TIRSEK
Berhîm Qasim
Efrin.net 24. 05. 2005
Tirsek ji mêj deye
di hindirê min de ye
min lal dike, bê zar dikê
bê çar dikê…..
tirsek na tevizê
birîna kul her kul dikê
bîr û ramanan di serê minde winda dikê
dilê bi kul singê di qutê
tirsek zindiwa
na nivê û na nivim
xewnan hişyar di bînim
xewnên bi tirs
ev tirs her dijî
min bê hoş dikê
bê…….
Bê çareme
Ne rêber û mamuste
Ne zîrek û ber pişte
Ne dayîk û bav û kal
Zana û dost û heval
Li ser kulê'm bi civin
Li ber dilê min bi din
Tirsek ji mêj deye
Di hundirê min deye
Îşev ewrekî reşe
Sibî baran û befre
Ser nişîn û fedîyoker
Perîşan û bê çare
Ev tirs gelek zirare
Ji mêj deye …
Min re dijî…gavan tavêjê
Weke sihka min,wekî dehbekî
Xwe tavêjê ser singa min
Weke kabûse
Min di gevêzê ,di guvêşê
Girane jîn di dê, na tevizê
Di zanim ne li hember wê me
Bang dikim deng na vedê
Kes bi min ve na revê
Babeluske, pêl û gere
Taye, sare, ceng û şere
Di xwazim binosim
Li ser rûpelek sipî
Pesn û aferînên xwe….
Têde çap bi kim
Yan jî helwîstên xwe
Kerba dilê xwe….
Ramanên nû
Rêçek nû….
Li ber siha darekî di buharê de
Nav gul û kulîlkan
Ber aveke zelal, sûlavekî
Ser zinarekî, raserî gelîyekî
Rû pela xwe
Wêneyên gul û kulîlkan …
Kevokan li ser bi weşînim
Ji bîr bi kim
Rûndikê piçûk û mendalan
Dar bestên genc û qîz û lawan
Hêstirên yara xo ji bîr bi kim
Fermêskên derbeder û mişext û awaran
Ji bîr bi kim cînosayid ,tehrîb û enfal
Na xwazim bi çim sere dana Emerê xawer
Zîndan û sînema yan çar çira
Rundikan bi rijênim ser Kêlên şêrê çîya
Ser lehing, pêşmerge û girêla
Ji bîr bi kim şewata gund û rez çolan
Ji bîr bi kim ediyoloceyên
Ramanên min pûç kirî
Tirsek na tevizê na nivê û na nivim
Ji ber guhê min na çê ev girî
Ji nûve dê bi nosim
Dîroka vî şerî …….
Kevir quliptin û bayê xo guhert
Piçûk rabûn
Bi agir lehîstin û hilgurî
Bi şêwek nû
Bi awazek nû
Memik avêtin,lehîstokên xo perçiqan din
peyivîn ,bêje gotin
Xo li ser linga girtin
Rahiştin ber û tevran
Bîrewer û zana çêbûn
Fêrî cîhanê bûn
Bav rakirin û dayîk
Sorgih mezin bûn ji dîrokan
Ji çîrokan ji dektatoran
Ji felsefe û edyolocan
Ji mêranîya sedê salan
Ji beyîreq û alan
Tirsek na tevizê
Na nivê
Û na nivim
Lê di xwazim bi nosim
Şirovekim
Belgeye dîroka min
Pirşenge ji bo ferhenga min
Hewildanek zore
Ji bo yara min
Rawestim ji bo te maç bi kim
Te hildim jor na tirsim
Na tirsim û na nivim ala mine
|