Sê Kurteçîrok ên Fewaz EBDÊ
( Ev hersê çîrok di şevbihêrkekê de, li şamê hatin xwendin)
Fewaz EBDÊ
Efrin.net 01. 07. 2005
(Ev çîrok ji aliyê Şêx Birîmce de ji me re hatine)
Mirina hêviya dawî
- Tu rûniştîbû lo.. Hê zûye, tê bi kûve herî?..
- Bese .. Ez îşev hinekî ne sazkarim.. Ezê herim mal, hinekî xwe
vehesînim.. Zivistan dirêje û qelemaç na revin.
Piştî vê bersivê şeveke xweş ji wan re xwest û derket.
Berî ji mal derkeve soz dabû kebaniyê, ko zû vegere mal, da hinekî bi
hev şa bibin. Bi derketinê re pirsekê hizrên wî lihev dixistin, û cih di
qaqilkê serî de ne girt: “Gelo çi bela Emîno ye, ko her kêlîkekê
derdikeve avekê dirjîne?!” Û wê pirsê pirsin din dikişandin: “Ma nexweşe?
Ko weha be çima li xwe na pirse? Her carekê wê Emîno civatê bihêle û
here.. lê gelekî dimîne! Ev ne karê avrijandinê ye. Ma hê têkiliyên wî
bi xebatkaran re hene û ji me vedişêre?! Na na.. min ne behwere.. ji ber
ti hêvî di xebatê de nemaye. Her yek li ber ya xwe ye.”
De ev ne giringe, “Çawa be ezê sibe Emîno bibînim..” Ya giring ewe ko
bighêje mal û hê kebanî ranezabe.. Ma geleke ko demin xweş bibûrînin,
nemaze kebaniya wî pir azar kêşan ta ko gihan hev, ji ber bawerî bi
armanc û ramanên wî di anîn, tevî ko ji wî dewlemendtir bû.
Piştî xebat hêla, armanc û xewnên wî roj bi roj radiketin. Xewnên
berhema xebatê bûbûn disteke danûkanî nîvkelî agir di bin de vemirî. Û
bi vî hawî hişt ko kebanî jî pişta xwe bide xebatê.
Pir dixwest sorgulek ji nav xemên wî jîn bibe, stêr a ko xortaniya xwe
li peyketina wê bihûrand çirisandina xwe vegerîne.. lê xwezî bûne keçeke
rojhilatîyî li ser keçaniya xwe ditirse. Stêreke din, niha, di asîmanê
dilê wî de diçirise, û va berê xwe daye wê stêrê:
Li ser banê evîna te dilê min bû hêlîn çêkir
Weke şahinşahê demê ewî ferman li dinê kir
Ji jehê kemana Dilşad saz û awaz bo te rêkir
Gelo roj li warê evîna wî çûye ava?! Na.. vaye stêra wî, li hêviya wî,
xwe amade kiriye. Ko ne ji vê komeleya wan a qelemaçan ba, wê sozên xwe
pêre pêk anîbana, û wê jiyaneke nû pêre bûrandiba..
Nêzîkayî li mal kir. Bê vîn dengê xwe bi stranî hilda, da dengê wî berî
wî bighêje stêra wî:
Li ser banê evîna te dilê min bû hêlîn çêkir
Ji nişka ve dengê kebaniyê bilind kete guhê wî:
- Hey bênamûs.. Tu ji xwe fedî nakî!! Çawa tu li dor namûsa hevalê xwe
digerî?! Bênamûsê bênamûs…
Bi lez derbasî mal bû. Dît ko pîrek bi tepan bi nav serê Emîno dikeve û
sixêfan dike..
Êrîşî Emîno kir, destên xwe xistin qirika wî û ew berneda ta bê can di
nav destên wî de xiliya û hat xwar.
Rûniştin da bihna wan bê ber wan. Ji nişkave dengê wî bilind bû:
- Wey!
- Çi heye? Jinê pirsî.
- Divê em wî veşêrin, û ne hêlin kes vî karê me binase.
- Û em wî li kû veşêrin?
- Emê hundir bikolin û..
- Na na.. bi xwedê tu min serjêkî ez, di xaniyekî mirî têde, ranazim.
Ew nebû. Man dîse diramin.
- Wey!
