KEWARA ME
Hejar Îbrahîm
Efrin.net 14.05.2005
Yê ku me nas nake û rengê jiyana me nizane
ew nikare bi mere bijî. Em mêşên hingiv Xwedê tenê bi surê me dizane.
Destpêka me şer û ferman bû, em ji makê derbûn çend şah di nav me de
hebûn, lê serê du berana di beroşekê de nakele. Em bûne çend perçe û her
komekê xwe li şahekî da hev me hevdû berbat kir ta ku yek tenê ma.
Em ketin kewarê û bi xar şahê me bînek dijwar li hawîr dor belav kir, me
jiyana xwe bi wê bînê naskir û mêşek biyan ji bavê xwe bû ku nêzîkî
kewara me bibe, em ji bîna wê dîn dibûn.
Dema ku bîn hate belavkirin hinek mêş mirin, hinek reviyan û koçber bûn
!! lê me nizanî bû çima !?
Kewar asê bû,dijwar bû kesekî nizanî bû çi li hindirû heye, em tenê
dizanin ku her tişt duruste, yên ku hingiv çêdikin nikarin çênekin, yên
dixun dixun, û hinek din jî didizin. Me hingiv pir çêkir lê rojekê tenê
me jê nexwar me lê pirsî bînê em lal kirin, me da dû em kor bûn.Ji
xwarina nanik û pûş em gêj bûne, me xwe li kewarên cîranan girt lê bîna
me ya genî bû bela serê me û kesî em nehewandin !!.
|