Kronolociya Osman Sabrî (APO

Amedkar: Cankurd
Efrin.net 15. 05. 2005
Me hêvî ye
ji xortan, ew binasin karê xwe
Dest bavêjin
tifing, biparêzin warê xwe
Ew nizanin
dost û yar li ser wan çi dibêjin
Nemaze em
kalemêr ziman dirêjin
(Dîwan:
Rûpel 36)
"Divê
xebatkar ji sê tiştan netirse: Hejarî, zîndan û Mirinê."
Bêguman xuyakirina jînnigariya
mirovekî navgiran û xwedî rêç û şopek mezin di dûroka neteweyekê da, bê
bêlîkirina merc û nîr û bûyerên çarexên wê kesaniyê, dê gelek çewt û şaş
û kêm be…Lew re em parçeyekî ji dûroka Kurdistanê tev li jînnigariya
Mamhoste Osman sabrî (Apo) dikin, da liv û ger û xebat û kefteleftên wî
yên ramiyarî û wêjevanî bên zelalkirin. Div ê warî da me ji Kronolociya
Dr. Gulmorad Moradî û pirtûkên Mihemmed Mela Ahmed, Heyder Omer û
hinekên dî gelek agahî girtine.
1880:
Serhildana Şêx Ubeyd Nihrî li Ormiye çêdibe û di wê sale da tê
vemirandin. Hikariya wê serhildanê li ser mejiyê Kurdên roşenbîr mezin
dibe.
1891:
Iyaletên Hemîdî ji Kurdan di Kurdistanê da ji aliyê dewleta osmanî ve
tên avakirin û pişt re dibistana eşîrtiyê (Eşîret mektebî) li Istenbolê
bo fêrkirina zarokên serêlên kurdî û neteweyên dî li ser bingeha
hezkirinê ji Tûrkayetiyê re.
1898:
Rojnameya “Kurdistan” li Misirê / Qahîrê ji aliyê Miqdad
Midhet Bedirxan ve derdikeve.
1905:
Osman Sabrî li gundê Narincê / qeza Kextê, ku navçeyek êla Mirdêsan bû û
niha di bakurê Kurdistanê da ye, ji dayik dibe. Ew navçe dikeve navbera
Meletiyê, Rihayê, Siwêrekê û Sêmsorê [Adîyamanê]. Têkiliya nêzîk a
malbatî ya Mêsan bi Evdilahî, Têrikan û Gawestî re heye.
Di kovara Hawarê
(Jimare 52) da li ser êla Mirdêsan gotar heye.
1905:
Li Dêrsimê serhildanek çêbû.
1905:
Serhildana êla Şikakan li Kurdistana îranî dij bi deselatdariya navendî,
û pêdakirina gellek şorayên sergerandina xwe bi xweyî li navçeyên
kurdî, wek li Seqiz, Mahabad û Kermanşah, ji aliyê Qazî Fettah’ ve, ku
zanayekî olî yê kurd bû, ji malbata Qazî.
1906:
Eşîret Mektebi hat girtin, lê belê fêrkirina wan xortên kurd ew
hişyarkirin û caved wan li rewşa cîhanê û neteweya xwe vekirin. Li
Istanbolê xwepêşdanek kurdî çêbû.
1907:
Li Istanbolê bi
hezaran Kurd derketin kolanan bo xwastina mafên xwe yên neteweyî. Emîn
Bedirxan Beg, Şêx Evdilqadir kurê Şêx Ubeydullah Nihrî serkêşiya Kurdan
kirin.
1908:
Tevgera Conturk Li Konstantinopolê (Istanbolê) daxweyaniya rêbazekê
derket, ku bo hemî neteweyên împeratoriya osmanî wekheviyê soz dike.
1908:
Li Istanbolê komeleya Tea'wun we Tereqî ya kurdî çêbû. Rojnameya Kurd
hat weşandin.
1909:
Ji vê sale da Conturk dest bi ramyariya zorkirinê kirin dij bi gelên ne
turk (Alban, Ermen, Kurd û ên din..).
1909:
Dij bi vê derketina Kurdên Millî (Kurdên Lîberal) bi serkêşiya Ibrahîm
paşa û avakirina gellek komîteyên kurdî û rojnameyên, ku piştî demeke
kurt tev hatin qedexekirin.
1909:
Klupên Kurdan ji aliyê dewleta osmanî ve hatin kilîtkirin û qedexekirin.
1912:
Osman Sabrî diçe
dibistanê.
1912:
Komeleya Hêvî li Istanbolê hat damezirandin. Ji endamêd wê [Omer Cemîl
paşa, Qedrî Cemîl paa, Memdoh Selîm paşa û Fuad Temo]
1912:
Kovara Roja Kurd, ku navê wê paş 4 hejmaran bûye Hetawî Kurd, hat
weşandin.
1913-1914:
Serhildana Bitlisê û li başûrê Kurdistanê bi rêberiya Şêx Abdul Selam
Barzanî, du bûyerên giring ên berî destpêka cenga cîhanî I.
1915:
Destpêka qirkirina Ermeniyan ji aliyê Turkan ve, Bedirxanî bizava xwe
dikin bo rizgarkirina Bitlisê.
