FANTAZYA
ÇÛKÊ ŞÎN, DARA RAZAYÎ Û EZ (1)

 

 

 

 

 

 

 

 

EBDULREHMAN EFÎF

Efrin.net 24. 06. 2005


Tiştê ko yê helbestvan dinivîse- bêwate ye.

Dibêje: baskê çûk şîn e û dar razayî ye...

Û helbestvan jî xwe di xew re dibe, da çûkê şîn pîrekekê bedew jêre bîne.

Ew jênehatî ye. Karê wî razan e û çûk jîr e, lê çûk çêkirê helbestvanî ye, ango helbestvan ew wênandiye( ne tenê wênê wî çêkiriye, lêbelê afirandiye, aniye hebûnê!!!

Sê tişt li cem me hene- 1- çûkê şîn 2- dara razayî 3- helbestvan û 4- Ez (Ebdulrehmanê Efîf)

Ez li ser helbestvanekî diştexilim( Amûdê, odeya min î biçûk û çixareyek li ser masê) û payîz...

Ew helbestvanê razayî ne ez im. Ew li bin darê ye û temenê wî pîst e!!! Bîstsalî ye..

Û çûk temenê wî deh sal in. şîn e û carcaran dikeske( keskdibe)

Li vir min forma lêkerê kurdî – Keskdibe – kir – dikeske û jixwe çûkê birra ( rastqîn) ne şîn e, ne kesk e lê .....herkes( everybody) dizane ko sor e...!!!

Dar jî bê çûk nabe, jiber wilo, fantaziya min jêre çûkek keskand, şînand û sorand; ji darê re, an ji kesên van xêzan aniha dixwînin re!!!...

Ma gelo ko çûk timmî qehwerengî be û timmî dar kesk be, ma gelo ko helbestvan zanibe pera bicivîne û bidewlemende( dewletîbibe) ne tiştekî nexweş e( langweilig e)...

Lang: dirêj
Weilig: didûme
Herdu bihevre dikin nexweş, dirêj û nebalkêş e.

Çi îşê zimanê elmanî ji çûk û darê û pîreka bedew heye!!?

Çûkê şîn difirre, perîkek sor jê dikeve li ser çavê helbestvanê razayî...helbestvan naşiyare( şiyarnabe) lê xewnekê dibîne: pîrekek bedew maçî wî dike, devê wê pirr xweş e, porê wê sor e!!!

Ah, ev ew çîrok e, mar li bilûrê dixe û çûk dîsa radizê...


21/06/2005
 

[1] Nemre yek ji têkstine di bin navê (Fantazya) de

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]