- Ha, te çarek dît?
- Emê qorziya hewşê bikolin û wî têde veşêrin..
- Tu dînî! –Jinê vegerand– Sibe baran bibare wê axa sist dakeve û wê
eşkere bibe.
Serê xwe bi herdu destan girt. “Naxwe Emîno ev bênamûsî dikirin. Ka
binêre bê çûye cem jinên çenda!!…”
- Wey!
- Ha, tê çi bikî?
- Ka pêlavê ji piyan derxîne!..
Pêlava Emîno bi dest xw girt û derket ta giha deryê hewşê. Pêlava xwe
danî û ya wî xiste piyên xwe û şopa wî ji ber deryê xwe bir. Li ser
bênderan, li ser geyayê, pêlava wî bi dest xwe girt û di rêke din re
vegeriya.
Herduwan di nav xwe re term hilgirtin û birin avêtin ser bênderan û
vegeriyan.
- Wey!
- Çi heye?! Her ko tu kêlîkekê rûnê, tê bibêjî wey!!
- Ka wê kêrê bide min..
Serî û lepên kûçikekî mirî jêkirin û berê xwe da term. Diranên kûçik di
qirikê de çikilandin û bi lepan laşê wî qeremûşk kir. Çû serî û lep
avêtin bîrê. “Sibe wê bibêjin: Kûçikan ew kuştiye”.
- Wey!
- Hih..?!
- Ma wê nebêjin: Çima Emîno pêxwase!?
Pêlav bir xist pê û vegeriya.
- Wey!
- Hih.. vêca çi maye!?
- Ma wê nebêjin: Kûçik ew kuştiye û xwîn ne bûye!!
Mirîşkek bir û bi ser de serjêkir, û di vegerê de ji xwe re digot: “Wey!
Ma wê nebêjin: ka serê kûçik?!” Dageriya gewdê kûçik kişand. Kortalek
kola û ew avêtê. Ax pê werkir.
- Wey!
- Çî din maye!?
- Ma wê nebêjin: Çawa Emîno bê pereye.. Ka ew pereyên me ji bêrîkê
derxistin.
Pere jî birin.. Û bi vî hawî diçû û dihat.
Dawî derbasî mal bû û roj hilat.. Xwe di ber kebaniyê re ramidand.
- De bere zanibin, ko me ew kuştiye.. Heger jîr û aqilmend bin wê derxin.
De ka nêzîk bibe, em dilên xwe hênik bikin û westandina xwe ji bîr bikin..
Jinê dest avêt ser hustê wî. Ew himbêz kir. Wî jî dest di ser laşê wê re
dibir, û hêdî hêdî dest gihande paqê wê û bi jor ve hilkişiya.. Çaxê
destê wî giha paşiya wêyî tazî, jinik veciniqî û yekser li ser nivînê
rûnişt û got:
- Wey!!
- Çi bû keçê??
- Derpiyê min di bêrîka Emîno de maye.
Heger li ber navê min binivîsin
Xemsariyê, bêhêviyê, neçareyê bi xurtî damarê laşê min girtibûn.. Ne min
dixwest ji hundir derkevim, û ne kes bê bal min ve.. Xurcilîneke netebte
di nava min de bû, lê min ne dizanîbû çi bikim.. çi bêjim.. Hin bi hin
ew xurcilîn dibû livandineke sivik.. û dûvre xurttir dibû, di hundirde
diçûm û dihatim.. Sedem çi bûn? Hêjî ez nizanim û ne ramanê min lê
digeriyan.. û niha, ko ez bixwazim sedemekê ji wê rewş û demê re bibînim,
ez dibînim bêsûdeye.. Ne tenha weha, lê belê ez dibînim ko cihê tinaz û
pêkenînêye, çimkî her tişt di çaxê xwede xweşe.
Ko dêya min, yan bav û bapîrê min ew bûyer ji min re gotibana, bêgoman
minê bigota: Ev çîrokeke ji evsana ye, ji kevnetorê gelê me, yan ji yê
gelin din e û hatiye wergerandin û veguhastin û di civatgeha me de cih
girtiye.. Lê ko bûyer bi serê min hatiye, ez nema karim bawer nekim.
