Neqşên Dînîtiyê

 

 


Mehmûd Badilî

efrin.net. 10 . 05 .2005

Li derî dam
Derî venebû
Hejiya giyan li ber derî
çirîskê ken
mîna libên gulyazê
Pejiqîn qorzîkên tariyê .


Li derî dam
Deriyê dil
Bihna babîsokê belabû
Dawerivî , geliyên kezebê
Payiz pijilî nêv hinavan
Weşiya gul
Weşiya goşiyê tirî
Libo ... libo gindirî
Gindiri , pêxîla zerî sêwiyê .


Li derî dam
Deriyê kolanê
Xiricira awirên wendayî
û ...
Gelemşeya bestên bê hiş
Dirapelikîn gingeha endîşan
Aso li devlingê xwe herbilî
Xewn derbeder bûn
Li zikakên pêrêwîtiyê .


Li derî dam
Derî tazî bû
bê laş , ma li wê derê
Tevzînok xu\iya damara
Li wir ...
Hiliyan damar
Di qijqija qeşê de
Tewşî  , di tewşiya xwe de
Vegevizî , movikên bêhriyê .


Li derî dam
Derîkî bê derî
Xwelî bariya
Ji rûçikên kevalan
kevalên wêne kirî
Ji kenê birçiyan
hêdî ... hêdî
weşiya
porê havînê şehkir
siya pêpirkê
veşart kenîna ,
lêvên vê dînîtiyê .


Li derî dam
Deriyê asîman
Sitêrkên rengenaz
Xwe avêtin himbêza min
Xwedê tengijî ,
Di girûşeya xwe de
Serxweşî , dijênand
berê ..
îro ....
herdem ..
berê xwe ji min guhert
zemînê dev sola min kir
heşîn dawerivî ,
çavên qereçiyê .


Li derî dam
Deriyê gerdenaziyê
Derî , girtî ma .. û ma
û ez ..
li ber derî ,
geh rûniştî
geh şipya
heriyê distirêm
pêre sitrana
" li derî didim , derî venabe lê lê "
li pesara canê çiyê .
 

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]