Tablo
Helbest: Enahîta HEMO
Efrin.net 01. 07. 2005
Beri bighên gulistanê, şematokek dîtin
Zinar bezî berî şînê û şilan
Zarok bi hev re mijûl in, di peyvên kûr de ne
Vedibin ji nû gulên Gulistanê; Payze
Dilivîne xwe amede dikin, bi qîrînên germ,
lîstok jî, pê germ dibin
Di landikan de hêrs jî, xurt dibin pehlewan in, zarok in
jiyan ji wan dest pê dike, jiyana mezinên xwe distirên
bijî zarok, bi hemû hestên aza, lewendtirîn ji rengê
firiştane, di listokên xwe de amede ne, bê hiş in
Bijî zaroketî bi hemû bêpariyên xwe,
di bajarê Qamişloka bi evîn,
Zinar heydare, carna mijûl e
Gelo bi çi dirame li gulisana peytexyê???
wê çawa nanê xwe bifroşe
an ji bi şagirtên xwe amede dikin,
bo destpêka dibistanê!!
hevalên wî berdewam in li dibistan.
Hê jî dirame bi danheva perên pirtûkên xwe?
Vaye, disa şêro dike qîre-qîr Qeşmer e,
bi serê xwe girtiye, di bin şematokê de
li hêviya demjimêra 6 êvarê ye
wê bifroşe nanê xwe; şame, rex, kore
li rex peydaran, destpêka dibistanê ye kurdayetî kûr kirin.
|