"Osman Sebrî, helbestvan û
nivîsevan"
Cankurd
Efrin.net 11.05.2005
Di sala
2003ê da nivîsevanê kurdê xebatkar Mihemmed Mela Ehmed, ku ji
xelkê Cezîrê / Navenda Kurdistanê ye û demekê bi xwe jî li gel
Osman Sebrî (Apo) di Partî Demokratî Kurdistanî Sûriye da xebitiye,
pitûkek bi Kurdî û Erebî li Berlînê, li ba Havîbûn, wek jînenameyeka
rêberê mezin û têkoþerê nemir Osman Sebrî belav kiriye, tê da
lêkolînek dirist û hêja li ser Osman Sebrî (Apo), ji aliyê
Kurdekî ve çêdibe, û tevî ku ev pirtûk pir bi derengî hat nivisîn, lê
dîsa jî em dikarin bibêjin, ku pirtûka Mihemmed Mela Ehmed deriyekî baþ
bo lêkolînin hîn firehtir û nêzîktir, li ser jiyan û xebata (Apo)
vekiriye.
Belê,
vaye pirtûka duwê, li ser Apo, îcar tev bi Kurdî, ketiye ber destêd
xwendevanan, ew jî pirtûka niviskarê hêja Heyder Omer e, ku ji xelkê
Çiyayê Kurdan /Rojavayê Kurdistanê ye. Pirtûka Heyder Omer li ser
Osman Sebrî, wek helbestvan û nivîsevan, di sala 2004
da, li Berlînê, li ba EVRA Verlag hatiye
çapkirin. Lê belê di sergotina nivîsevanê pirtûkê
da ev hatiye nivisîn: "Berî pêþî, min gotarek, bi
boneya bîranîna 93 saliya wî, nivisand. Sernavê wê "Helbestvaniya
Osman Sebrî" bû. Ev gotar sala 1998ê, li Þamê, li mala
wî hate xwendin, û di kovara "PIRS" hejmar
13 de hate weþandin. Di dû re min ew firehtir
kir, û di sêmînarê, ku roja 13,01.2001 ji bo 96
saliya wî li bajarê BAD SALZUFLEN
(Elmanya) hatibû li darxistin, min ew xwend, û di kovara "PÊNÛS"
hejmar 8, di bin sernavê "Osman Sebrî wek
helbestvan û ramanbîr" de hate weþnadin." (Binêr:
rûpel 8) Wilo ji me re diyar
dibe, ku herdu lêkolîneran di ber hev re, belku bê ku hevdu
binasin jî, xwe bi jînenameya mamhosteyê têkoþînê gêro û
mijûl kirine. Ew valahiya dûrokî ya di vî warî da
di pirtûkxaneya kurdî da bi xebatên xwe hêja
dagirtine, û ji me re berhemin, ku pir pêwîst bûn,
derxistine tirata lêkolîn û gengeþiyê. Bila dest
û çavêd herdukan nerizin, da her û her me bi xebatin wilo
giranbuha dilþad
bikin.
Heyder Omer, ku bi xwe edbiyata erebî xwendiye û
demekê mamhosteyê zimên bûye, bêguman xwe bi zarê
Kurdî re pir gêro kiriye, û gelek salan jî bi Kurdî
nivisiye, lew re em dikarin bibêjin, ku zimanê pirtûkê
asan e, zelal e, xweþik û hêja ye.. Em dikarin bi
peyvekê bibêjin "Kurmancîe" ye. Ez dibînim, ku gelek
niviskarên Kurd hene, û bi taybetî li bakurê Kurdistanê,
gava berhemêd xwe diweþînin pir dîna xwe nadin
ser paqijkirin û kurdîkirina zimanê nivisandinê, û
bi wê þêweyê zarê me yê Kurdî, mixabin!, tê herifandin.
Bo vê yekê ez supasiya kek Heyder Omer
dikim, ku bi zimanekî delal û kubar ev pirtûk ji me re
lêkiriye.
Niviskar xwe gelek westandiye, weku wî bi xwe jî gotiye,
pir ji zû ve.. Ew vegeriye dema "serdema!"
Osman Sebrî (Apo), ew dem bi hûrnêrînî tevdaye,
kesaniyên wê demê dane ber hev, li rewþt û dêmenên wan
ên ramyarî, malbatî û neteweyî ( ) temaþe kiriye.