1915:
Çapxana kurdî ya yekemîn li Helebê / Sûriyê ji aliyê Husên Heznî
Mokiryanî ve hat vekirin.
1916:
Peymanên bi dizî yên
hevgirtiyan (Dewletên hevgirt) li ser parvekirina împeratoriya
osmanî û Kurdistanê (Peymana Sykes-Picot).
Destpêka mişextkirina 700.000 -1.000.000 Kurdan ber bi rojavayê Anatolia
ve.
1916:
Heyder bavê Osman Sabrî koç dike diyarê rehmetê, apê wî Şukrî serkohiya
xwe li wî dike.
1917:
Osman Sabrî dice dibistana Ruşdiyê li bajêrê Kextê.
Berfanber 1918: Bernameya
çarenivîsa xwe bo gelan, ji aliyê serekê amerîkî ve Woodrow Wilson hat
daxuyanîkirin.
03.03.1918: Kuştina serkêşê
asûrî Mar Şîmon Bênyamîn XXI. Ji aliyê Ismaîl Simko Axa ve, rêberê
serhildêrên kurd li Kurdistana îranî.
1918:
Di 30. kt. 1918 de împeratoriya osmanî, ku di cenga cîhanî yekê de li
gel Almaniya şer kir, hat şikandin û pêwîst bû li ber Hevgirtan destan
ji ber xwe berde.
11.10.1918: Hêzên qeyserê
alman li ber hêzên firensî dişke. Fransa ji bo pilandêd xwe yên
kolonyalîst pishtrast dibe. Pilana ku li gel Brîtaniya danabû bo
parvekirina Rojhilata Navîn dikeve xebitandinê.
1918:
Cenga cîhanî ya yekê radiweste.
1919:
Dij bi kiryarên
Kemalîstan ji aliyê mezinên Kurdan ve li Malatiyê serhildan çêdibe.
1919:
Alî Ibo Şaşo, Mistefa Çolaq û Seydê Dîkê bizava xwe dikin bo
rawestandina leşkerê firensî yê, ku ji aliyê Iskenderonê ve derbas nav
Sûriyê dibe.
1920:
Fransa bi leşkerê xwe dikeve Sûriyê.
1920:
Osman Sabrî xwendina xwe li Kextê diqedîne.
1919-1920:
Yekemîn serhildana kurdî dij bi koloniyalîkirina îngilîzî li başûrê
Kurdistanê. Ev tevgera, ku bi rêberiya Şêx Mehmûd Berzencî hatibû
ajotin, pêdakirina “Kurdistaneke yekbûyî û azad” armanc kiribû.
19.-26.
Nîsan1920:
Konfiransa San Remo. Wan gellek peymanên, ku di dema cengên di navbera
Hevgirtan de li ser parvekirina rojhilata navîn hatibûn girêdan, li gor
teraziya nû ya hêzan hatin bi cih kirin. Brîtaniya Gewre destê xwe wek
mandatekî da ser raka erebî û wîlayeta kurdî Mosil, Fransa jî li hember
wê bi 25% ji berhemên petrolê di herêma Mosilê de bû hevpar. Bergeha
avakirina dewleteke ermenî an kurdî di herêmên din ên, ku pêwîst bû bi
dest Urisan ketana, ma tiştekî vekirî.
10.08.1920: Peymana aşîtiyê
ya Sêvres Kurd wek wek “Neteweyên hêjayê rizgariyê ne” jimart. Ev
peymana Sêvresê, ku di navbera welatên hevgirt û Dergahê Bilind ê osmanî
de hat îmzekirin, Parvekirina dawîna ku di peymana San Remo de hatiye,
da pejirandinê. Di birrê III (bend 62-62) de ew rê dide bo pêdakirina
dewleteke kurdî di parçeyekî de ji herêma Kurdistanê. Ji aliyê Kurdan ve
General Şerîf paşa wek nûner hatibû pejirandin.
1920:
Serhildana Ismaîl axa
Simko li Kurdistana îranî, ku ta bi 1930 dirêj kir.
1920:
Li herêm û bajêrên Idlib û Erîha li rojavayê Sûriyê, Ibrahim Hanano, ku
mezinekî Kurdan bû, serî li Firansiyan hildide.
23.08.
1921:
Sir Percy Cox, Komîsarê bilind ê
brîtanî li Mesopotamiya, Şehzad Feysel (kurê Şerîfê Mekkê), ku Fransizan
ew ji Sûriyê derkiribûn, wek şahekî li Iraqê bi navkir. Kurdan “hilbijartina”,
ku bo navkirina wî hatiye sazkirin, bi tundî
neykirin.
20. 10.
1921: Peymana firensî-turkî
ya Ankare, ku bi nave peymana Brian-Bekir tê nasîn. Fransa herêmên kurdî
Cezîrê û Kurd-Daxê tev li Sûriyê dike, Sûriye di bin Mandata wê de bû.
1922:
Cezîre, ku mezintirîn herêma kurdî ye li bakurê Sûriyê dikeve bin destê
Fransa.
1922:
Osman sabrî dotmama
xwe li xwe mehir dike.
