Li ser pirtûka Dr. Husên Hebeş
"Ronahiyê birîn meke – Verletze das Licht nicht"

Cankurd

Efrin.net 12.05.2005

 

Ev pirtûka helbestvan Husên Hebeş jî, wek hinek pirtûkên wî yên dî, ji aliyê Hogir Velag ve, li Bonnê, sala 2005 derketiye. Hogir kurê niviskar e, û Inayet Attar jî, ku dostekî wî yê kevin e, bergê pêşîn ê pirtûkê bi tabloyek xwe ya xweşik, ku ji sala 1997ê ye, xemilandiye. Pirtûk li bajêrê Kölnê /Almaniya hatiye çapkirin. Li ser bergê paşîn jî wêneyê helbestvan heye, ku tevî porê wî sipî bûye, lê hîn xort e, wek darek beharê, rûgeş û berhemdar dixuye. Li bin wêneyê wî du gotinên pesindariyê bi Almanî li ser wî hatîne danîn, yek ya xanim Hilde Domin e, ji Süddeutsche Zeitung, ku yek ji giringtirîn rojnameyên bi Almanî ye, û yek jî ya televîsiyonê almanî WDR e, ku wek kanala sêyemîn li Almaniya tê dîtinê.

Xanim Hilde Domin dinivîse:"Kurdeke, ku li Almaniya dijî û helbestên pir hêja dinivîse. Ji zû ve min tiştên wilo xweşik ne xwendine." WDR jî pesna helbestvan dide, ku mijarêd wî hêja ne û zimanê wî jî hezkirî ye….

Dr. Husên Hebeş ji xelkê Çeqmaqê biçûk e / Çiyayê Kurdan li rojavayê Kurdistanê. Rojnamevanî li zankoya Lomonosov / Moskow xwendiye û doktoriya xwe jî sala 1983 li ser kovara Hawarê û sira wê di hişyariya neteweyî ya kurdî da, li ba zanayê nemir Qanatê Kurdo tevakiriye. Ew ji sala 1984ê da li Almaniya dijî û gelek pirtûkên wî yên bi Kurdî li ser wêjevaniya kurdî hene. Ji zimanê rûsî helbestên M. Lermontov ê rûs û Heinrich Heine yê alman bo Kurdî wergerandine, li ser rojnamevaniyê jî bo Erebî pirtûkek ji Rûsî wergerandiye. Hinek stranên Kurmanciyê civandine û xwe tê da westandiye, lêkolîn li ser wan bi tîpên Kurdî yên başûrê Kurdistanê li Iraqê belav kiriye. Lê belê ew wek helbestvan bêtir hatiye naskirin û ta niha van pirtûkên helbestî bi Kurdî û Almanî belav kirine: "Li wir lêvên keviran çîkdidin", "Darên behîvê kulîlkên xwe dişewitînin", û eva dawiyê, ku bi sernavê "Ronahiyê birîn meke"…

Helbestvanê me helbestêd xwe yekser bi Almanî jî belav dike, û di vê pirtûkê da jî wergerandina almanî li gel metnên kurdî belav kirine. Bi ser ve jî helbestek bi Erebî diyarkiriye bo helbestvanê ereb ê navdar Adonîs û helbestvanê kurd ê mezin Abdullah Peşêw. Helbestek bi Rûsî jî di nav pirtûkê da heye.

Dr. Husên Hebeş demekê serekê PEN a Kurdî bûye û niha jî endamê Yekîtiya Navneteweyî ya niviskar û hunermendan e, û endamê VS e.

Bi ser van xebatan tevan da, ew xwe bi fêrkirina zarokên kurd gêro dike, li bajêrê Bonnê pir zarokên me ji wî fêrdibin Kurdiyek zelal û hêja.

Di pirtûkê da (170 rûpelin) gelek helbest û helbestkên piçûk hene, ku jê re di Kurdî da "Dûrik" tê gotin. Ji wan: "Peyv, Fersend, Pîr, Berata Ewran, Xewn, Biyanî, Rûyek, Ronî jî kuştine, Dîl, Ev dema, Hindabûn, Lixwenan, çavên şil, Gul, Berî şahiyê û hinekên dî…

Helbestvaê ku xwe ji karê ramyarî bi dûr xistiye û pesna kesekî wê nede, di vê naverokê da helbestek li ser Barzaniyê nemir belav kiriye. Ev e jî diyar dike, ciyê Barzaniyê nemir li ba helbestvanê me çendî bilind û bala ye. Ew dibêje:

" Bi tîrêjên rojê digirt
û di ber re dişewitî
Ta bi xwe bû tîrêja rojê
Ji bo Kurdan…"


Wek em di vê Dûrikê da dibînin, ramanên helbestvan tevî ku xort in, zimanê ew bi kar tîne asan û zelal e, lê hinde caran ew tixûb û serhedên zaravan diçirîne û ji ber ku xwe gelek bi zimanê Kurdî gêro kiriye, ew dikare herdu zaravên Kurmanciya bakur û ya başûr bi hostayî dixîne berdestiya wateyên xwe. Lew re em dikarin bibêjin, ku zimanê helbestvanê me xort e, hêja û tijî ye, tevî ku ew zarava Kurdaxiyan ji xwe re dike bingeh, jê venabe…

Helbestvan li ser Kurdan jî wilo helbestekê vedihûne:

Agir kurê rojê yî hindayî"
Li bavê digere
Dişewite ji sêwîtiyê
Ji alafa êgir
Kurd peyda bûn
Ew jî dişewitin bo azadiyê
Şewitîn ronahî ye
Ronahî adeteke bavanî ye…"


Helbestvan di rîtuwalên xwe da, ku wek nimêja kesê bawermend in, felsefeyek helbestvanî davêje ber ronahiyê:

" Van rojan
Ez dixwazim bi salan
Di nav xewê de bijîm
Û bizanibim çi li wê
Nedîtiyê heye…"

Biyanî dilê helbestvanê me disotîne, dihêle ku ew qelemê xwe ji dest xwe bavêje:

" Van rojan
Ez li ber masê rûdinim
Û ez destê xwe davêjim qêlem
Ji nû ve kulîkên girînê vedibin
Zû sîs dibin û pelik diweşin
Ev e rîtuwala min e rojanî…"


Di helbestên Dr. Husên Hebeş da, êş û kul, penahiya can û dil, mirina dêmenên pîroz, hilgavtina xewnên zarotiyê, tîbûna tivîrkan, tenahî û windabûn, jihevketina evînî, koçkirina mirovatiyê û hozanvaniyê bê kaxed û bê passport di wêjevaniyek cîhanî da hene..Ew li Kurdistanê, Erebistanê, Sovyêtistanê û li rojavayê Ewrûpa geriya ye, firiya ye, wek firindek pînika wî hatiye sotandin, agir bi basikêd wî ketiye, evîn û niştê xwe li ser pişta xwe barkiriye…Helbestvan wêjevanî û helbestvaniya van welat û cîhanan xweş naskiriye, xwe tev li wan kiriye, bi wan re avjeniyê dike, lê pêjna stranbêjiya kurdî, çêrokbêjiya gundîtiyê, evîna welatê dayik û bavan, her li ber çavan e, nikare ji wan verê bibe.

Wergerandina van helbestan bo Almanî jî wilo bi hostayî hatiye lêkirin, ku ha te bi Kurdî xwendiye, ha bi Almanî, tamzara kurdîniyê di wan da maye û hozanvaniya wan helbestan ne herifandiye.

Destêd te sax bin, dostê kevin…

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]