Dara Jiyanê
Heysem Omer
Efrin.net 21. 05. 2005
Dara Jiyanê Barzanê nemir
Tu maye dîrok bi sûnd û bawer
Te şax gihane her cih û her der
Ked xwarê çend sal bûye xwelî ser
B'hevre rûniştin bi bîr û bawer
Pêk ve hildane kesk û sor û zer
J'bêxêr û şingal dijmin kirin der
Fidralî sitandin şêrên bi ceger
Dayîka şehîdan xûşka gulî zer
Pêşmerge hatin gihan Girçeper
Reşê tu deyîne l'xweke sor û zer
Helebça xemgîn roja te da der
Silav ji bo wan pêşmergê b'ceger
Ser şopa tene bi bîr û bawer
Ber ava mezin çandin gulên zer
Bêhna gula tê bi misk û enber
Gulana 2005
Dêrika Hemko – Şirik
|