1923:
Serhildana duwemîn a Şêx Mahmûd. Ew xwe bi “Şahê Kurdistan” navdike û
têkiliyê bi mezinên Kurdan re li Iranê, bi Simko axa re, çêdike, ewê ku
ji 1920ê de serî li deselatdariya îranî hilda ye û şer dike. Ev tevger
ji aliyê leşkerê brîtanî ve tê pelixandin û Şêx
mişextê Hindistanê dikin.
06.
1923: Kurdên Hevîrkan,
Dûrkan û Hacî Silêmanan li Biyandorê hêriş ser leşkerê frensî dikin û
serhêzê bi nave Kaptin Rogan li Girê Topê li nêzîkê Tirba Sipî dikujin.
24.
Avdar 1923:
Peymana Lausanne di navbera
fermandariya Kemal Ataturk (Ankare) û Hevgirtan de. Vê peymanê
peymana Sevres ji ortê rakir û tevlêkirina piraniya Kurdistanê bi ser
dewleta Turkiyê ve biryar kir.
1923:
Osman Sabrî heta vê salê fêr dibe: Şervanî, suwarî û serohatên êlê. Ew
mamhosteyê xwe yê hêja Ismaîl efendî dinase. Di vê salê da jî kurê wî
Welato ji dayik dibe.
1923:
Peymana Lozanê ciyê peymana Sevres digire û mafê Serxwebûnê yê neteweya
Kurd tê bincilkirin.
03.
Avdar 1924:
Bi fermanekê hemî dibistan, komele
û belavokên kurdî, bi ser ve jî terîqet û rêgahên olî hatin qedexekirin.
Parlemana turkî ya yekemîn, ku di nav de 72 pêşdarên Kurdistanê hebûn,
hat ji hev şelandin.
Befranbar-Nîsan 1925:
Serhildana Şêx Seîd
Pîran li bakurê Kurdistanê çêbû. Osman Sabrî ji ber vê şorişê hat ber
dadgehê li gel du apên xwe. Herdu apên Osman Sabrî (Şukrî û Enwer) li
gel hevalêd xwe yên rêbertiya şorişê kirine hatin darvekirin.
1925:
Kovara "Diyar Bekir" ji aliyê Husên Heznî Mokiryanî ve derket.
16.
Kanona paşîn 1925:
Hevgirêdana Netewan, li ser
daxwaza ngilîzan, tevlêkirina başûrê Kurdistanê (Mossul) bi ser
dewleta Iraqê ve dipejirîne.
1926:
Kişandina sînorê di navbera Turkiyê û Iraqê de.
Havîna
1927:
Avakirina kongireya Xoybûn
(Serxwebûn), Sercivana neteweyî ya kurdî. Di vê saziyê de, hemî
komikên kurdî, partî û rêkxirawên, ku piştî cenga cîhanî ya yekê hatibûn
avakirin, hebûn. Ji mezinêd wê: Celadet Bedirxan Beg, Memdoh Selîm, Elî
Riza Şêx Saîd, Haco Axa, Dr. Shukrî Mihemmed Sekfan, istefa Şahîn Beg,
Emîn Ehmed (Berîxan), Bedriddîn Axa Husênî, Tewfiq Cemîl, Fehmî Liceyî û
du zabitên ji bashûrê Kurdistanê: Kamil û Kerîm.
1927:
Fransa destê xwe dide
ser tevayiya rojavayê Kurdistanê.
1928:
Teviya sergerandina sivîl û leşkerî ya Kurdistana turkî dikeve bin destê
“ Serdarê giştî yê rojhilat”, ewê ku komîsarê turkî tev bilind li
Kurdistanê. Hema-hema li her derekê di herêmên kurdî de hilgavtin
çêdibin.
1928:
Di havîna vê salê da
komela Xoybûn li Sûriyê bi hirhitandina Fillehên Cezîrê tê qedexekirin.
24.12.1929: Osman Sabrî
derbas dibe bin xetê (Kurdistana di bin dest Sûriyê da)
10.06.1930: Di civîna
Xoybûnê da biryara serhildanê hat standin.
03.08.1930: Li derdora
çiyayê Agrî bi serokatiya General Ihsan Nûrî paşa serhildanê destpêkir.
Turkiyê û Iranê hevbendiyekê pêda dikin, ku wê bi hev re bişkînin.
1930:
Perçebûna Komela
Xoybûn.
1930:
Osman Sabrî vedigere bakurê Kurdistanê û dice ba Şêx Seîd Riza.
1930:
Komela Harîkariya
Belengazên Kurd li bajêrê Hesekê li Sûriyê bi rêbertiya Haco Axa tê
avakirin.
Hizêrana 1930: Simko axa,
serkêşê Kurdan li Iranê, ku ji 1920an de dij bi deselatdariya navendî
derketibû, di dan ûstandinekê de li gel nûnerên Teheranê tê kuştin.
(Sala 1989ê wilo rêberê kurd Dr. Evdilrehman Qasimlo jî li Viyana/
Austria hat kuştin)
1930:
Osman Sabrî vedigere binxetê û ji aliyê Fransa vet ê girtin û li bajêrê
Reqqê, ku piçekî dûre ji sînorê ve bi rûniştin didin. Ew dîsa dice bakur
û dema vedigere Sûriyê xwe du mehan lib a êla Inizî ya ereba vedişêre.
