Wexta destên min,
wexta te,
ya li ber sêvan
Hoşeng Broka
Efrin.net 13.05.2005
Destên min;
yên berî nimêjê
û piştî nimêjê,
ku “derengî bajêr”,
diçûn wexta cotkê memikên te,
du civanên ku nayên,
ji bîra
gavên meyê ne.
Destên min;
yên berî nimêjê
û piştî nimêjê,
ku laşê te;
yê ji sêvan her diçe sêvan,
êvarê vedike,
du darên ji baranê û wêdetir,
ji mirazê
navê min û te ne.
Destên min;
yên berî nimêjê
û piştî nimêjê,
di nimêja “Derengî bajêr” de;
bajarê, ku li ser asîtankên
memikên te,
navê xwe jibîrkir î,
du gulgenimên
ji bîra firîşteyên xapandinê ne;
firîşteyên wexta ku asman
çûn bilindbûnê,
di kesera
navê te;
yê sêvan e de,
li çîroka navên xwe,
mikur hatin.
Destên min;
yên berî nimêjê
û piştî nimêjê,
di nimêja kesk,
ya raserî buheşta
memikên te de,
ku her tiliyên diçûn kernevala vêketinê,
her pencereyên
li tanê piştê vekir î,
her dîlokên,
ku ji malanan diweşiyan
û her pêjna sêvan,
li dar,
du hembêzên hişîn
û dereng
ji bîra Ademê ketinê,
ji bîra sêvan,
ûûû…ji bîra
nûbera
genimê
şehwetê ne.
(R. 63-65)
|