MIROVÊ BI XWE DE RÎ
BERHEVKAR: HESENÊ SEMSÛRÎ
Efrin.net 12. 06. 2005
Rojekê li rojan, rêwiyek êvar lê tarî dibe û rêwî neçar dimîne ku li
gundê herî nêzik bibe mêvan. Rêwiyê reben hê ku zêde bi derengiyê
neketiye xwe digîne gundekî. Û di gund de yekser li deriyê malekê dixîne,
camêr dibê: Malê malê, vaye ez li rê mame hûn mêvanan dihewînin? Xwadiyê
malê bê şik û guman : Keremke, fermo, çawa em mêvanan nehewînin ! Mevan
li hember rûkenî û dilşahiya xwediyê malê gelek bextewar dibe.
Piştî bi xêrhatinê û merhebê, xawdiyê malê li mêvan re xwerinê tînin û
hem
xwerina xwe dixwin û hem jî dikevine nav suhbeteke hûr û kûr.
Gelek dem derbasdibe û dema razanê tê. Êdî herkes diçe ser nivînên xwe û
dikevin nav xewa şîrîn. Lê mixabin, ji br ku mêvan bi êvar de gelek
xwarinên cûda xawribûn, bi şiyar bûna serê sibê re ! Mê van wa mêzedike
ku nav nivînan tije kiriye, (yanê bi xwe de riye). Lê mêvan di nava
şermiyê de dixeniqe. Û dibêje :êy YÊZDANÊ Dilovan ka ezê çi xwaliyê bi
serê xwe bikim ? Ka ezê çawa xwe li vê şermiyê rizgar bikim? Van
camêrana ev qas qîmet û rûmet dane min, lê va rûreşiya ku min kirî?
Mêvan, neçar dimîne ku ji xwe rê û çekê bibîne, yanê ji ber ku kanibe
xwe
biparêze pêwîste ku ji xwe re setemekê bibîne.
Mêvan dikeve nav ramanên hûr û kûr,da ku ji xwe re çareyekê bibîne.
Piştî demeke kurt, mêvan di serê xwe de şanoyekê ava dike. Dema xwarina
taştê tê, lê mêvan hîç di nav nivînên xwe de nalive, ji bo rabûnê tu
hewldanê
Nîşan nade. Piştî demekê xatûna malê : Dibêjê birayê delal da ka rabe,
êdî
dereng bû pêwîste ku em taştê bixwin. Mêvan dibêje : xwîşka delal : Ez
jî baş dizanime ku dereg bûye, lê mîm xewneke gellek bi tirs û xof dît û
ji tirsan hemû canêmin dileriziye, tu hêz û quwet di çongên min de
nemaye ku ez rabim ser xwe. eger ku tu kanibî ji kerema xwe re gazî
Mellayê gund bikî û Mella vê xwena min şrove bike, dibeku hêz tê min û
ku ez kanibim rabim ser piyan.
Xatûna malê, mat û metal dimîne û hema bi lez û bez diçe gazî Mellayê
gund dike. Mella radihêje dûrikê xwe yê pirtûkên pîroz û berê xwe dide
cem mêvan. Mella tê cem mêvan û dibê : Bêje mêvan ka ew çawa xwene ku
ewqas tu bê hal û mecal hîştiye ? Mêvan dibêje: Mella, min di xewna xwe
de tît ku, di nava deryayê de kelheke gelek mezin hebû û di navenda wê
kelhê de mînareyek gelek bihlind hebû û li ser lûtkeyê (poz)mînarê
hêştirek bi erçar nigan rawestiyabû û li ser milikê hêştirê jî zebeşek
hebû û ez jî bi nigên xwesî (bê sol) li ser zebeş sekiniyibûm û li der û
dora mînarê jî gil û gîhayê kesk hebû û hêştirê dixwast ku here wî
gîhîya yî bixwe. Û di nava deryayêde jî bi dehan tîmsahan devê xwe
vekiribûn, dil û cêgerên wan xûya dibûn, didanên wan wek kêr û
xençeranbûn û li benda min bû ku ez bikevim û ji ber ku hema min yekser
bixwin. Dema ku Melle ev xewna mêvan guhdar kir, Mella got:
-Bese bav û birayê min. Eger ku ez li şûna tebûma bi rastî min ê bi xwe
de
biriya.
Mêvan, nivîn li ser xwe rakir û got:
Mella vaye min jî, ji tirsa bi xwe de rîye...
|