1930:
Osman Sabrî div ê sale da diçe ba Şêx Ehmed Barzanî û ji wir jî diçe ba
Şêx Mehmûd Hefîd.
Payîza
1931: Serhildaneke nû li
Kurdistana îranî di bin rêberiya birayê Simkoyê kuştî de.
1931:
Osman Sabrî li bajêrê Mosilê ji aliyê Ingilîzan vet ê girtin û paşku wî
ji girtîgehê berdidin wî didin dest Firensiyan.
1931:
Piştî ku ngilîzan Şêx Mehmûd Berzencî ji Hindistanê vegerandin, ew
careke din serî li wan di Kurdistana Iraqê de hildide. Ew tê şikandin,
tê girtin û li Bexdadê di mal de tê bin çavkirinê yekê Kurdên Iraqê vê
carê di bin rêberiya Şêx Ehmed Barzanî û Mele Mustafa Barzanî de serî
hildidin. Hêza brîtanî ya asîmanî bombeyan berdide ser gundên kurdî.
Gulan a
1932: Ankare zagona koçkirin
û ji ser hev belavkirina Kurdan derdixîne. Bi sedhezaran Kurd bi orta
Anatolia û rojavayê wê ve tên mişextkirin.
15.05.1932: Kovara HAWAR li
Şamê bi rêvebiriya Mîr Celadet Bedirxan bi tîpên, ku Celadet Beg pêda
kiribûn derdikeve. Di hejmara diduyê da Osman Sabrî helbesta xwe ya bi
sernavê Berdilk belav dike û diyarî Qedrîcan dike.
1932:
Osman Sabrî ji ber zordariya Firensiyan direte diçe Ammanê li Urdunê.
H8n di wê salê da ew diçe Filistînê û li wir di bin navê Zirav da demekê
dimîne.
30.01.1933:
Nazî deselatiyê li Almaniya digirin û tirs dikeve dilêd kolonyalîstên
firensî.
1933:
Serhildaneke nû ya kurdî li Iraqê di bin rêberiya Barzaniyan de (Şêx
Ehmed û birayê wî Mele Mustafa)
1933:
Osman Sabrî vediger Sûriyê û li bajêrê Hemayê bi cîh û war dibe.
1935:
Osman Sabrî di vê salê da nebed dikin, wî dişînin Madagasker li Afrîka.
1936:
Xortbûna têkoşîna
neteweyî ya sûrî li hember Fransa, navê kurdê qehreman Ibrahîm Hanano li
ser zimanan geriya.
1937:
Li hev kirina Saa’d Abad li Teheranê di navbera Afganistan, Iran, Iraq û
Turkiyê de, ku di nav wan de şerkirina dij bi tevgerên neteweyî hatibû
peymankirinê.
1937:
Osman Sabrî vedigere
Libnanê.
08.
1937: Serhildana Amûdê li
hember zordariya Fillehan, ku Fransa hemî berpirsiyarî di Cezîrê da
xistibû destêd wan.
1937:
Serekên Xoybûnê ji
aliyê karbidestên firensî ve tên nebedkirin (surgunkirin) Tedmurê
(Palmyra), ku bi sedan Kîlometir di nav çolistana Sûriyê da ye.
1937:
Serhildana Dêrsimê bi
rêberiya Şêx Seîd Riza destpêkir.
1938:
Klupên kurdî yên çandeyî û werzişî (sporî) li Amûdê bi navê Klupa
Ciwanan (Ciwankurd), ku serekê wê Mihemmed Elî Şêxmûs bû, û li Şamê
Yekîtiya Xortan vedibin, Herdu komel bi hev re dibin yek di bin navê
Nadî Kurdistan. Lê ew li ser daxwaza Fillehan paş salekê dîsa tê girtin
û qedexekirin. Di vê demê da Dr. Ahmed Nafêz wek rêberekî Kurdperwer
bilind dibe.
1938:
Osman Sabrî vediger Sûriyê.
1938:
Li Şamê kmela Ciwanan vedibe û Osman Sabrî di kluba Kurdistan da dersên
zimanê kurdî dide.
1939:
Cenga cîhanî duwemîn
ji aliyê Naziyên alman ve destpêdike.
1939:
Klupa Kurdistan, ku Osman Sabrî têda dersên zimanê kurdî didan, tê
girtin.
1939:
Fransa Senceqa Iskenderonê wek diyarî dide Tûrkiyê, ku ew bibe alîgerê
Fransa di cengê da li hember Almaniya.
1939:
Avakirina saziya kurdî Hîwa li başûrê Kurdistanê.
1939:
Partiya Komonîst a Sûrî di vê salê da demekê rojnameya "Dengê Cotkar" bi
Kurdî derdixîne û "Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Cîhanê" çêdike.
1939:
Osman Sabrî tevî ku ne komonîst bû, demekê di "Civata Aştîxwazên Sûrî"
da, li gel Mamhoste Reşîd Hemo, Şewket Hennan, Xelîl Mihemed û hinekên
din dixebite.
21.06.1940:
Hitler Fransa bi dest xwe ve tîne.
Fransa li Sûriyê jartir
dibe. Hitler peymana Versailler, ku paş Cenga Cîhanî Yekê hatibû bestin,
diçirîne.
1940:
Osman Sabrî diçe ba
şêxên Ezdiyan li Hesekê.
