Di 58. Festîvala Filman ya Cannes de,
roja diwemîn roja Kurdan bû

Hêvîdar Zana-Cannes
efrin.net 16. 05. 2005
Roja 11ê Gulana 2005an li Başûrê Frensa bajarê Cannes 58emîn
Mihrîcana Filman ya Navnetewî dest pê kir. Di Mihrîcana Cannes de li gel
stêrkên navdar yên Hollywoodê, gelek stêrk û navdarên sînema cîhanî
amade bûn.
Yek ji 20 filmên ku di Mihrîcanê de ketine pêşbirkê, filma derhênerê
Kurd Hiner Salem ya bi navê Kîlometer Zero bû. Ev cara yekemîn e ku
derhênerekî Kurd, bi nasnama xwe ya Kurdî (Yilmaz Guney ne bi navê
Kurdan beşdar bûbû) beşdarî Mihrîcana Cannes dibe. Galaya filma
Kîlometer Zero diwemîn roja Mihrîcanê seet 10ê êvarê hat li dar xistin.
Lê mirov dikare bibêje ku wê rojê çavên mêvanên Cannes li ser Kurdan bûn.
Berî galayê derhêner Hiner Salem û lîstikvanên Film yên sereke Belgîm
Bilgin û Nazmî Kirik derketin pêşberî artêşa fotografan.
Hêjayî gotinê ye ku aktrîsa film Belgîm Bilgin bi qasî aktrîseke
Hollywoodê ji bo çapemeniya cîhanî balkêş bû. Piştî kişandina fotografan,
li saloneke mezin civîna çapemeniyê hat li darxistin. Li wir derhêner
Hiner Salem, Belgîm Bilgin, Nazmî Kirik, Wezîrê Rewşenbîrî yê Kurdistanê
Samî Şoreş û serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan bersiva
pirsên bi sedan rojnameger dan. Bi sedema naveroka film, çend endamên
çapemeniya Ereban hinek pirsên provakatîv kirin, lê belê Hiner Salem rê
neda derketina nexweşiyekê û wî bersiva her pirsê bi bêhnferehî da.
Êvarê seet 09.30an tevayê beşdar û mêvanên Kurd, bi organîzasyon û
kortejeke taybetî ji aliyê amadekaran ve li ber xalîçeya sor hatin danîn.
Dû beşdarên ku di şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cî digirtin, li
şûna smokîn û papyonan bi şal û şapikan tevlî galayê bûn û ji aktorên
film bêtir bala çapemeniyê kişandin. Aktrîsa film Belgîm Bilgin bi
fîstanekî bedew ji koleksiyona John Galliano û bi bejn û bala xwe ne
kêmî Sharon Stone bû. Nazmî Kirik, Hiner Salem, Wezîrê Rewşenbîrî Samî
Şoreş, serokê Enstîtuya Parîsê Kendal Nezan, nas û malbatên lîstikvanan
û em ekîba Kurdistan Tv, li ber dengê dengbêjekî Kurd, derbasî salonê
bûn.
Hiner Salem di filma xwe de bi giranî li ser têkiliyên di navbera Kurd û
Ereban de radiweste. Ew di kesayeta Kurdekî leşker (Nazmî Kirik) de, di
dema şerê Îraq û Îranê de rewşa Kurdan û zilma ku ew ji ber Kurdbûna xwe
dibînin tîne ziman. Xortê Kurd ji mecbûrî diçe leşkeriyê lê ew li dijî
şer e. Dîmenên ku li wir dibîne, zilma ku li Kurdan dibe dihêlin ku
nakokiyên mezin li cem wî çêbibin. Film bi giranî li derdora wan nakokî
û nerazîbûnan hatiye hûnandin. Li gora filmên Kurdî yên ku di demên dawî
de hatine çêkirin, filma Kilometer Zero di aliyê teknîkî û kişandinê de
filmekî serkeftî ye. Lîstikvaniya Nazmî Kirik hêjayî pesindanê ye û
hêviyeke mezin bi mirov re çêdike.
Lê belê ez nikarim vê yekê ji bo Belgîm Bilgin bibêjim. Hem rola wê
di film de pir bi sînore (ew sê çar caran derdikeve) û hem jî
performansa ku wê di mihrîcanê de li pêşberî çapemeniyê da nîşandan, wê
di film de nedaye nîşandan. Ew bi rola xwe re nebûye yek, bi tenê hewl
daye ku bilîze. Lê di mihrîcanê de bê gûman ji bo çapemeniyê ya herî
balkêş Belgîm bû. Li gora dîtina min lîstikvaniya Nazmî Kirik di bin
siya bedewiya Belgîm de dimîne. Ev filma wê ya yekemîn e, lê ew niha li
Frensa di nava hewldana xwendinê û xurtkirina lîstikvaniya xwe de ye. Bi
giştî Kîlometer Zero filmekî serkeftî ye û xwediyê mijareke balkêş e. Wê
encamên mihrîcanê roja 22ê Gulanê diyar bibin.
|