Ew jiyana rêzanî, civakî û roþenbîrî di navbera
þoriþên herdu þêxan de, Þêx Ubeydullah Nehrî û Þêx Seîdê Pîran, ku di wê
demê da Apê Osman zarotî û xortaniya xwe
borandiye, dide ber lêkolînê, ji me re hûrikiyên
rojane derxistine meydanê ( ) û em bi wan bûyerên ku di jîna Apo da
bûne, baþ haydar kirine. Ew derbas dibe rojava û jêriya
Kurdistanê, jiyana rêzanî û civakî ya Jêrxetê di
navbera 1920 û 1975 dide xuyakirinê, û jîna Osman
Sebrî gav bi gav dide ber rohniyê. Eve jî bo lêkolînên dema pêþ me
giring û pêwîst
in.
Heyder Omer di pirtûka xwe da bi hostayî li ser
jiyana wêjeyî û roþenbîrî ya Binxetê (Parçeyê
Kurdistanê yê di bin destê Sûriyê da) radiweste, pir baþ diçe
ser xebat û berhemdariya Bedirxaniyan, Cegerxwîn,
Qedrîcan û mezinên me yên din.
Ew bi hostayî jî diçe ser kovara Hawarê û hikariya wê di
xebat û jîna Osman Sebrî (Apo) da. Niviskar
derbas dibe, tê ser jiyana wêjevanî ya nûjen li
Rojavayê Kurdistanê û gelek navên giranbuha tîne bîra me.. Bêguman eve
jî pir baþ e, da em hikariya Osman Sebrî (Apo)
di jîna wêjevanî û rêzanî ya gelê Kurd da, li
Jêrxetê binasin, lora ku evana tev bi kesaniya wî, bi xebat û
kefteleftên wî hiker bûne… Ev jî parek giring e
ji lêkolînekê li ser kesekî wek Osman Sebrî
(Apo), ku evqas rêç û þopên bêlî û xuya li þûn xwe
hêþtine.
Heyder Omer di pirtûka xwe ya giranbuha da bi
firehî, bi gelek tewat û tebat li ser berhemên
Osma Sebrî (Apo) radiweste, wek kesekî, ku bi xwe mamhosteyê
edebiyatê ye, gotar û helbest û pirtûkên seydayê xwe,
yek û yek rêzkirine, dane ber rohniyê û ji me re
dane nasîn. Bi rast, ev kar ne karekî asan e, karekî pir dem û
kanîn û zanatî jê re pêwîst e, ne karê her yekî ye.
Di
paþgotina pirtûkê da, niviskar li ser rêberê mezin Osman Sebrî (Apo)
wek siyasetmend vê dibêje: "Xebata wî pirr cure ye, gelek cefa di ber
bîr û baweriyên xwe de kiþandî ye, û hevaldozê hizra hevrayariya xebata
çekdarî, rêzanî û nivîsevanê bûye." Hema kêm pirtûk, lêkolîn û nasdayîn
li ser jiyana roþenbîrî, helbestvanî û nivîsevanî ya (Apo) hene, lew re
niviskar ji xwe re erk û delamet dizane, ku li ser wê yekê bi zanyarî û
lêkolînî raweste. Ev kar jî bi rast baþ kiriye.
Li
dawiyê ez dixwazim vê bibêjim: "Raste em tev xwe wek zarokên biçûkên
rêya xebata Osman Sebrî (Apo) didin nasdan, û rast e, ku em xwe wek
hezkirên kesanî û têkoþeriya wî dibînin, em bi wî serbilind in, lê
mixabin! Bo çi em wek wî nabin, di berxwedana xwe da li
hemberê hêriþa neyarê hov? Heger em rast ji Osman Sebrî
(Apo) hezdikin, em xilatekê bi navê wî li dostên
gelê Kurd belav dikin, weku nîþana wefadriyê ji
xêza wî re, bo çi em nikanin li ser rêya wî bi hev re, di bin alaya wî
ya ramyarî da, yekdest bin û saziya, ku wî
avakiriye, ji parçebûnê, ji îdiyolocîkirinê, ji
hevxwarinê û hevtunekirinê biparizin?. |