1941:
Standina Iranê ji
aliyê komikên leşkerî yên Hevgirtan, ji cî rakirina dîktatorê îranî Riza
şah û azadkirina hemî girtiyên ramyarî ji bendexaneyan, ku di nav wan de
ramyarmend kurd jî hebûn.
1941:
Osman Sabrî diçe bakurê Kurdistanê, lê dîsa redigere Sûriyê. Di wê salê
da kurê wî Welato tê kuştin.
16.09.1942:
Avakirina saziya Komele (Jiyanewey
Kurd) li herêmên ne bindestkirî li Kurdistana îranî.
15.08.1943:
Hejmara dawîn ji Kovara HAWAR
derdikeve.
1943:
Dayika Welato, jina
Osman Sabrî diçe diyarê rehmetê. Paş vê yekê Osman Sabrî ji xwe re jinek
Çerkez a bi navê Şadiye Receb Doxoz tîne, ew dayika Hoşeng, Hoşîn,
Heval, Hingûr û Hêvî ye.
1944:
Osman Sabrî li dayîra mîrî
li Cezîrê kardike.
1943-1945: Her
bombebarankirina Kurdistana îraqê ji aliyê hêzên asîmanî yên brîtanî ve
û berxwedana tund a Barzaniyan çêdibe.
1945:
Cenga cîhanî ya duwê
bi şikestina Almaniya, Japan (Nîpon) û Italiya diqede.
16.08.1945:
Avakirina Partî Demokrat î
Kurdistan î Iran li Mahabad û tevgereke fireh di nav Kurdan de ji bo
xweybûnê di herêmên kurdî de.
17.12.1945:
Ala kurdî li ser avahiya dadmendiyê tê bilindkirin.
17.04.1946:
Sûriye serxwebûna xwe distîne.
22.
Çêleyê paşîn 1946:
Bi navkirin û daxuyanîkirina
fermandariya otonom li Kurdistanê. Komara Kurdistan li Mahabad di bin
serkêşiya serokê xwe û pêşewayê PDK, Qazî Muhemmed de, salekê dirêj kir.
17.12.1946: Ketina hêzên
leşkerî yên deselatdariya navendî nav Mahabadê bê ku pevçûn çêbibin.
21.12.1946:
Girtina pêşewa Qazî Mihemmed û
Seyfî Qazî û rêhevalêd wan li Mahabadê.
1946:
Komeleya Azadî û Yekbûna Kurdistan di vê salê da
li gor nivîsa Mihemed Mele Ehmed li Cezîrê/ Binxetê hat damezirandin. Li
gor Mela Namî ew komele di sala 1937ê da hatiye damezirandin, serekê wê
Dr. Ehmed Nafêz bûye û Cegerxwîn sekretêrê wê bûye.
31.03.1947: Roja bi
darvekirina Qazî Mihemmed, Sedr ê Qazî û Seyf ê Qazî li Mahabadê, li
meydana „Çiwar Çira“.
1947:
Osman Sabrî bi
biryara wezîrekî sûrî ji kart ê avêtin.
Gulan-Hizêran 1947:
Rev û têkoşîna Mistefa
Barzanî dij bi hêzên leşkerî yên deselatdariya navendî ya îranî, ku ew û
600 şervanên bi wî re xwe gihandin UdSSR.
1948:
Osman Sabrî pirtûkên xwe [Elîfbaya kurdî, Bahoz, Derdê me û çar leheng]
dide nasîn.
10.12.1948:
Daxuyaniya cîhanî ya mafên mirov ji
aliyê Dewletên Yekbûyî ve derket.
1949:
Mamhoste Reşîd Hemo,
Mihemmed Elî Xoce, Şewket Henan û Qadir Ibrahîm ji Kurdaxê diçin li
Cezîrê bo li şop û rêçêd Xoybûnê bigerin, da tiştekî bo Kurdan bikin,
hem bê encamekê bi destxin vedigerin.
1950:
Mamhoste Osman Sabrî,
Hemîd Hac Derwêş, Mecîd Hac Derwêş, Mihemmed Salêh Hac Derwêş û Xidir
Ferhan Isa li Şamê komîtiyek çandeyî avadikin. Ev komel pirtûkên Osman
Sabrî [Elîfba, Derdê me, Bahoz] û pirtûkek Rewşen Bedirxan, ku bi Erebî
ye (Rûpel in ji edebiyata kurdî) û pirtûka Evdirrehman Zebîhî ya bi
Erebî (Neykirina Komopolîtîkê) çapdikin.
1951:
Ev komika kurdaxî di
vê salê da ji ber tevger û keftelefta xwe tê binçavkirin.
06.01.1952: Mersûma rêbazî
Nr. 139 – Bend 1 bo qedexekirina navên ne erebî li ser dikan û xan û
karxanan. Armanc ji wê tenê navêd kurdî bû, lora ku navêd firensî û
îngilîzî û yên bi zimanên dî ne hatin qedexekirin.
1952:
Komela Yekîtiya
Ciwanên Demokratên Kurd li Cezîrê hat damezirandin [Mihemed Mela Ehmed,
Evdilezîz Elî Evî, Derwêş Mela Suleyman û Samî Mela Ehmed Namî].
