KÎ SOFÎTIR BÛ ?
Hejar ÎBRAHÎM
Efrin.net 10. 05. 2005
Bavê min sofiyê şêxê Amûdê bû, bîst û sê
salan wî lê dixist ji Qesra diçû Amûdê ji bo nimêja înê li dû şêxê xwe
bike. Şêx mir jî lê ew ji wir qut nebû û ji min re digot:"Lawê min,
sofiyê çê li dû şêxê xwe gawir dimire".
Erê ez jî tobedarê ber destê şêx bûm lê bavê min olperestî li ber çavê
min kiribû tenî, ji qehr û qereza wî re ez bûm komînîst.
Ez çûm civînan, min xwend, min belavok belavkirin, û ez bûm kadirek bi
kêrhatî. Ji berê de digotin mala Salo wek gayê cotin ne xêza xwe
berdidin û ne zanin xwe sist bikin, ji bo vê yekê jî ez di nav Partiyê
de zû beloq bûm, û hingî min kar dikir hevalan navê min kirin Rehmanof.
Ez fêrî zimanê rûsî bûm, min Marx û Lenîn xwendin û min dîroka şoreşên
sosyalîst çar caran xwend. Min navê bajarên Kûba û dehl û zeviyên
Vêtnamê hemî ezber kirin, min golên Koryayê yeka yeka bi cî kirin, min
navê şehîdên Stalîngradê li zarokên xwe û yên derdora xwe kirin, baran
li Mosko dibarî min sîwana xwe li vir radikir.
Di sala 1990 an de yekî got :"Yekîtya Sovyêtê xerabûye". Wek ku ez bême
xazoqkirin , min lê da û du diranên wî şikandin. Di zindanê de ez û yekî
ji Mêrdînê me ji hev pirsî wî got:"Gepa min giha bû ber devê min û bê
bava nehiştin, piştî min zêr ji Girkê Qerece derxistin ez hatim girtin."
Min got weyla xweliya Lîningradê, Stalîngradê û komînîstgradê hemî li
sere min be, Rehmanof daye ser şopa Sofî Salih, û xelk zêra ji bin çengê
gundê wî dibin.
Lê eve malbata me, em gayê cotin !!.. |