PÎVAN

 

Hejar Kurd

Efrin.net 24. 05. 2005

Rê dirêj in
Û dirêjîya wan
derîyayên
hêvîyên min napîve.

Deng û hawarên
Min ji hevdü
Nayên birîn.

Lê...
Ji lalbûna wan
Guhê ku ezman
pê Kerr dibûn.

Perwerdekirina
Ku me pê buhara
Xwe xemilandî.

Lê...
Hîn bi tîpê jîyanê
Hîn nebûne.

Hevalê xwe
Nas nakim.

Birayê min pozê
Min dişkîne.

Cîranê min xwe
Li min nake xwedî.

Gemara cîhanê bi ser
Baxê me da diweşiya.

Digeriya.
Dikeniya.
Digriya.
Bi girîdikir
Pê dikeniya
Digriya
Ü dikeniya ü
Carnejî destê
Xwe bi ser porê ra
Mira Dixuşand.
Bipîve ,

Nayê pîvandin.
Berde, dev ji
Nexwşiya xwe
Bernade.
De bê pîvan
Here…….
Ta ku jîyan te
Bipîve.

02.05.05

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]