19.Ab
1953:
Dagerandina deselatdariya
Lîberal-Demokrat a Dr. Mossadeq li Iranê bi rêya serbinkirineke, ku ji
aliyê CIA ve hatibû li dar xistin, û ji nû ve pêdakirina dewleta polîs a
sazmana şahdariyê, ku tê de bi firehî pêketina hemî komikên hembervaniyê
„Opposition“ û ji wan jî Kurdên li Iranê, çê bû.
1955:
Osman Sabrî komeleya
Vejandina Çanda Kurdî damezirand, bi xwe jî bû serakê wê û wek dixuye,
ev komele bû bingeha avakirina yekemîn partiya kurdî li Sûriyê.
1956:
Osman Sabrî baweriya xwe bi giringiya avakirina partiyekî kurdî li
Sûriyê ji rêhevalêd xwe re tîne zimên.
14.06.1957:
Avakirina Partî Demokratî Kurdistanî Sûriye li Helebê:
1958:
Dr. Nûriddîn Zaza dibe serokê PDKS.
 
1958:
Partiya Azadî li Cezîrê bi xebata Cegerxwîn, Mihemed Fexrî, Mela
Şêxmûs Qerqatî, Mela Şêxmûs Şêxî hat damezirandin.
1958:
Komela Ciwanên Demokratên Kurd tev li PDKS bû.
1958:
Di vê salê Sûriy bi Misirê ra dibe yek dewlet. Berî wê Turkiye
pir gef û gurran dide Sûriyê ji ber ku li Sûriyê partiyek kurdî hatiye
avakirinê.
13.11.1960: Agir bi
sînema Amûdê dikeve, tê da 350 zarokêd kurd disotin. Kurd ta niha
dewletê û karbidestên nijadperest gunahbar dikin.
14.12.1960:
Biryara tunekirina kolonyalîzmê, ku
di bin jimare 1514 da ji aliyê Yekîtiya Netewan ve derdikeve, di vê
biryarê da mafê çarenivîsê bo hemî gelan tê bi cihkirin.
1960:
Komîtiye navendî
partiyê li Sûriye tê girtin û heta sala 1962ê di bendexanê da dimîne. Di
bendexaneya Almezzê da avokatek hat ba Osman Sabrî û jê xwast, ku dev ji
ramana hebûna netewek dî li gel ya Ereb di Sûriyê da berde, da ew bê
pere berxwedana zagonî di ber wan de bike, Apo ew nepejirand û got, ku
ev Avokat peyayê dewletê ye, ji aliyê wê da hatiye şandin.
1961:
Yekbûna Sûriyê div ê
sale da têkdiçe û gelek girtî yên komonîst û yên kurd ji zindanê tên
berdan.
05.10.1962:
Zagona Nr. 93 bo Serjimartina
Taybet li herêma Cezîrê derket.
08.03.1963: Partiya Albaath
li Sûriyê deselatdariyê bi serbinkirinek leşkerî destine. Rewşa Kurdan
wêran dibe. Zabitên kurd ji leşkeriyê tên avêtin. Ji vê demê pê ve
hebûna neteweya kurd li Sûriyê ket bin dijwariyek mezin.
1964:
Navê PDKS hat
guhartin, li ciyê Kurdistanî bû Kurdî û bi wê şêweyê hebûna Parçeyekî
Kurdistanê li Sûriyê ji bernameya partiyê hat rakirin.
1964:
Fermana wezareta hindirî ya sûrî Nr. 1360 derket (Kembera erebî bi
dirêjiya 375 Km û firehiya 10-15 Km) zevîn ji dest Kurdan hatin standin,
di bin navê rêforma çandinî da (Zevînên Dewletê).
05.08.1965: Parçebûna PDKS û
destpêka tevliheviya tevgera neteweyî ya gelê Kurd li rojavayê
Kurdistanê. Mamhoste Osman Sabrî bû serekê şaxê çep ê partiyê.
1969:
Peymana navneteweyî
ya mafên çandeyî, aborî û civakî derket.
1969:
Selahbedriddîn û hevalêd xwe di Partiya Çepê Kurd da li Sûriyê mamhoste
Osman Sabrî (Apo) ji nav xwe bi dûrxistin û partiya, ku wî
avakiriye bi dest xwe ve anîn.
14.06.1969: Osman Sabrî
carek dî dice bakurê Kurdistanê, di wê nave dab o wî du sal zindan li
Sûriyê derdikevin.
11.03.1970:
Peymana mafê Autonomî bo jêriya Kurdistanê di navbera hikûmeta.
15.06.1970:
Osman Sabrî bi şêweyek helbestî
pesindariya serakê kurd nemir Mela Mustefa Barzanî dike û bizava bo
têkiliyek baştir di nav herduwan da dike. Ew vedigere Sûriyê û demekê di
zindanê da derbas dike. Ta dawiya jîna xwe di bin çavdêriya îstîxbaratê
da dijî, ji ber ku her û her ew wek neyar ji xwe re didîtin.
1970:
Kongira neteweyî ya yekemîn a Rojavayê Kurdistanê di bin serkohiya
Serakê nemir Mela Mistefa Barzanî li Nawperdan / Bashûrê Kurdistan.