Ez di wê xurcilînêde bûm çaxê dengek hat min bi navê min bangdikir, û bi
dengre vedeng li çar hawêrî min belav dibû, lewra ez li dora xwe
dizîvirîm li jêdera deng digeriyam. Min dît xortekî spehî beramberî min
rawestiyaye..
-Tu çawa derbas bû? Min dergeh tev asê kirine!!
Yekser min jê pirsî.
-Pêşî binase ez kîme, û dûvre tu dikarî vê pirsê bikî..
Bi awake ji xwe bawer bersiv da, û wêya hişt ko ez hinekî rawestim, ji
ber ez hinekî sar kirim û ew kela hinavê min daket, berî ko ez bi nermî
bêjim:
- Xwe bi me bide nasîn ezbenî..!
-Ne tu bûya, minê bigota tu tinazê xwe dikî, lê ez dizanim ko tu di xwe
re nabênî ta tinazan bikî.. êêh.. nexeme.. ezbenî ez destekê Yezdanim..
-Destekê Yezdan!!? ‘bi matbûn min pirsî’ Û çi îşê destekê Yezdan bi min
heye!!
-Çima tu mat mayî? Tu..
-Ji ber Yezdan ji mêj ve pişta xwe daye min.. Ez ji bîr kirime.
Min gotina wî birrî û pêre pêre jiyana min a bûrî weke filmekî sînema,
dîmen bi dêmen, li pey hev dihat ber çavên min: Biçûkaniya ko min ne dît,
xortaniya ko ez pê şanebûm, xweşî û şahiya ko ji min di reviya weke pezê
ji gur bi reve.. lav û hêviyên ko min ji Yezdan dikirin û berevajî li
min vedigeriyan... Bi kurtî, min rojekê ji rojan xwe cîgirê ti deverê û
ti welatî nedît.. ta ko min biryar da, ko ez nema dest ber bi Yezdanve
bilind bikim, û êdî ti lav û hêviyan jê nekim.
Weke ko sawêr û ramanên min bixwîne gotina xwe got:
-Ji bo vî tiştî ez hatime bal te.
Mejiyê min li hev ket, nema dikarîbû xweşik kar bike. Min çavên xwe
girtin, û çavgirtî min got:
-Çi tişt? Û dûvre tu kîjan destekê Yezdanî: Ezraîl, Cibraîl, Mîkaîl.?
-Ho ho.. tu dûr çû ezbenî.. Ez Ezazîl im..
-Ezazîl? Navê Ezazîl ji mêjve windabûye..
-Na ezbenî tu şaşî. Navê min windanebûye, lê we ji bîr kiriye, çimkî
gelek nav li min bûn..
-Û tu çi dixwazî?
-Ez hatime, da tu bal bi Yezdan ve vegerî.
Kenekî ez girtim û nema ez berdam.. Lê bêyî ko dêmên wî bên guhertin
rawesta û bi awirin ji xwe bawer li min dinerî û weke serleşkerekî mezin
digot:
-Ez bi goman bûm ko tu aqilmendî.. û tu ji vê yekê mat namênî .
-Ez mat nemame, ji ber ez dûrî Yezdan nemame, û ya din ez dizanim tu
tinazan dikî.
-Tinaz ?!
Nîv kenek kir. Di çavên wîde kulê hezarên sala dihatin xwendin. Keserek
kûr kişand û berdewam kir:
-Ma te bihîstiye ko min ti caran tinaz kirine.. Careke bi tenha min got
ezê bi Yezdan şa bibim, da hinekî bikene û ew cara dawî jî bû û ta niha
ez baca wê didim.. Ew jî dema ji min re got «Serî ji Adem re biçimêne»
Min bi henekî got “Ez ji ronahiyê me û ew..” Lê Yezdan nehişt ez gotina
xwe bibim serî.. Û tu dizanî bê çi bi serê min kir.
-Ji ber vê yekê gerekbû yek ji firiştan hatiba ev doz kiriba, Lê tu..!
-Belê ez.. Çimkî hê ez bi hêvîme ko rojekê li min bibûre.. Û her
misilmanek navê min bi “E’ûzû billah”ve dike ez dilxweş dibim û ez
dibêjim: Va vî kesî jî hinek ji gunehên min bir, barê min hinekî sivik
kir.
