Şahînê Bekirê Soreklî
[Pisîk jî xewnan dibînin]
Cankurd
Efrin.net 15. 05. 2005
Bi bergekî reng qurşînî, ku tenê wêneyê
pisîkek (reş û sipî) li ser e, pirtûkek ji 128 rûpelan û 20 çêrokan ji
aliyê niviskarê hêja Şahînê Bekirê Soreklî ve ketiye nav destêd
xwendevanê kurd.
Hêja Soreklî, ku niha ji porsipiyên niviskaran e, bi zimanê xwe yê şirîn,
bi serpêk û tecrubeya xwe ya dirêj di jînê da, û bi têrbûna mejiyê xwe
ji çande û kelepûra Îngilîzî, Erebî û Almanî, li gel ku ew kurdekî xudan
dilekî nazik e û evîndarê welêt e, ji me ra hinde berhemên hêja berê
lêkirine û pêdakirine, û wek stûnek wêjevaniya kurmancî di nav Kurmancan
da xwe ji zû ve daye pejirandinê.
Şahînê B. Soreklî di van kurteçêrokan da jî hikariya du cîhanan, ku li
ser wî heye, tîne ber çavan, Yek: Hikariya mezin a çande û kelepûra
Îngilîzî û jîna ji zû ve, ku ew li dûriyê, li Australiya dijî. Du: Kul û
êş û malwêraniya Kurdan, ku wek geyayekî hov, xwe her û her davêje nav
hemî berhemêd wî û wan bi zûkî dipêçe, nahêle ew vehese û binzor dibe,
ku xwe bi wan kul û sohtînan ve gêro bike.
Wek di [Windabûn-1987], [Namûsa Êmo- 1994] û [Azadbûna Mehmet Karataş –
1985] da jî, ew ji civata kurdî, ji bêzarî, hejarî, nezanî û sohtîna
kezeba Kurdan venabe. Lew re jî ew di vê pirtûkê da, berî hemî çêrokên
din, bizava xwe dike, ku xwe ji Kurdan rizgar bike, bi ser çêroka John
Hayde da diçe, lê dîsa jî di wê da ew û Johnê xwe li dûriyê û li mirina
di dûriyê da digihînin hev, ji hev nabin, nikanin xwe ji dava dûrketinê
û çandeya wê rizgar bikin, têda tên pişaftin û dibin xulî...Lê di
pişaftinê da bîrana wan bi xortî wan vedigerîne çandeya wan a ku ewan jê
hatîne... ev biberhevketina çandeyî hertim li ba Şahînê B. Soreklî
çêdibe, wek gladiyatorê paş her serkeftinekê dîsa dadikeve trata
hevkuştinê û qehremanekî an bokeyekî dî yê amadeye bo kuştinê li pêş xwe
dibîne. Ew gilî û gazincên xwe dibe civata pêxemberan, lê çi fayde?! Ew
belengazek e di nav pêlên zireyek mezin û fireh da, di tariyê da
avjenîyê dike, nizane qeraxên wê zireyê li ku ne, û çandîn dûr in. Ew li
ber lêdaçûnê, destê xwe dipelîne û davêje her tûmekî, bo rozgariya xwe
ji dûriyê, ji tenahiyê û ji mirinê, lê ma dikare?! Ez dibêm: Ew bi xwe
jî nizane rê li kîderê ye û çare çiye!
Şahînê B. Soreklî her û her vedigere şikefta, ku jê hatiye, zarotiya li
paş gelek zire û welatan her û her ji wî re hembêza xwe vekiriye, û li
ser sewkiya welatê xwe bi qeser welatê xwe yê piçûk lingêd xwe dirêj
dike, bihnekê, soliqekê berken dibe, bi bîrana xwe dilşa dibe, lê deng û
qîreqîra jînê di dûriyê da wî radike, ser ji nû ve heşar dike...
Ew di van kurteçêrokan da, wek me berê di nirxandina [Windabûn] da
gotibû, bizava xwe dike, ku rojekê an katekê ji gera xwe ya gerdonî
raweste û seriyê xwe deyne ser balifê welatê xwe û vehese, lê belê ew
nema dikare di rastîniyê da vegere wa zarotiya berî niha bi pêncî salî,
wa mala, ku hatiye herifandin û malek dî jê pêda bûye, û nikare vegere
wî niştî, ku bi sedan car tar û mar bûye, ew niştê, ku êdî nema tê bîra
wî, ka Şahînê B. Soreklî li kîderê maye, çima ne li mal e...
Dûrî û bîran herdu bi hev re dêm û hinavêd Şahînê B. Soreklî bi kizotên
sor her û her disotînin...Berhema wî ya nûjen jî [Pisîk jî xewnan
dibînin] kezebsohtînek dî ye di vê rêya dirêj da, di va xewna wî ya
herdemî da...
|