VEDIN
KAMRAN SIMO
Efrin.net 17. 05. 2005
vedin
tênegihiştina
rêzên raperînên
di hesreta veşartî de
hatine veşartin
vedin
da çiya govendê bigirin
bîranîn
di lerza dil
ya dûrmeyîz de avjeniyê bikin
stranên wan
têlên tembura Cizîrî mest bikin
keman
giriyê şewata daristanan bigirî
da
gulleyên sor xwîn
xeftanê şevê bidirînin
vedin
xencera ji kalan kişandî
evîna têkoşerê
zîv hatî û zêr mirî
vedin
qeşa girtina awirên min
di esmeriya çavên sibê de
û pêtên şewatên
lêvên kulîlkan kizirandî
hewarên
bi çûkên westiyayî re
li dîwarên kevne koşkan dikevin
vedin
zarokiya
di dergûşa gerdûn de digirî
giriyê ciwaniya hildikişê asîmanan
strana evîna nîvmayî
bi demê re direvê
li nav awirên aska çav bikil
di kefa mista min de
diperpitê ciwanî
ev stran hemû tenahiyên min
digiriyênê
05.04.2005
|