Û mirin çavan wek çîçekan dişikîne
Hineke Helbest ji (Pirtûka Wêneyan)
 

 

Rainer Maria Rilke
(1875-1926)


Kurmacîkirin: Ebdulrehman Efîf

Efrin.net 07. 06. 2005

  
 
Melayket

 
Tev devên wan yên betilî hene
Û giyanine xuya bê rex.
Û bêrîkirinek ( wek bo gunehkariyê)
Di xewna wan de vedibuhire.
 
Bibêje giş dişibin hev;
Di baxên Xewdê de
Bêaxaftin in,
Wek gellek,
Gellek bêdengiyan
Di hilatxurtî û mêlodiya wî de.
 
Tenê bîska ew baskên xwe dihazirînin,
Ew şiyarkarê bayekî ne:
Tu yê bibawerî, Xwedê bi destên pehn
Yên hunermendekî  di ser têlên
Tarîpirtûka destpêkê re, dire.
 
http://rainer-maria-rilke.de/06a013dieengel.html

 

Ji nîsanekê

 
Dîsa daristan hilmdelal difûre
Radifirrînin têtiyên bibaketî
Bi xwe re ezmanê li ser milên me
Giran;
Hîn mirov roj di nav şaxan re didît,
Rojeke vala,-
Lê li paş piştnîriwên dûdirêjî bi baran
Nûseetên zêrrokîn tên,
Revyayî ji ber wan bi pêşxaniyên dûr ve
Pencereyên birîn tev
Tirsgîn baskan lihevdixînin.
 
http://rainer-maria-rilke.de/06a002auseinemapril.html

 

Pêşhest

 
Ez wek bêreqekê me bi dûrahiyan pêçayî.
Ez bayan dizanim, yên tên, û gerek wan bijîm,
Li bîska tişt li xwarê hîn xwe nalivînin:
Derî hîn nazik tên girtin, di agircihan de hîn
Bêpêjnî ye;
Pencere hîn naricifin, û toz hîn giran e.
 
Di vê bîskê de ez bahozan dinasim û bi canliv im
Wek derya.
Û xwe dihazirînim û dikevim xwe
Û xwe davêjim û ta dawî tenê me
Di bahoza mezin de.
 
http://rainer-maria-rilke.de/06b019vorgefuehl.html
 


Hineke malik

 
Ew yek e, tevan dixe destê xwe,
Û ew wek qûmê di nav tiliyên wî re dirijin.
Ew dibijêre yên herî spehî ji nav jinqiralan
Û dihêle ew jê re bi mermera spî bên çêkirin,
Bêliv û deng ramidandî di mêlodiya tereşkot de;
Û qiralan datîne ba pîrekên wan,
Kolayî ji wî kevirî bixwe wek wan.
 
Ew yek e, gişan dixe destê xwe,
Û ew wek kêrine qelp in û dişikin.
Ew ne xerîbek e, jilewra ew di xwînê de dijî,
Xwîna ko jiyana me ye û tevdigere û dihedine.
Ez nikarim bibawerim, ko ew neheqiyê diduristîne;
Belê dibihîzim,  pirr kes li ser xerabiyên wî dipeyivin.
 
 

 

Cengvanê li hesp

 
Cengvan li hesp disiware
Di nav hesinê reş de
Berbi derve, berbi cîhana xirecir ve.
 
Û li derve hertişt: roj û newal
Û heval û neyar û xwarin li êwanê
Û îlon û keçik û daristan û pîroztasa kevirî,
Û Xwedê bixwe jî bi hezarên caran
Li kuçeyan gişan eşkerekirî
Lê di hindirê hesincilên cengvan de,
Li paş xelekên herî tarî,
Mirin rûdinê û diponije û diponije:
Kengî wê gwîzan bipeke
Bi ser qefla hesinî de,
Gwîzanê xerîb yê azadker,
Yê dê min ji qorziya min î veşartî derxîne,
Têde wisa pirr rojinên xûz û qurnisî diqedînim,-
Ko êdî dawî ezê xwe ramidînim
Û bilîzim
Û bistirêm.
 
http://rainer-maria-rilke.de/06a004ritter.html
 



Strana stûna wêneyan

 
Li ku ye, ewê wa min dievîne, da bo min
Dest ji jiyana xwe î şêrîn berde?
Eger kesek bo min xwe di derya werbike,
Wilo ezê ji kevir
Li jiyanê, li jiyanê birizgarim.
 
Ez wa pirr bêriya xwîna xumîn dikim;
Kevir wa bêdeng e.
Ez xewnên jiyanê dibînim: jiyan xweş e.
Gelo kesek mêrxasî li ba heye,
Di rêya wî re bişiyarim?
 
Û carekê çaxa li jiyanê bim,
Ya dê zêriyan tevan bide min,-
----------------------------------
Wisa ez dê tenê
Bigirîm, bigirîm bo kevirê xwe.
Çi sûdê xwîna min dadigihêj min,
Wexta ew bistewe mîna
Badeyê?
Belê nikaribe ji deryayê ban ewê han bike,
Yê pirrtirîn ji min hezkir.
 
