Bihuşt ji xwînê ye

 

zekeriya kobanî
rezgartopee@hotmail.com 

Efrin.net 12. 05. 2005

Bipirse tû ji wan ...
wê bersivê bi te din
Dîrokê ji nûva binvsînin
stêrkên ezmanan tev de
di nav parsiyên te de
bicivînin ...
tû guhdar be li dengê wan
keske sorê ji asoyan radikin
kersên biyan li bejna te dikin
ferat...
bi sînor dikin
hêviyan...
bi xwînê dirêsin
sîngê te...
bi navên biyan dixemlînin
tevî ku tû bê deng bimînî
wê çavên...
te bikin
pêşengeha tabloyên mirinê
wê bi kenên xwe
gorna te bikin bihuşta xwînê
tû... bê dengî
û
çavên te
wek helbestên min
neçar in
tû wek hêviyên min
bê hêvî yî
tû wek min mirî yî

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]