CIL Û MIROV

Zeynel ABIDÎN
Efrin.net 04. 05.2005
Ramaner û fîlozofê sûfî yê mezin Mewlana wisa gotibû:
„Min çi cil dîtin tê de mirov tûnebûn, min çi mirov dîtin bê cil bûn.“
Belê ev peyva kûr û bi hêz yekser mirov dihîne ser têkeliya cil û mirov
û li wir dide sekinandin.
Cil û mirov...
Gelo kîjan mirov dikare li ber vê peyva bi efsûnî xwe ji ramankirineke
dûr û dirêj vebikişîne?
Gelo kî dixweze di hindurê cil û bergên xwe yên xemîlandî de wek „nebûneke“
bihê hesibandin. Em dê yekser bersiva vê bidin û bêjin „hîç kesek.“ Lê
gelo kî dixweze bê cil û bergên xemilandî, bi rewşeke tirtilî, bi „kincên“
kevne û perperitî bigere û piştre jî ji aliyê mirovên xemilxwezan bibe
mijarê yariyan û henekan, yan jî kî dikare bi vê rewşa xwe ya perîşan
daîm bihê behiskirin û car carina ji aliyê dostên xwe yên nêzîktirin jî
bihê berjêrkirin. Bersiva vê yekê jî „hîç keseke“ terikî ye.
Baş e, mirov çi dixweze, nebûneke di nav cil û bergên xemilandî de, yan
hebûneke bêdawî ya di nav „nebûneke“ dilbirîndariyê de...
Ez bawer im, bersiva vê yekê ne ew qas hêsan e. Egît dixweze, egîtên dil
bêperwa, ji xwe têr û qasî xwedayan baqilane...
Ji ber ku her du aliyên mirov hene, her du aliyên dijberên hev, her du
aliyên bê qerar û bê nîzan... Çavtêrî û çavbirçitî, dilsaxî û hesûdî,
dilsozî û çavnebarî... Ev mijarên dijberiya mirov heta hûn bixwezin
dikare zêde bibe, ev taybetiyên baş û xirab heta hûn bixwezin dikare li
ser hev bikevin û dawî li wan nehê.
Lê tiştekî heye ku bes mirov dikare lê xwedî derkeve, bes mirov dikare
îdraqa wî tiştî bike û pişt re jî ji bo xwedîbûn yan jî xwedînebûna wî
tiştî de bi dilê xwe biryarekê bide û li peyî biryara xwe ta dawî bimeşe...
Ev jî sedema hebûna xwe ye.
Belê, mirov bi keşifkirina cil û bergan mirovbûna xwe pêş xist, pêş ket
û ev keşif di pir aliyan de bandureke mezin di ser mirov de ava kir. Lê
ev bandur bi tevî xwe xirabiyê jî, nemirovbûnê jî anî, ev bandura
negatîv ew qas zêde bû ku, di dawiyê de mirov bi xwe re ket
hevdijitiyeke mezin. Ew tiştê ku bû sedema pêşketina mirov, lê vegeriya
û di dawiyê de mirov kir „valatiyeke“ bi cil û bergên xemilandî. Ta roja
mirina xwe jî mirov pê nehesiya ku ew di nav cil û bergên xwe de
valatiyeke ecêb e û ev mirin bes bû eşkerebûna valatiya mirov.
Di her çar perçeyên welatê me de jî ev cil û berg, ta ji merhela
seretayî heta zanîngeha bilind ji aliyê rêvebiriya dewletê wek xemleke
risiyayî li ber zarokên Kurd hat danîn. Ji zarokên Kurd re hat gotin ku,
tu dê di pêşeroj de yan bibî nebûneke bi cil û bergên xemilandî, yan jî
hebûneke bê cil... Yan keniyeke biyanî û xwe berjêrkirî yan jî girîneke
ku roj bi roj te tûne dike. Yan dudilî û sextekariyeke xwe bi xwe û bi
zêdeyî îstîfadekirina ji nîmetên me, yan jî dilsozî û xwe jixwetêrbûneke
mirî...
Zarokên Kurd di navbera van herdu taybetiyên jiyanî û dijhevî de hatin
xeniqandin, pelixandin, li wan tadeyeke mezin hate kirin, kesayetiya
zarokên Kurd wek cil û bergên kevin û peritî hat hincirandin.
Îro jî ev zarokên Kurd di rêç û refên vê jiyana ku ji wan re hatiye
mecbûr kirin de hewil didin, da bibin bersiveke jidil bo peyva bi hest û
bi hêz ya Mewlanayî...
Bi hezaran keç û xortên Kurd li gel nebûna di hindurê cil û bergên
xemilandî de, tercîha xwe wekî din kirin û bûn hebûneke bê cil û berg,
carina jî hebûneke bê can û bê giyan. Lê hin Kurd jî ji bo xemilandina
jiyana xwe ji sedî heta not û neh ji hemû sedemên hebûna xwe vekişiyane
û ev yek jî ji xwe re dikin miharet. Dibin vezîr, dibin karbidest, dibin
profesor û dibin her tişt yên ku Mewlana jê behis dike û dibêje belê,
her tiştên te hene, lê bes tiştekî te tûne.
Ew kesê ku valatiya cil û bergên te tijî bike, belê di te de ev yek tûne.
Bila Xwedayî teala dijminên qewmê min jî ji nebûna wî tiştî biparêze...
Ji nebûna wê sedema ku Ehmed Arif jê re dibêje „Em kirî em.“
Ji ber ku Xanî û Mewlana besê me ye, em ew bîra zêrîn ji wan re dihêlin.
Ew bîra zêrîn ku Mewlana jê re dibêje;
„Min çi il dîtin tê de mirov tûnebûn...“
|