Li
ser pirtûka Helbestên Xilat Ehmed
Çarîkên Berbangê – Tiryaq
Cankurd
Efrin.net 02. 06. 2005
Xilat
Ehmed
hozanvaneka kurd e, bi zarê xwe yê şîrîn, bi helbestvanî û pevekdariya
xwe ya delal, bi bejn û bala xwe ya kubar, bi nêzmirovî û dilgermiya di
hilperk û dîlanêd kurmanciyê da… Lê belê – mixabin – ev car kela
dilê xwe bi Erebî daye der, bi rengekî siyah, ku tenê ji destê
tablokêşekî mezin ê wek Reşîd Hesso derdikeve, pirtûkek bi
sernavê "Çarîkên berbangê – Tiryaq", wek pêleka herifdêr a zireyê
avêtiye kenarêd dûrwelatiyê.
Lê bo çi
bi Erebî?
Divê
em binêrin, ka ev xanim li kî derê dijî. Li Swîsra, di nav Kurdên, ku
piraniya wan bi Kurdî nizanin bixwênin. Kurdên li welatên din jî
neçêtirin di têkilya bi zarê Kurdî re. Hozanvan jî, çi hozanvan dibe
bila, meraq dike, ku berhemêd wî / wê
bigihin xwendevanan, lê gava ewan bi zarê dayik û bavan nizanibin
bixwênin, êdî hozanvan binzor dibe, qumaşê xwe bi rengekî dî deyne ber
wan.
Ji aliyekî
dî ve, mixabin! Para Erebî li ba gelek malperên wêjevanî yên Kurdan
bêtir e ji para Kurdî. Nivîskar, Hozanvan û roşenbîrên me xwe di Erebî
da hêzdartir, nasbertir û berçavketîtir dibînin.
Ev
Selîmberekatkirina wêjevaniya kurdî ye tevî rêzgirtina me ji hêja
Selîm Berekat û berhemêd wî yên giranbuha re, wêjevaniya kurdî tar û
mar dike. Ez bi xwe çar-pênc hozanvanan dinasim, ku zimanê wan ê kurdî
zelal û xort û fireh e, lê dîsa jî xwe davêjin gola zimanê erebî, xwe tê
da digevizînin û avjeniya xwe bi dilxweşî di wir da dikin.
Ez bi xwe
gotarêd ramyarî bi Erebî dinivîsim, lê berhemêd wêjevanî tenê bi Kurdî,
ne bi zimanekî dî, dinivîsim. Dibe jî ya min şaş û çewt be, ya van
hozanvanan rasttir be. Ez nizanim, lê bila em ji bîr nekin, ku hozanvanê
Ereban yê tev mezin Ehmed Şewqî
Kurd e, hema em nikanin bibêjin, ku berhemêd wî kurdî ne.
Di pirtûka
Xilat Ehmed da (14) helbest hene, ji wan Neqşên kevin, Xerîbo
lo li bajêrên dûr, Ezê perê xwe bi nazikî jê re verişînim, û
Çarîkên berbangê - Tiryaq.
Di
van helbestan da dilketinek mezin bo welatekî dûr heye,
çavrêkirinek herheyî di çavên koviyek kurdistanî da dixuye, hezkirin û
bihna mêbûnê ji azadiya xweyî re, û di paş her pevekekê da xemek mezin,
kulek giran û tirsek ji rabûna perdeyên şermiyê heye, û çavin, ku bi
şevan di tenahiyê, tîbûnê, dûrbûnê û belengaziyê da giriyane, veşartîne.
Hozanvan
a me ya delal bi xwe jî dibêje:"Hîn di
çavê
min da şermîna rojhilat heye…"
Ew çiqas bizava xwe dike, ku bilind bifire, carekê di ser yê berê çûyî
re, di ser welatê
ji dest çûyî
re, di ser rewşa xwe ya nebaş û jîna bêzariyê re, lê her û her basikêd
wê dişikin û vedigere razanga evîndariyê, ku ji wir pê va hîç penahgehek
jê re tune. Li ciyê hêviyan ew gulên bi xem û hêsiran hatine avdan
diçîne, û li ciyê azadiya bêsînor û serhed, tenha maçek ji bîr nebûyî li
rawestgehek biyaniyê, di lêdankek demê da, bo yarê xwe, na..na, bo yara
xwe wek diyariyekê di deftera xwe ya hozanan da dinivîse.
Ez bi xwe
di ber xwendina van helbestan ra xemgîntir bûm ne dilşadtir, lê dêmê
hozanvana delal û ciwan li ser bergê paşînê pirtûkê dilê min hîn bêtir
ji va dema seqayê, bêmirovatiyê û bêevîniyê tirsand.
Vane çend
rêzikên,
ku min bo we wergerandina Kurdî:
"Siya
min wê negihe te
Di va
gerîna dorhevî ya bêdeng û dirêj da
Di semaya
derwêşan da
Di nimêja
min a kavilkirî da…"
………………………..
"Li ser
milêd min ên bêgunah
Gundên
bakur û stranên palekaran vedihesin
Ji teh'na
axê serxweş dibin
Bagerînka
tozê
Di paş
koma mezin a kêsê da
Dilxwezînê di seriyên tiliyên min da vêdixîne…."
………………………
"Ezê ji
te ne bêtir bim
Ezê ji te
ne kêmtir bim
Ezê
çarşefên textê xwe yê xewê biguhêrim
… û
silaviya dildarêd xwe bikim
Bi hemî
kanîna xwe ya fêlbaziyê
… û
vêxistina şemalan li ser pencereyên min ên girtî
Ezê çavrê
bim, ku tu li deriyê min bidî, xanim…()
û tu
min vexwendiyê evînê bikî…."
…………………………
"Şehzadeya min!
Ka min hobike,
Ez piyê xwe di bayê
da bilind bikim
Wek pampelîskekê,
Basikên
xwe dicûmîne,
Di
dilmestiya mêtinê da
Berî ku
nêrgiza min bidizin
û berî ku
xweşbihna min
bê min
cîlaw bikin.
Tu
biyanîyî xanim
û ez jî bo
te biyanî me
Ev zevîn
bihna min nanase
Tijî ye
bi efsaneyan
Dûr e ji
nexçeyên welatan
Rûmetdar
e ta girînê
Ez xwe
didim nav dema xwe bê wesek
Ez im gula, ku di
pirtûkên geryaneran da ziwa dibe.
Ez pençek morik
dibexşînim dildarêd xwe
da herifteyên min
gulbidin."
…………………………..
Weku – belkî – bê
hişê te
Ezê sêvê
di ber xwe kim ()
û
berê xwe bidim tirênan
Çavrêkirin, vê carê, ta şeşan bê hode ye
û
porê min î dirêj wê ne bes be
bo maçek dirêj, di koşek rawestgehê ()
da …"
|