 
 


Kwîrejin

 
Biyanî:
Tu natirsî, li ser biaxivî?
Kwîrejin:
Na.
Ew wisa dûr e. Ew yeke dî bû.
Ya wê çaxê didît, ya bilind û temaşker dijiya,
Ew mir.
Biyanî:
Û mirina wê dijwar bû?
Kwîrejin:
Mirin dijwar e ji hayjênebûyan re.
Xurt be divêt mirov, ta wexta tiştê biyanî jî bimire.
Biyanî:
Ew ji te re biyanî bû?
Kwîrejin:
- An: piştre ew wisabû.
Mirin ji zarok re ta dayika wî bixwe jî biyanîdike.-
Lê ew tirsnak û dijwar bû di rojên pêşî de.
Laşê min tev bi birîn bû. Cîhan,
Ya di tiştan de guldide û digihêje,
Ji qurim de ji min hatibû hilqetandin,
Tev dilê min( ji min re wilo xwiyakir), û li vir mam
Wek erdekê vepixirandî vekirî û min vexwar
Barana cemidî ya hêsirên xwe,
Ya ji çavên mirî bêrawestan
Û bêhis diherikî, wek ji ezmanine vala,
Dema Xweda dimire, ewr dikevin.
Û guhdariya min mezin bû û ji hertiştî re vekirî bû.
Min tiştine bihîstin, yên ne bihîzbar in:
Dem, ya di ser porê min re veherikî,
Bêdengî, ya di qedehine nazik de zingiya,-
Û hestiyam: li nêzîkî destên min bêhna
Gulekê spî dimeşiya.
Û hercar jinûve ez diramiyam: şev û: şev
Û min bawerkir ez perçeyekî ruhnî dibînim,
Yê dê wek rojekê mezinbûba;
Û min bawerkir berê xwe didim sibehê,
Ya jizûve di destên min de bû.
Min dayik şiyardikir, dema xew zehmet
Bi jêr de dibariya ji rûyê tarî,
Min bang dayikê dikir: Tu, de were!
Ruhniyê vêxe!
Û min guhdarîdikir. Dirêj, dirêj bêdengî vedima,
Û dihestiyam balîfa min dikevirî,-
Wê çaxê wilo bû, wek ko min tişteke çirisî didît:
Ew giriyê dayikê yê tehl bû,
Yê li ser nema dixwazim biramim.
Ruhniyê vêxe! Ruhniyê vêxe! Ez diqariyam pirrcaran di xewnê de:
Qonax û valahî ketiye. Qonaxiyê ji
Ser rû û sînga min hilîne.
Divêt tu wê hilînî, bilind hilînî,
Divêt tu wê li stêrkan vegerînî;
Nikarim wilo bijîm, bi ezman li ser min.
Lê gelo bi te re diaxivim, dayika min?
An îcar bi kê re? Kî êdî li paş e?
Kî êdî li pişt perdê ye?- Zivistan?
Dayikê: Bager? Dayikê: Şev? Bibêje!
An: Roj?...Roj!
Bê min! Çawa dikare roj bê min hebe?
Ma li tiderê cihê min nexuya ye?
Ma tikes li min napirse?
Ma em yekcar jibîrkirî ne?
Em?...Lê tu êdî li wir î;
Tu hertiştê te heye, ma ne wisa?
Ji rûyê te re hertişt hewldide,
Wî şabike.
Dema çavên te ditebitin
Û dema paşê wilo westiyayî bûn,
Ew dikarin dîsa hilkişin.
... Nedengiya min.
Kulîlkên min dê reng windabikin.
Mirêkên min dê biqeffilin.
Di kitêbên min de dê rêz biqurmiçin.
Teyrên min dê di zikakan de
Tewş bifirin û li ser pencerene biyanî xwe birînbikin.
Nema titiştek bi min ve girêdayî ye,
Ji aliyê hertiştî ve hatime vehiştin.-
Ez giravek im.
Biyanî:
Û ez di ser deryayê re hatime.
Kwîrejin:
Çawa? Ser giravê?... hatiyî vir?
Biyanî:
Ez hîn di qeyik de me.
Min ew bêdeng bi te ve-
Girêda. Ew biliv e:
Ala wî libadibe bi ber hişkerdê ve.
Kwîrejin:
Ez giravek im û bitenê me.
Ez zengîn im.-
Pêşî, hîn dema rêyên kevin hebûn
Di damarên min de, betilî
Ji aliyê pirr bikaranînê:
Wê çaxê jî ez diêşiyam.
Hertişt ji dilê min bidûrdiket,
Min yekcar nizanîbû bi ku de;
Lê piştre min ew tev li wir dîtin,
Hemû hest, tiştê, ko ez ew bûm,
Radiwestiya civyayî û didehfand û diqîriya
Li himber çavên dîwarkirî, yên xwe nedilivandin.
Hemû hestên min ên revandî...
Ez nizanim, eger ew bi salan wilo rawestiyan,
Lê ez li ser wan heftiyan dizanim,
Wexta ew vedigeriyan şkestî
Û tikes nasnedikirin.
 
Wê demê rê bi ber çavan ve mezinbû.
Ez wê nema nasdikim.
Aniha hertişt di min de digere,
Bêguman û bêxem; wek rihetbûyan
Hest dimeşin, meş bi wan xweş e,
Di xaniyê tarî yê laşê min de.
Hineke ji wan xwendekar in
Li dor bîranînan;
Lê yên xort
Ew tev li derve temaşedikin.
Jiber dema ew derbasî nêzîkî kêleka min dibin,
Kirasê min yê ji qizêzê li wir e
Eniya min dibîne, destê min dixwîne
Helbestan di destine dî de.
Lingê min diştexile bi keviran re, yên ew di ser wan re diçe,
Her balinde dengê min dikişîne
Bi xwe re ji dîwarên rojane.
Aniha nema titişt kêmî min e,
Reng giş wergerandî
Pêjn û bêhnê ne.
Û ew bêdawî spehî vedidengînin
Wek zingezingan.
Çi bikim ez ji kitêbekê?
Ba di daran de pellan diqulipîne;
Û ez dizanim, bê kîjan peyv li wir in,
Û carnan wan nizim dûbardikim.
Û mirin, yê çavan wek çîçekan dişikîne,
Çavên min nabîne...
Biyanî nizim:
Ez dizanim.
 
http://rainer-maria-rilke.de/06d016dieblinde.html

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]