Ez hinekî xar bûm, laşê min sist bû, bi wê sistayê min pirsî:
-Wekî tu dizanî cihê te agirê dojehêye tu çima xwe bi minre diwestênî.
Vegere. Tu dizanî ko Yezdan fermanek da nema jê vedigere.
-Tevî ko piştî fermanê ji min re got: “Ev şanoyeke da ez û te bihtir
bêne nasîn, û ta “ebed” navê me li ser zimanan bimênin, ez yek caran
dikevim gomanan ko ew ji fermana xwe venegere, lê dîsa ez bi hêvîme..
-Tu bi çi hêviyêyî, û tu dibînî ko mirovek dibe berpirsiyar gotin nema
pêre dibe? Di gel wê jî peyekan ji xwere peyda dikin, û çavan di her
civatê de, di her malê de diçînin, da zanibin her yek di nav nivîna xwe
de çi dike û çi dibêje.
-Tu çi serhişkî û ji ya xwe nayê xwar.. Ez naxwazim bê encam vegerim.
Gotina dawî weke lavekê ji min dikir. Min xwest ez pirsekê jê bikim:
-Gelo ji bo çi win dibînin em Kurd serhişkin tevî ko em di dan û
standina xwe de pir nermin?
Bi vê pirsê re da xwe ko bireve, lê min bi milê wî girt û bersiv jê
xwest.. kir û nekir min ew berneda. Qarîn jê çû û got:
-Tu bi şêrînê ber dilê xwekî min berde, xêza sor –weke te– li ber navê
mine. Çav li pey minin û ko bibînin ez di vê babetê de bi te re diaxivim
û raporta xwe hildin û li ber navê min binivîsin “Kurdî” wê hêviya min a
dawî bimire.
Kenekî bilind ez girtim, bû girî.. Borîn ji min çû.. ken.. girî.. ken..
girî..
Dengê lêdana derî hat. Ez sar bûm. Dengê wan hêdî hêdî dibû piste pist:
«Kê bawer dikir ko dernekve Newrozê.. Me zanîbû nîşanê dînîtiyê lê
dixuyin.. Dawî zilamê me dîn bû!.».
21. 3. 1999
Spêdeya veşartî
Di sedsala 21ê de, eletrîk ji ser te qut kirin û tu avêtin koxikeke
Efrîqî, ziman ji devê te kişandin û bi tenha mûmek dane te û ji te re
gotin:
- De here hozanvano! Vaye tu û mûma ku we serê me pê bir.. here stirana
xwe û wê bidomîne.. here..
Koxik bû bajarê mişkan.. û bêyî ko ti heseban ji te bikin çirvîtik dan û
li hawîrdor leyistin. Di ser xwarina te, çeydanê çayê û laşê te re diçin
û tên weke ko ti kes tunebe. Hema ko tu xilmaş dibû, li hêviya ko tu di
xew re here nediman; yekser diser ser û ruwê te re dibezîn, xewa te
direvandin. Ti perperîk li dor mûma te kom ne dibûn. Kelmêş jê direviyan.
Mûma te sêwî bû û yek caran ew ji ber bayê destê te ko bi kerb li
kelmêşan dixistin vedimirî û hêdî hêdî hêsrên wê bejna wê dişûştin. Te
careke din ew vêdixist. Te dixwest pêre bi axivî, lê ne dengê te
derdiket û ne wê hisdikir.
Tu û mişk li hev ne dibaniyan. Berî destê te bigiha dêr ew direviyan û
dûrî te radibûn ser herdu lingên dawî û bi te dikeniyan. Tu radibû ko
pey wan kevî, ew diketin qulên xwe û dibû wîzewîza wan, weke ko dawetekê
li darxin. Tu ji wan digiha bêvilê, û av berdida qulên wan, dengê wan
diqulipî qorziya din û lîlandinên wan bilind dibûn. Çima na?! Îro
pêkenokek ji wan re hatiye. Te gore kişandin ser bêcemê xwe da derbasî
hundir nebin..
Tu zîvirî, te dît ko mûm bi ser halê te de digrî. Her damarek di laşê te
de dikeliya û dixwest ko zimanê te, bi tenê zimanê te, vegere da bi wan
re biqîre:
- Kanî spêde li kû ma?!
21.10.2001
|