Helbestê
 

 

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Efrin.net 25. 06. 2005

Xwe ji min
bêzar meke ,
stêran mebarîne,
rûgeşa pelên xwe,
                     biparêze !
Bêhnxwaşa xwe
Ji zarên sêwî,
berbisîr re ,
                      Veşêre!


Helbestê!
bi serê “ Efrînê “,
ez hîn ji te hez dikim,
lê xemsariya jînê,
ez sergêjî kiri me,
ez çiqas dixwazim
careke din ,
te hembêz kim,
û bêhn kim ,
lê tirsa min ew e,
ku ez bi bêhna
hilma
devê xwe
te jî sergêjî bikim.

Helbestê!
lê bi serê te ,
            ez dîsan ji
                   te hez dikim...
û
                   bîra te dikim...


Gulan,2005

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]