DILÊ MIN NEHŞE ÇI DIBE

Zeynel Abîdîn
efrin.net 02. 05. 2005
Hêy barana ku bi
dilopên ter li axê dikeve
Li hinarika yarê
jî keve
Û bibîne, av çawa
vêdikeve
Piştre ji wî
agirî kulmek ji bo min bihîne
Ez vedixwim
Ez dizanim
Li ser singên
dildarê jî evîn sar nabe...
Dizanim
Tî bûyî
Û westiyayî
Çavên reş yên bi agir
Ketin kuncika te
Çawa jî
Vêdikevî...
***
Dilê min
Nehêşe
Çi dibe!
Qet tiştekî
Beyhûde nîn e
Çi evîn
Çi jî mirin
Belkî jî ev e jiyan
***
Dilê min
Ma tu nehêşî nabe
Her roj
Her şev
Ev agir
Têra te ye
Bihêle
Bila li xwe vegere jiyan
Çer hebe
Ya ji wê hatî
Dîsa diçe wê...
***
Dilê min
Ji min nepirse
Çima
Siya
Çi kesek
Bêdawî nîn e
Ji ber ku
Roj
Ji bo çi kesek
Dernakeve
Em rêya xwe
Vedigerînin
Ber bi wê...
***
Dilê min
Ji min nepirse
Çima
Di dawiya
her rojê de
Bê sekan
Bê westan
Ez
Bi hesreta
wê
Dipelpitim.
Ji ber ku
Ew jî nizane
Roj her sibe
Ji bo wê
Diwelide...
***
Dilê min
Nepirse
Çima
Ez
Tenha
Tenha
Di kolanên
vî bajarî de
Dema
bicemidim jî
Alaw
Alaw
Vêdikevim.
Ev bajar
Şewatek di
dilê min de
Ew jî
nikare vemirîne...
***
Dilê min
Nepirse
Xediyê
Kaînatê
Bo çi
Ez û ew
pêkve
Li eynî
cîhanê
Bi cîh
kirin
Dilê min
Nepirse ku
Di
tûnebûna wê de
Ev cîhan
Nikare bibe cîhan...
***
Dilê min
Nepirse
Ew nihêrîna mûhteşem
Ya Şahê Merdanî
Û ew Xeleka Evrayî
Bo çi di milê min de?
Dilê min
Min bi tenê bihêle
Divê bicemidim...
***
Dilê min
Nepirse
Çima
Di hindurê her saniyê de
Girnijîna wê heye
Dilê min
Nepirse
Çima
Di her girnijîna wê de
Hezar sal
Diherikin...
***
Dilê min
Nepirse
Ew
Çi wext
Dihê?
Dilê min
Ber xwe nekeve
Ew niha di hindurê te de ye
Tu li kû yî
Hêy dilê
min? |