ŞÊX MAŞÛQ KUŞTIN
HÊVIYEK DIN VEMIRANDIN
MERVANÊ KELEŞ / Ingilistan
Efrin.net 04/06 / 2005
Nûçe gihaşt !
careke din hovîtiyê xwe eşkere kirin
careke din reşahiyê ji roniyê re got divê ez rengê we bim
careke din hêviyek ji hêviyên KURDA vemirandin
Belê dem hê dema we ye reşreşkên şevê
belê hê dem dema we ye.
belê dîroka rojên bê warê me ye
belê mirin karê we ye û jiyan li hêviya me ye
Di serê we de tenê kuştin heye
di sînga me de bînvedan û gulvedan e
di çavên we de xwîn dikele di çavên me de zarok û nûdem e
di destên we de serjêkirin bi destên me tovên Qamişlokê
Tovên ramana ŞÊX .
|