbikin
û hevokên xwe zuhabikin!!
Erka yê helbestvan ko li mala xwe rûnenê, derkeve bi çolan keve..Bi
cadan keve, bi sînoran keve!!- Helbestvan giş ne Rimbaud ne!! –
Helbestvan giş divê Rimbaud bin!!. Helbesvan giş divê li keştiyên mest,
yên fantaziya xwe siwarbin û di çemê Amûdê de, yê bêav, bixeriqin!!
Pirs: ger Arthur Rimbaud li Amûdê ji dayikbûba, wê çilo ji Amûdê
bifilitiya!!! Wê çilo nalet li Amûdê baniya û li xwe?? – Wê sola xwe
têxista nigên xwe û wê biçiwa xwe li bombên sînorê Tirkiyê bixista; - Ma
ne Kurdistan yek e!! Ma ne Kurdistan di fantaziyê de ye!!?? Kurdistan çi
ye?? Windabûn û xerîbî ye- êş e û hiriya fantaziyê ye; hinarên wê bombe
ne!! Kurdistan: cihê kurdan, yê ne yê wan!!
Birca te qala wê kir zer bû, an belek bû? – ew birceke li Hannoverê ye,
duh bi piskilêt di ber re çûm. Hannover bûye cinnetek vê hevînê û birc
xwedayek pîrek, nîvtazî e. Lê baskê min li bin guhê xerîbiyê û xemgîniyê
dikeve. Te got, tu kulîlk î?!! Na, ez çûk im!! Te got, birc zer e!! Na
ew di fantaziyê de belek e û li ser ez hecehecîk im û difirrim cihê
kurdan, yê ne yê wan....!!!
|