HÊVÎ


HEJAR IBRAHÎM - Heleb
 

efrin.net 01.05.2005
 

HÊVÎ
Her şev Hemo yê birçî ji Nazê re digot:" Nazamin, raze xwediyê sibe Xwedê ye, heta sibe sed kum bê xwedî dimînin".
Sal derbasbûn, por sipîbû, û bû wek genimê kurma xwarî. Lê keçel Hemo hîna li hêviya kumekî ye, ew nizane ku heta kumek bê xwedî dimîne sed xwediyên bê kum û bê por ji dayik dibin!!.

DANA XWEDÊ
Şemdîno di jiyana xwe de her tişt naskir ji bilî tirsa Xwedê. Dest bi diziyê kir, di bêbextiyê re derbasbû, giha qewadiyê, lê xwe ji selefê mehrûm nekir heta bû bazirganekî mezin.
Şemê bû efendî, avaniyek ji çar taqan avakir û li ser dergehê wê nivîsand:
" EV DANA XWEDÊ YE "

HÊVIYEK BÊ RÊ
Di hezarê sisyan de, yek fransî, yek japonî, û yek kurd li hev rast hatin, her yekî hêviyên xwe dan xuyan.
Yê fransî got:"ez bi hêvîme ku em dermanê SIDA û cancer bibînin.
Yê japonî got:"ez bi hêvîme ku qula ozon were pînekirin."
Yê kurd got:"ez jî bi hêvîvîme ku ez bimirim mirineke xuristî, ne bi destê kesî, û li gundê xwe bême veşartin !!".

MÎRATE
Piştî rezê wî di nav mayinan de ma, Ahmedê mehmûdko hat rezek din li binxetê çand, wî bi xwîna xwe avda, bi xwêdana xwe mezin kir, û nîvê temenê xwe li ser kir.
Sibehekê cîranê me Tirko ji xew rabû wek serxweşan û got:"Ev rezê Artugrul Beg bû dûra ma mîrate ji Kemal Beg re."
Ahmedê mehmûdko ket rabû lê çare nedî û her wiha rezê wî û sê hox bi serve bûn ser navê Kemal Ataturk !!

ZILAMÊ SOSYALÎZMA
NAVNETEWEYÎ

Temenê min şazde salî bû dema min dest bi siyasetê kir min wek her kesî dest bi her kesî kir û ew kirin xayin, mît, kevneperest, û bênamûs.
Tê bîramin dema ku min nerîna xwe li ser Doktorê nemir Qasimlo dida min digot:" Ez tu hêviyan di wî de nabînim, ji ber ku ew zilamê sosyalîzma navneteweyi ye."
Îro temenê min sîh û du salin, lê heta niha ez nizanim sosyalîzma navneteweyî çiye !!

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]