Pêdakirina serekatiya yekcarkî (Qiyade Merheliye) bi serekatiya Deham
Mîro.
1970:
Biryara navneteweyî
ya mafê çarenivîsa gelan Nr. 2625 derket.
1972:
Parçebûna partiya, ku
bi serekatiya Qiyada Merhelî, û vegera Reshîd Hemo û Hemîd Hac Derwêş ji
Iraqê û liva wan dij bi serekatiya Partî Demokratî Kurdistanî –Iraq û
rêbertiya Mela Mistefa Barzanî.
1973:
Girtina piraniya
endamên serekatiya partî (Qiyada Merhelî).
1973:
Cenga Ereban bi
Israîlê ra.
1973:
Deselatdariya Baas di bin saya Hafêz Esed da zagonên dij bi Kurdan bi
cih anîn.
1975:
Peymana Cezaîrê û
têkçûna şorişa bashûrê Kurdistanê. Koçkirina mezina gelê Kurd ber bi
Iranê ve.
1975:
Yekîtî Niştimanî Kurdistanî bi serekatiya Celal Talbanî li Şamê avadibe
û hêrişek tund dibe ser Barzaniyê nemir û PDK.
1976:
Parçebûna partî carek dî paş konfiransekê li Şamê û bi egera rawestanê
ji Partî Demokratî Kurdistan-Iraq.
1976:
Di vê salê da dîsa
pêşmergeyên herdu partiyên mezin: PDK û YNK dest bi şerê çekdarî li
jêriya Kurdistanê dikin.
1976:
Avakirina komîtiya
pêdakirina Partiya Sosyalîst a Kurdî li Sûriye – PSK-S ji aliyê Cankurd,
Ahmed Osman û Mahmûd Silêman Elî ve li Helebê. Paş demekê Ezîz Çerkez,
Xalid Xelîl, Salêh Gedo, Sadêq Mihemed Elî, Hemîd Mustefa û gelek
endamên partiyên din tev li vê xebatê bûn.
1976:
Peymana navneteweyî
ya hilbijartinî bo mafên ramyarî û sîvîl ji hemiyan re derket.
18.05.1977:
Navêd 151 gund li Kurdaxê û 161
gund li Kobaniyê bi biryara wezareta kar û barê herêmî tên erebkirin.
1977:
Kongireya PSK-S li
Helebê hat li darxistin û partî hat damezirandin. Di wê salê da Ezîz
Çerkez, Xalid Xelîl û hinde hevalên din li ber gundê Geverê / Bakurê
Kurdistanê di şerekî navbera YNK û PDK da hatin kuştin. Ewan di rêya xwe
da bûn bo xortkirina têkoşîna gelê me li Bashûrê Kurdistanê.
15.02.1978: Ta vê dûrokê 321
gund û 72 ziving hatibûn erebkirin.
14.03.1978: Avakirina
hevgirêdana Kawa ya çandeyî li Libnanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Gelê
Kurd li Sûriye ve.
01.03.1979: Serakê kurd ê
nemir, qehremanê ku tirs xistibû dilêd neyarên neteweya Kurd Mela
Mustefa Barzanî paş demek dirêj ji nexweşiya Xerçengê (Kanserê) li
Washington /USA koç dike diyarê rehmetê.
1980:
Di vê salê da Partiya Sosyalîsta Kurdî – PSK kongireya xwe li Helebê
dirist kir û biryara tunekirina xwe da, lê belê komek ji Partiyê li
Cezîrê di bin serokatiya Salêh Gedo da karê xwe gudand û biryara kongirê
ne pejirand. Di vê salê da jî Selahbedriddîn û hinde hevalêd xwe yên çep
ji hev verê bûn û navê partiya xwe kir: Partiya Yekîtiya Gelê Kurd li
Sûriyê.
1981:
Partiya Demokrat a Kurdî û Partiya Yekîtiya Gelê Kurd li Sûriyê bi hev
re bingeha hevpeymanekê danîn.
1982:
Alpartî Aldemokratî
Alsûrî, Partiya Çep ê Kurdî û Partiya Demokrata Pêşverû bi hevre biryara
hevkariyekê nivisandin.
1983:
Di vê salê şaxek ji Partî Dîmokratî Kurdî (Alpartî) cihê bû bi serkêşiya
Ismaîl Emo û Şêxalî û nav li xwe kir: Partiya karê Demokrat ê Kurdî li
Sûiye.
22.03.1986: Hevpeymana
Demokrat a Kurdî li Sûriyê Hat damezirandin ji (Partiya Çepê Kurdî,
Partiya Demokratê Kurdî û Partiya Pêşverûyê Kurdî li Sûriyê).
11.11.1986:
Fermana qedexekirina zimanê Kurdî
li ciyên kar û li şahî û dewatan. Ji xwe berê li dibistan, dadgeh û
leşkeriyê qedexe bû.
1989:
Rêberê PDK-I Dr.
Evdirehman Qasimlo li paytextê Austria Vîn bi xinizî ji aliyê sîxurên
Iranê ve hat kuştin.
1990:
Partiya Karê Kurdî,
li gel Alpartî û parek dî ya ji Partî, ku di bin navê Konfêrans da bi
hev re Partiya Demokrat a Kurdî ya Yekbûyî damezirandin, lê belê şaxek
dî ji Konfêrans karê xwe bi serê xwe gudand, tev li wan nebû.
