Dayika bê deng


Dildar ismail

Efrin.net 22. 06. 2005

Dipirsim li te, dengê te nayê...!!
Bi derengî min li te pirsî
Nema hat .....nema hat
Hê zû bû min tu nedî
Hê zû ye tû bar neke
Dayê li min negre
Qedexeye welat dûre ji min
Rûndikên çava dibarin
Nema karim bidim bersivê
Tarî bû roja ne roj
Şev li min dibe doĵeh
Ax lê dayê ax
Jiyana te hemî êş û nal
Xewşî bi çavan te nedî
Qeder weha dinvîse
Li ber hilma dema dawî
Nema hat…..nema hat
Dayê li min bibhûre
Li ber te ez gunehkarim
Derdê dil bûye ar
Gunhekarim li ber destê te
Birîndarim ĵi evîna te
Bê xatir û silav
Dil bû wekî alav
Hê zûbû ew canê ciwan
Êş maye bê derman
Ey dunyaya bê bext
Te li min gerand
Aşê ĵiyanek zor
Keserên sala berdewam in
Şaxên gula diçilmisin
Û tenûra vemirî geş dibe
Zimanê lal diaxive
Ax lê dayê ax
Li min negre
Ew gorna tarî ....
Ew mihvanên bedew
Silavên dirêĵ
Ĵi dilê tev birîn
Canê bê ĵin
Lê ĵîn dimîne
Û dengê te dîme
Nav û evîna te
Dimîne her tu
Roniya çav
Dermanê birînan
Nema hat....nema hat
Ax dengê te lê dayê
 
19.06.2005

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]