Evdirehman û keça Xanê
Banê Curesî
[Ji berhevoka Socin û Prym, Sala 1889
Petersbourg /Rûsiya]
Tîpguhastin: Cankurd
Efrin.net 28. 06. 2005
Evdirehman lawê
subaşî (zurbaşî) bû, male wî gellek bû, ji bavê xwe xeyidî, suwar
bû li hespê, h’emlê Romiya li xwe kir, bi derket, hat cem Saadonê Nûh’,
Saadonê Nûh sêset(d) xulamê wî hene. Çû destê Saadon,
Go: “Tu çi
dixwazê, lawo?.”
Go: “Hatim nan
bixum cem te.”
Go: “Ser çava,
rune.”
Lê nirî Saadon, xortek
e, qenc e. Saadon Evdirehman kire mezinê her sêset(d) xulam.
Xulam jê mexesîn, ji hev re dibêjin:
“Xulam wilo ji me
re nabe, emê gilhê wî çêbikin, nabûre, em hemî ewê bêjin, me dî cem keçê
te razayî.”
Şêwrê xwe kirin,
subehî çûn cem Saadon hemû, go:”Çi hewal ê we ye?.
Go(n): “Axa
em nizanin çi bibêjin.”
Go: “Na bêjin.”
Dibêjin: “Naye
gotin.”
Go: “îlla hûn
bêjin.”
Go: “Ya axa me
Evdirehman dî cem keçê te razayî.”
Saadon wezîr e, go:
“Efe (eve) şuxul nabe.”
Go: ”Em derewa
nakin.”
Înan bo Saadon. Go:
“Yek didu derew bike, hemû derew nakin.”
Bakir Evdirehman,
got:”Lawo, ef (ev) şuxul te kir?.”
Go: “Mi kir, axa.”
Go: “Te kir?.”
Go: “Erê.”
Go: ”Rabe. Mi ji
te dive sere Xanê Banê Curesî.”
Go: “Wilo?.”
Go: “Erê.”
Go: “Ser çava.”
Evdirehman go: “Lê
set(d) suwar bide min.”
Go: “Ezê set
bidim te.”
Heçî got bi xwe
bir, çû li Xanê Banê dipirse. Gihaye cihê Xanê Banê Curesî, ji şefeqê li
ser çadirê girt.
Xanê Banê xewnik bi
xewê xwe dî, wê şevê subehî rabû, ji jinê xwe (re) qiset kir Xanê
Banê, go:
“Mi kewek heye
serjêkirî.”
Jinê wî got: “Xofe
meke.”
Subeh bû. Ew qised
(qiset) dike, Evdirehman çûyê bi şûr, şûrek lêda sere wî firand.
Ser hilanî û anî û hat Evdirehman, ew û eskerê vegeriya. Qîr bi êl ket,
go (gotin): “Çi hewal e?.” êl.
Go: “Serê Xanê
Banê birrîn û birin.”
Go: “Ef
(ev) kîye birî?.”
Gotin ku ji hev re
dibêjin: “Evdirehman e, lawê Surbaşî.”
Êl rûnişt, newêrin
di dûv herin. Hat Evdirehman, serî anî û li odê Saadonê Nûh danî.
Go: “Te anî?.”
Go: “Mi anî.”
Go: “Îcar keçê min ji te re
h’elal e.”
Evdirehman got ku, heta niha
keça te xuhê min bû, ji îro pê ve te da min, li min h’elal e.
Lê mehir kir Saadon, zewicî,
deng bi Evdirehman ket. Bihîst Evdirehman keçê Xanê Banê heye, çêtir jê
nîne li dinyayê, navê wî (wê) Gul e. Yek subeh got Saadon, ku
dibêjin qîzê Xanê Banê heye gellik qenc e, ezê herim bînim. Çû ew bi
tenê, agiha êlê, bi şev bûye diz û çû çadirê Xanê Banê. Pê hesiyan,
tifingek berdanê, lêket, birîndar bû Evdirehman. Li çiyê ma, erd koland,
xwe li bin erdê kir, xwe xemirand, serê wî ji derve ma, du meha bi vî
karî. Birîna wî sax bû, lê ji nêza mir. Rabû ji bin erdê, çûye baskê êlê,
pîrekek bi tenê heye li çadirê.
Go: „Tu mi nahewînê?.“
Go: „Ser çava.“
Çû hindirû, rûnişt, ew û pîrê
hatin galgalê, lê ne got: „Ez Evdirehman(im).“
Pîrê raza, mêhvanê malê Xanê
Banê hene xerîb. Evdirehman rabû bi şev, çûye çadirê, il (li)
keçê Xanê Banê digerê.
