Şivanê Xewnan


Hoşeng Osê

Efrin.net 02. 07. 2005

Şiva xwe li pişta şevê xe
û keriyên xwe berde zozanên ku ji nalîna bilûra te rijiyane
li ser sînga helbesta Xanî.
Bera têr biçêrin.
Li ser tayê berbangê
refên stêrkan razayîne.
Wan şiyar neke. Her stêrkek, di himbêza xwe de
Pakrewankî dilorîne.
* * *
çemê ji nav tiliyên te der hatiye
pêlên wî ko bûne.
Ew ê çawa karibin çola bêdengiyê cot bikin
û xaçerêyekî li nav striyan
ji karwanên sozdaran re bikolin?!
De pencera dilê xwe ji pertavên bîranîna re veke
û destên xwe li qeyika helbstê xe.
Bera li nav ayetên bejna Rozerîn min û te avjîniyê bike.
Ew bejna tijî girav bendav
tijî kendav û tengav, gerdûnke dine.
Tê li wira, hînî elfebêya xwendina razên wê bibî.
Tê nasbikî bê Xwedê çendîn hinermende
û her hinermendek Xwedayeke.
* * *
Şivano...
Dîrpk...
dewran...
zemîn pîr dibin.
Tenê xewnên te ciwan dimînin.
Geko, ciwaniya xwe ji kîjan kaniyê vedixwin?!.
Dem û xwerist ker dibin
lal dibin.
Tenê xewnên te stranên kovî ne.
Nayên kedî kirin.
Ji misînên elendê, nivîşka temenê te dinoşin.
Ji taya têkçûnê te şiyar dikin
û li binê perda çavên te radizên.
* * *
Şivano...
Destên xwe têxe paxila hîvê
Misteke ax derîne.
Xunava omîdê li ser birjîne.
Heriyekê di pizdanê Adarê de bistrê.
Ji wê heriyê, nêriyekî ji xewnên xwe bi,afirîne.
Belkî buhar, çemê payizê ji ser paşeroja te vegerîne.
Belkî li vî warî, destara şîn û mirinê rawestê.
Azadî bizê.
Çav têr ken bibin.
Zik têr nan bibin.
Zarok têr bilîzin.

Şam _ 2001

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]