Xewna min
ji sala 1985-2002
Berhîm Qasim
Efrin.net 19. 05. 2005
Ewrên reş
Ser canê min barane
Ji tirsa evînê
Bin nivînin
Bê civînim
Barê min çi girane
Dîwarên wek hesin
Zîndane
Têne kişandin
Derzandin
Ji gurmîna dilê min
Ji ahên evînê
Ji canê min tên pêlên xwînê
Barane li ser canê min
Ewrên giran , hemî levyan, bûye tofan
Têne kişandin têlên dilê min
Ew ji nûve qetiyan
Xewna min
A bi tirs
Bû rast
Liba genimê ewa girs
Berî çandinîyê av hate ser
Nema şîn bibê yanî rah bidê
Ango şax bidê
Çimkî qurimî ango werimî
Weke dilê min
Wek pêt û agir nîva singa min
Birûsk û tîran şewtand cergê min
Bûye penceşêr girtî bihna min
Kengî windabin
Noserên nûker , ji min û dijmin
Dijî gelê min…..
Xewna min a bi tirs
Bû rast….
Rastî weke roj
Ew ewrên giran tev bûne baran
Ji singa zemîn
Rûçikê bûkê
Ji nûve xwiya
Dê ka ez çibkim
Dilêm rabû j'dil
Di berde tewiya
Bi rêz di ramûsênim
Wan dest û piya
……….
Ev hezar salbûn
Tu bibû qeraş
Ev hezar salbûn
Te cok dabû kaş
Ev hezar salbûn
Te min dikir haş
Wek dîn û hovan
Te gerand ev aş
Ne wek mirovan
Tu bûye siltan, bi ceng û şerî
Lîsikên kewa, va te perçiqand
…..
li ber ro ava
şeveqa mirî
rûkê yara min
rûkê qurmizî
dê ka ez çibikim
hatî şerdandin
ji neynokên rizî
di bin wan qirêj
cersûmên bi terî
teryên wan dirêj
zir û newewî….
Dê ka az çi bikim
Ketî ber tîran
Ev dilê kurmî
. ………
ev xewna giran
vê şeva baran
birûsk û tavî
bahoz û tofan
li ser min civyan
dê ka ez çi bikim
li ser singa min
ev lingên giran
dê ka ez çi bikim
hîn min ne çandî
bû dema zîldan
ev pora têl têl
qet ne hat hûnand
……..
Dermanekî reş li kefenê min da
Li ser gora min wî pesnê xwe da
Bi lingê mezin
Ket ser tirba min
Tar û belavkir
Ev xaka ser min
Bû kêferata kêlên gora min
Hawar û girî
Girîyê dayîka min
Di nîva gorê
Gora gelê min ..
…….
Bayê reş û kur
Gelekî xurtin
Dema dirabin , gelekî sirtin
Ji tirsa halanê
Halana dijmin
Ji reva dîlanê ..yar tê revandin
Ji reva evînê…mal tê xopandin
Di bin nivînê…al tê şewtandin
Dê ka ez çi bikim
Ji girîyê dayîka xo
Firmêsk û rûndik,dilop dilop tên
Ser pêçeka min
Darbestên ser mil , keç û lawên min
Dê ka ez çi bikim
Girîyê min nayê
Êşa xewna min
Kirim di belayê
Lê qet ne haşim
Mirî û kelaşim
Ji evîna minre
Ji sirûda min re …dengê te nayê
Can hat hingavtin
Dil hat çirandin, sotandin
Weke warê min ê kevnê b'dirav
Li ser xaka min kole û bêgan
Vaye diyare berhem û encam
Tehrîb û enfal
Komkuj û zinar
Nehîn dikin tev
Şûn û warê min
Tixob û sînor ê welatê min
Pênosa dijmin tevde qirêje
Gelekî şaşe li ser dîroka min
……..
Dê ka ez çi bikim
Zore kewandin
Birîna sala gelekî vebû
Va pir mezin bû
Dê ka ez çi bikim
Ji derya cizerî
Ji efsena xanî
Ji ahîna dilê xo …
Ji kerba evînê
Momo carek dî, dil kete zînê
Çima nexoş ket, li ser xanê dimdim
Feqehê teyran … mokrî û hejar
Ceger cergexwîn , kîme ezê pîr…
Pirin ê wek wan …
Wek seyda yê min
Çima nexoş ket
Apo û bederxan
Serê min û te, di bin nivînê
Dê ka ez çi bikim
Giriyê min nayê
Êşa gelê min, kûr û mezine
Xewa min nayê
Ev xewna giran
Vê şeva baran
Birûsk û tavî, bahoz û tofan
Ew pêçeka wî
Berî birokdan
Berî bendeyî
Berî bendebaw
Ketî ber pêlan
Bavê wî ê kal, bi xaç û xaçî
Wî hembêz dike
Rêberê mezin
Serbaz û efser
Dan û seroke
Hûrik genim, tevlî hev dike
…….
Dê ka ez çi bikim
Ev hezar salbûn, te min dikir haş
Bi şêwên derew, tev gotinên şaş
Teriyên rûyê te
Hiş û binê te
Wek ramanên te
Tîror û kole
Paşma û nezan, cenga şûr deye
Ev karê genî hîn ji mêj deye
Dê ka ez çi bikim
Di welatê min
Bûne koledar
Tev diz û mafiya
Li ser pişta min , bûne dewlemend
Hîn hebûna min,na deyînin ber çav
Tixob û aqar kirin tar û par
…….
Dê ka ez çi bikim
Xewnek dirêje
Raman û fêrbûn
Xwendin û zanîn di serê minde
Gelek bê hêze
Li min bibûrin, ev xewn û xewe
Awat ji yezdan êm be daxewe
…….
Dê ka ez çi bikim
Xewnek dirêje
Kabûs û taye
Tête derzandin sitûna mala min
Di nav heriyê, dev û lepê min
Ser û çavê min, mîna ala min
…….
Dê ka binêre….
Ne razîna xwe dê xuya bikin
Wekî şahnema di rûyê neyar
Raperin em tev, wek reqs û sema
Dê ka binêre l'çiyayê bi kew
Şaşik girêda rabûye ji xew
Hilweşandin tev pirtûkên derew
Di berdin ser hev ev çem û cobar
Pir mezin dibin ev ger û sûlav
Dibê wek derya, lê siwar dibin
Lê siwar dibin em kurdê hejar
Di xemilin tev çiya û zinar
Çima na rabin, kawa û Rostem
Gelekin navdêr
Mêr û jin û genc
Wek şêrê çiya
Ê bi nav û deng
Hewldan bikin
Liba genimê, omîd û hêvî
Liba genimê bibête simbil
|