BIDERENG !!

 

JOUMANA HADDAD

JI EREBÎ: EBDULREHMAN EFÎF

Efrin.net 27. 05. 2005


„ Em timm li nêzîkî hertiştî ne em destpêbikin,
wisa em pirrtir timm bi hezkirin in“




Bidereng mêrê hêzdar!!
Nelezîn, bidirû toreyên xwe bêhndirêj.
Bidereng!!
Yek in çûn û veger
Rêwîtiya avê destpêdike ji binî ta jor
Û laşê min
Dema bibe dem-
Bibawer-
Dê xwe nede alî ji tofana Te...

Bidereng!!
Wê binermijîn qenc kulma xwe
Wê bibirûskîn şîn dasa xwe
Wan amadebik gulleyên xwe û bizmaran
Bindestbik xurtiya min bi bêhnfirehiya xwe yî tûjdiran
Û bib zorî noqqayişa min, dijmina destê Te...

Bidereng hêrsbûyo!!
Û metirs
Yê tu dîwar dihejmêrî
Derî ye...
Kilîta wî sebra Te ye:
Bêrîkirina xwe bigurrîn
Bigurrîn veşidandina masa xwe
Bigurrîn bêhnçikandina xwe û êgir
Ez raperîner Te divêm da Tu biteqî
Û heyfhilînker
Da heyfê hilînim...

Xwe biamedîn qenc şêrê dîn
Bihêl erd bizîvire leztirîn pêşî
Bihêl dilbijîn ji nivkê ve bigire ser neliviriyê pêşî
Dûvre hêdî be piçekî
Û vebihûn zêrê stêrên xwe nebilez
Li nav sînga min...
Ji min bifilit pirrtir û bihêztir
Vederxîn derya ji xwêya min lê
Şilbike tenê û nebare
Lewra peşk wate ye
Li nav pêlan...

Bidereng!!
bişemite li ser çerm wek qeşmûşkê
Bi kevanê re evîndar wek tîrekê
An çavekî dibîne xwe
Li barabûna vekişandina xwe...
Nîvê min bûye agir li çavekî
Kînek bê pencere nîvê dî
Û şiyar li ser bahozê
Nîvê min yî sisiyan...
De îca bidereng, bidereng tu mirina min:

Ez girêdaya demvebihurandinê...!!!

 


Beyrûdê, 19 nîsanê 2005
 

Joumana333@hotmail.com
http://www.joumanahaddad.com

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]