Cêrî hesiya, go: „Ew kî ye
rabûyî bi vê şevê?.“
Go: „Ez im.“
Go: „Tu kî?.“
Go: „Ez mêhvan im.“
Go: „Tu li çi
digerê?.“
Go: ”Mi divê herim,
şûrê min mi da Gulê, nizanim li ku derê hilanî.”
Cêrî got, go: “Here
çadirê dî, Gulê û diyê wî (wê) razayî ne, bêje Gulê.”
Cêrî qey dibê mêhvan
e, nizane çi hewal e. Evdirehman çû çadirê dî, findig(k) bêxist
(pêxist : vêxist), Gulê û diya wî (wê) razayî ne. Dî Gulê,
li milê xwe danî û revand, ji xewê nehesiya Gulê. Hat, bi şev tê, keçik
vê re, hesiya ji xew fecrê subeh, keçik dinêrê vê li çiya ye, zilamek vê
re heye, nas nakê zilêm.
Go: “Kê ez anîm
vir?.” Got zilêm.
Go: “Nizanim.”
Go: “Tu (te)
ez anîm?.”
Go : « Na. E
(ez) jî li mal razayî bû(m). Mi dî ez li viri m.”
Evdirehman
dibêje.
Go: “Tu kurê kê
yî?.”
Go: “Ez lawê
Saadonê Nûh im.”
Go: “Mala we nêzîk
e, mala me nêzîk e?.”
Lê nizanê Evdirehman
e, ê ku bavê wî (wê) kuşt (kuştiye).
Go: “Mala me nêzîk
e.”
Go: “Biliv dam (da em)
herin cem hewe.” Gulê.
Çûn, a gihan mala Saadon axa.
Saadon axa go: „Te
anî?.“
Go: “Mi anî.”
Li xwe mehir kir.
Keçik go: “Ez mêra
nastînim.” Qanelî kir Evdirehman, zewicî.
Pênc şeş sal di holê
çû, ji rojê zewucî bû xwedî kuflet Gulê. Bihîst Gulê Evdirehman bavê wî
(wê) kuşt, xeyidî, ji mal bi der neket. Gotiyê Evdirehman, go:
“Tu çima xeyidî?.”
Go: “Te bavê min kuşt, hê ez
nexeyidim?.“
Go: „Xeydê te
heq e.“
Li ber hat
Evdirehman, go: „De rabe serê bavê min bîne, nîşanê min bide, daz
(da ez) bibînim.”
Çû sere wî anî,
nîşanê wî (wê) da.
Gulê girî, go: “Ya
Evdirehman, li cem te nasekinim heta tu Saadon nekujê, ezê herim.”
Xanim jina wî
(ya dî) keça Saadon e, Saadonê Nûh.
Evdirehman go: “Gulê,
nabê.”
Gulê got: “Mi
xeberek got û çû, tu dike bike, tu nakê mi nabînî.”
Go: “Qenc e.”
Rabû bi şev, Saadon
axa razayî, sere wî birrî û laş di nivînê hişt û sere wî anî, li ber
Gulê danî.
Gulê rabû, çar zêr
da zilamek feqîr, go: “Feqîro.”
Go: “Libê.”
Go: “Ev serî
bibe mala Xanê Banê Curesî, li meclîsê deyne, heke gotin ef
(ev) çî ye? Bêje: Gulê şand, nasbikin sere kî ye, heke
nasnekirin, bêje (bê) ew zilamê sere Xanê Banê birrî û ef
(ev) ser (serî) dîsa birrî, Gulê heyf êlanî
(hilanî).”
Mêrik Çû, serî
hilanî û bir, çû mala Xanê Banê, meclîs gerî ye, li holê danî, ewil dîn
naskirin, gotin: “Ev kê çand?.”
Go: “Eferî jê re.”
Gon (gotin):
“Niha li ku derê ye? .” Meclîs.
Go: „Evdirehman
stand lawê surbaşî.”
Gotin: “Bimbareg(k)
be (bê) jê re.”
Mala Saadon hesiyan
sere Saadon ne xweya ye, gotin, go: “Mala Xanê Banê eskerik çêkirin û
hatin, sere Saadon birrîn. Heyfê Xanê Banê hilanîn.”
Deynekirin,
Evdirehman rabû di şûnê Saadon hokum digerêne, tu ji me re sax.
|