Li ser pirtûka Mihemed Hemo
"Di kûraniya vê riyê de"

 

Cankurd

Efrin.net 26. 06. 2005

Mihemed Hemo, ku ji xelkê Kurdaxê ye û li Suleymanî dijî, pirtûka xwe ya helbestan "Di kûraniya vê riyê de" li ba dezgeha weşandinê "XAK" bi motîvên Felkdîn Emîn û derhêneriya Xebat Şêxo, li Suleymanî, sala 2004 çap kiriye.

Ev pirtûk ji 124 rûpelan e, û tê da 26 parçeyên helbestê hene. Ji wan:"Hevala min", "Dildarî", "Tenahî", "Evîndarî", Cûdî û ên dî…

Mihemed Hemo pirtûk diyarî xanima xwe Yilid "Stêrk" kiriye, ku bi wî re rojên tehlî û tariyê, koçkirin û derketina ji mal û gund derbas kiriye, û bi wî re jî niha di parçeyekî azad ê Kurdistanê da dijî.

Hozanvanê me yê hêja, gelek caran ji aliyê deselatdariya Baasê faşist ve li rojavayê Kurdistanê hatiye binçavkirin û girtin. Ew bi helbestên xwe yên di rojên reş û wêran da navdar bûye. Saziyên mafên mirov, kesên demokrat û mirovên ji wêje û çand û helbestê hezdikin, li wî xwedî derketine, lew re ew wek helbestvanekî welathez, gelnêz û xudan ê bîr û bawerî hatiye nasîn.

"Bi sîng ketime kûraniya vê riyê
Ev riya ji kûraniya sîngê min bi der nayê
Kûrtir e ji kûraniya sîngê min…!
Di kûraniya vê riyê de
Xem xeman xudî dikin
Êş xwe dispêrin êşan…" (r. 12)

Li ser helbestên Mihemed Hemo sergoterê pirtûkê Nûredîn Japo vê dinivîse:
"Xweş dizanim, ku her rûpelek..her helbestek vê berhevokê, ji can û jiyana M. Hemo ye, ew jiyana ku bi canê mirovatî bi keser, êş û evîna welat strayî ye. Karî bi hunera helbestên xwe canê gelê xwe yê evîndar û azadperest têrbikira." (r.4)

Sala 1999ê dema helbestvan M. Hemo di zindanê de bû, niviskar Jandost bo wî helbesteka xwe ya bi sernavê "Dîsa" diyar kiribû, di vê pirtûkê da ew helbesta pêşeng e. Di wê helbestê da Jandost dibêje:

"Dîsa tu birînên xwe
bi xwêya zindanan dikewînî..!
Dîsa tu awirên xwe
Di katjimêrê de dimeyînî..!"

Eve jî rastiyek girtin û zindankirinê ye, tamzara wê rastiyê tenê li ser zimanê wî ye, yê ku ev êş dîtiye, ew tamzarî dimîne û di helbest û berhemêd wî da dixuye.

"Bizanibe;
Her ku mirin dadiqelize
canê me
Em bi agirê evînê
Tên dadan!
Di nav lepên reşiyê de
Xweşiya ronahiyê dibînin!
Di nav tiliyên zorê de
Helbesta azadiyê dinivisînin…" (r.23)

Mihemed Hemo rewşa gelê xwe baş naskiriye û lew re di girtîgeha Helebê da, di sersala 2000î da, vê dinivîse:

"Em dizanin
Bi melyonan birçiyên azadiyê hene!
Lê em di vî welatî de
Girtiyê giriyê azadiyê ne…" (r. 24)

Jiyana M. Hemo li derveyî zindanê jî ne baştir bû, her tirsa wî ji neyaran, ji xayînan, ji dewletê û ji belengaziyê bû. Lew re dinivîse:

"Di xewnên xwe de,
diketim ber destê neyaran
diketim nav koma maran
dibûm mehkûmê dewletan
dibûm dêndarê mixenetan…" (r. 29)

Bo dayika xwe jî vê dibêje:

"Dawiya tevna giriyê te nehat
Bi dirêjiya tîrêjên rojê ye
bêhejmar…
Te nexşên kul û êşan lêkirine
Ma tu yê diyarî kîjan mizgeftê kî..?
Diyarî kîjan kenîştê kî..?" (r.9)

M. Hemo li ser rewşa xwe di zindanê da vê dinivîse:

"Serê xwe
Li ser solên xwe datînim
Laşê xwe
Li ser erdê hişk û lihêmî radixînim
Çavên xwe, di katjimêrê da dimeyînim…!!!"

Diyar e girtîgehên Ereban paş deh salan ji demê piçekî pêşketine, çiku gava ez di zindana "Alamiriyê" da bûm, li Şamê, ne katjimêr û ne jî nivîn hebû, gelek sar bû û min nedizanî ka roj e an şev e li derve, min tew nedizanî, ez li kîjan zindanê me…

Zinadn û girtinê gelek hikariya xwe li helbestvaniya M. Hemo kirine, lew re ew di pir helbestan da wilo destpê dike:

"Li vî ciyê…" an "Li vê derê.." an jî "Li vir…" û vedigere ser wan êş û kul û zordariyan, ku li wî û li gelek demokrat û roşenbîrên sûrî hatine kirin.

Helbestvan tevî ku niha di azadiyê da, li Suleymanî dijî, lê belê Efrîn a xopan ji mejî, dil û birîna wî naçe û lew re dinale:

"Efrîn…
nezanim
tu dayîkî….
Nezanim
Tu yarî….
Lê dizanim
bêyî pêsîrên te
najîm
û jiyan nabim…!!" (r.70)

Mihemed Hemo hinde caran jî dikeve nav mûjîliyên felsefî û pirsan davêje holê:

"Xuda !
Ew agirê çi bû
Te jê Iblîs afirand
Ta niha venemiriye…?!

Xuda !
Ew sêva Adem
Xwarî
Buhayê wê çend bû…?
Ta niha deyndarê
Te ye..?!" (r. 80)

Ez dibînim, ku M. hemo bo pirtûka xwe "Seyrana dil" wek helbestvanekî kurdaxî navdar bû, lê bi vê pirtûkê hîn gavek dî pêşdatir çûye, tevî hinek helbestên wê ji dema derxistina "Seyrana dil" tên. Hem ji aliyê zimên ve û hem jî ji aliyê hûnandina helbestî ve, tevna wî jîrtir, têgihîştîtir û xweştir dibe…
Bo wî û bo malbata wî, ez ji dil da jînek xweştir û serkeftîtir di azadiyê da ji Xwedayê mezin dixwazim.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]