Bedewcana Huseyn Axa

 

Stranvan: Ebdilhadî Mihemed
[ Ji nû ve nivisandin: Cankurd]

Efrin.net 01. 06. 2005

Ax lo yeman, Ûso yeman, ax lê yeman…
Bedewcanê, kezeb kulê, dil qazanê,
te sîng gewrê, berfa Terebzanê…
Eman Ûso, bira li me ne hata îda vê qurbanê..
Qîz û Bûkê Reşûya giştik kişyan ber govendê, ber dîlanê.

Bira Xwedê dîne mala Zeynel Beg axê Reşûya,
Bi destê zorê seba hezar Mecîdî bertîl standim,
Ji Ûsê Husên axa, kekê Nûrê, suwarê qilyê,
seîsê modeliyê, kilê çavê mi Bedewcanê.

Eman Ûso, nabe derdê dila pir giran e, derman nabe,
goşî û neynûk ji hev ra nabe.
Kê go kê ne go ji bextê min û te ra,
Kemal paşa li Anqerê şirûtê dîne bi paşa be,
Ismet paşa bi awûqatê dewela be,
Kê go kê ne go roja înê û xutbe ji dinyê rabe,
Kîlo û xiram li dinyê di peyda be,
Sûndxwarî me tu cara terka Ûsê Husên axa nakim
heta kindira mi li cem kindira Şêx Seîdê rehmetî,
li Diyarbekir bi hêlkan û bi dar (da) be…

Eman Ûso, te ez ne xwestim û…ez revandim,
kirim marekî ji marê nîv kuştî li ser çiya ez rekandim.
Ez kirim taseke ji tasên çingo,
Li kaniya Eyin Zilxayê, ez çikandim.
Te ez birim qoce şewitî,
yekî sera walî, qonaxa çînge,
daîra mezin mehkema…
Xaîn, te ez gerandim,
Te ez kirim fincana ferfûrî, li qehwa Mihemed Emîn,
kekê Lamî, li destê hemî kesî te ez gerandim.
Xwedê dîne mala Zeynel Begê, axê Reşûya,
Seba hezar Mecîdî bertîl bi destê zorê ji Ûsê Husên axa sitandim,
Remakê Keçel di teresê kuça da ez gerandim.
Eman Ûso Kotkê şewitî, bi şewite ber bi ba ye.
Eman Ûso, xaîno, mi te ra ne go, mi birevîne,
Bavî mala kher Osman paşa hustu xwarizk, di ser ra ye.
Heg li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî paş Husênê Qucaxî,
Kekê Gulîzerê, kilê çavê Zerîf Xatûnê,
Daîm sed û çel xortên Siwêrekiya,
Tev tivingê enextara, tim vê ra ye..
Heg belkî, li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî paş Emerê Hecî Osman,
Bavê Fethî û Reşîd li Qere Bozaxê rûdine,
daîm benda qaçxuna ye.
Li wira ne bû, mi bavî paş Hesen axa ji mala Heciya ye…
Ji bav û kalê xwe da daîm benda serseriya ye…
Heger li wira ne bû mi birevîne,
Bavî paş Mehemed Emîn, kekê Lamî,
beranê çarqoç, kela van xwînya ye..
Heger wira ne bû, mi birevîne,
Bavî paş Birahimê Kara, serê qelema wî çîçikê jarê.
Te gerandiye belkî sitara me li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî paş Evdulqadir Qedûrê Kinik,
Rail Elya exû Zerga, perçak polatê duwela ye.
Heger li wira ne bû, xaîn Ûso mi birevîne,
Bavî paş Bozan Beg lawê Zulfeqarê,
Fat Çûçê ji bav û kalê xwe da hefsed malê Hîzola y.
Heger li wira ne bû mi birevîne,
Bavî paş Hirço û Bozan Beg,
Herdu lawê Şahîn Begê,
Ji bav û kalê xwe da,
daîm mezinê du hezar malê Dûgerîn û Beraza ye.
Heger li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî paş zor Mehmûd Begê zerî,
Ji bav û kalê xwe da xwîkiyê dixu ji nabêna herdu Ferata ye.
Heger belkî li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî paş lawê Seyfedîn paşa,
Ji bav û kalê xwe da mezinê çar hezar malê Hezroya ye.
Heger belkî sitara me tu ne bû, tirên hene Anqere va ye.
Mi birevîne, bavî paş Kamil Beg lawê Hecî Ehmedê Ewînê,
Wê min û Ûsê Husên axa fik bike, bi hukmê va zêra ye…

Bişewite mala Zeynel Begê, Xweda Rebîm, pergala wî bela be,
Seba hezar Mecîdî bertîl, ez sitandim ji Ûsê Husên axa,
Kekê Nûrê, suwarê qilyê, xortê çaxa di mi ra ye,
Bi destê zorê ez dame Remê Keçel, qebraxê ber firna ye..

Miradê min û Remê Keçel wek tiştekî şerîeta Mûhemed qebûl nake,
Li ber dilê mi wek rîsayek goştê van wehşa ye..

Eman Ûso, were li min û li Kolkê wêran, li vê Ziyaretê.
Mektûb hatî ser kaxetê..
Ûso Xaîn, mi go: mi birevîne
Derba ewilî bavî paş Mehemed Emîn,
kekê Lamî, qoca Siwêreka şewitî, reîsê hikûmetê..
Heger belkî li wira ne bû, emê hevdu birevînin,
herin Şama Şerîf bigerin, bi hêsîrî li xurbetê…
Rebîm mi neheqiya Zeynel Beg qebûl kirî, tu qebûl neke,
Destê mi bi pêxîla Zeynel Beg keve Roja Haşirê,
li ser îmanê, li axiretê…

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]