PÎROZBAHÎ

 

 

Xalid Bişar Mamo*

Efrin.net 25.06. 2005

Pîroz dikin li kak Mes'ûdê Barzanî
Ew seroktiya hirêma Kurdistanê
Pîroz dikin li Yekîtî niştimanî
Pîroz dikin li hemo Kurdên cîhanê

Li partî dîmoqratî... û li pêşmerga
Li karkirê Kurdan û li Ebdella
Şervanê serê çiya û li girêla
Îro yekî çak ji Kurda serî hila

Pîroz dikin li kak Mes'ûdê Barzanî
Ew seroktiya hirêma Kurdistanê

Rojek meha nîsanê li otêla Şamê
Sal dû hezar û dido li paytexta Sûrî
Min hev dîtinek pêkanî û gihamê
Hev dîtinek gel birêz Hoşyar Zîbarî

Min dest da destê te, ey serok Barzanî
Destê birati'yê , ew yekîtî~xwazî
Disa ez dest tev dil didim te bizanî
Û herdû çavên te maç dikim pîrozî

Pîroz dikin li kak Mes'ûdê Barzanî
Ew seroktiya hirêma Kurdistanê

Her ez dibêjim bijî, her bijî serok
Bijî Kak Mes'ud Barzanî û ew doz
Bijî Kurd û Kurdistan û naverok
Herdû çavên maçdikim û destê boz ..

Piroz dikin li şehîd û li pirojê
Ku dîrok nivîsî li deşt û çiyan
Sed silavan ez rêzdikim bo vê rojê
Ku Kurd jiyan-bû bi tere hest û giyan

Pîroz dikin li kak Mes'ûdê Barzanî
Ew seroktiya hirêma Kurdistanê
 

*Xalid Bişar Mamo ..
Ji Başûrê Rojava ye, Ji Bajarê (Derbasiyê) ji Gundê (Curnê Reş- jor).

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]