1990:
Partiya Demokrat
Kurdî ya Yekbûyî bi şaxekî Partiya Yekîtiya Gelê Kurd û Partiya Alşaxîle
(Karmend) bi hev re Partiya Demokrata Kurdî ya Yekbûyî (Yekîtî)
ava kirin.
1992:
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê dîsa ji ser hev belav bû, bû
du Yekîtî.
1991:
Biryara serekê
wezîrên sûrî hejmar 1976/1 bo nehêştina Kurdên, ku nasname ji wan hatiye
standin, biçin dibistan û xwendinên bilind. Dr. Kamal Şeref / Serokê
xwendina bilind ev biryar di bin fermana xwe Nr. 687 da bi cih anî.
05.041991: Biryara navnetewî
jimare 688 bo paristina gelê Kurd li jêriya Kurdistanê.
14.10.1992: Biryarkirina
Federaliyê bo jêriya Kurdistanê di Parlemana Kurdistanê da.
24.03.1993: Di bendexaneya
Hesekê da 58 girtiyên kurd tên sotandin.
11.10.1993: Osman Sabrî
(Apo) li Şamê koç dike diyarê rehmetê, wek rêberekî mezinê Kurdan,
serbilind û enîhilmiştî. Berhemêd wî di gelek rojname û kovaran de û
belgeyên dadgehan da wek dîdar li ser xebata wî (Me li binê vê
kronolociyê li rêz xistine).
06.12.1995: Parêzkarê Hesekê
li Sûriyê Subhî Herb biryara qedexekirina navêd kurdî bo dikan, hotêl,
karxane û çayxanan derdixîne.
20.12.1997: Navêd 55 gundên
Kurdan bi biryara Yehya Ebo Eselî, wezîrê kar û barê herêmî Nr. 496 li
herêma Hesekê tên erebkirin.
05.05.1998: Navêd 120 gundên
Kurdan li Cezîrê û Kurdaxê tên erebkirin.
14.06.2000: Ji ber parçebûn
hergavî û gelek egerên stratîcî yên tevgera netewiya gelê Kurd li
rojavayê Kurdistanê, Partî Demokratî Kurdistanî Sûriye (PDKS) ji nû ve
ji aliyê komikek biçûk a welatparêzên kurd ve (Cankurd, Dr. Taufik
Hamdosch, Rodî Çavşîn û Dr. Salih Sîdo) paş demek dirêj ji
danûstandinan, ji gengeşeya ramyarî bi gelek rewşenbîr û xebatkarên kurd
re, û paş amadekirina bernameyek taze, li ser bingeha daxwazkirin û
xebatê di bin vê diruşmê da "Demokratî bo Sûriye û Xwedmoxtarî bo
Kurdistana Sûrî" li bajêrê Hannover / Almaniya, bi navê xwe yê berê tê
vejandin.
31.12.2000: Biryara
nijadperest a wezîrê hindirî yê Sûriyê Mihemmed Herbe bo mafê nasnameya
windabûyî derdikeve, ku rewşa Kurdan di wî warî da cihê dike ji gelê
sûrî.
Ala
Rengîn (Helbest) 1936
Zozan
(Helbest) 1942
Elîfbaya Kurdî 1955
li Helebê tê çapkirin
Derdên me
1956
Ziman
di jîna gelan de
1956
Kûçikê Bekiran (Helbest)
1968
Serê
Şêr (Helbest) 1969
Bahoz
1956 li Şamê hat
çapkirin
Dîwana APO Li
Almaniya ji aliyê Hemreş Reşo ve sala 1981 tê derxistin
Elîfbaya Kurdî
1982 carek dî li
Şamê tê çapkirin.
Çar Leheng
Çapa duwê 1984
Dîwana Osman Sabrî,
1998, Apec, Stockholm / Swîd
Berhemên di
kovaran de:
Berbang:
1982-1983 Li Stockholmê
Çiya: Li
Almaniya –Derhêner Hemreş Reşo
Hawar:
Berdêlk (Helebest 1932), Li goristanek Amedê (hej. 21), Agirî
(Hej. 51), Mezin û mezinatî (hej.51), Gelo dem ji zêr e (hej. 52), warê
min ne î kor e (hej.51), Pire Genderê û Hemûşê Kulik (hej. 52),
Şeytanqûnî (hej. 55-56),
Hêviya
Welat: Li Almaniya
Hêvî:
1983- 1984 Li Parisê
Gelawêj:
1949
Roja Nû:
1943 li Beyrûtê / Libnan.
Ronahî: Çêroka
Mist Awik (hej. 12), Tereşê Şevê, (hej. 14), Şêrek bi darekî (hej. 14),
Şêxê Barman (hej. 14), Seyê ku gur tanî fêza pêz (hej. 15), Beraz û
Berazî (hej. 16), Napoliyon (hej. 16 - 27), Mijo û Xanê (hej. 17), Li
ser ola Ezîdiyan (hej. 19, 20, 21) Çend gazind (hej. 20), Şîna jinekê (hej.
21), Selahdîn (hej.23, 24, 25, 26, 27), Ziman û nivisandina wî (hej.74) |