HEWLÊR

Kurdyar dirê,î

efrin.net 26. 04. 2005

Li min bibore
Eger tevlihev bûne
Girî û ken di dil min de
hêsir … xwîn û xama pênûsa min
ji sor xwîna di bihara te de
herikî … di herikin …
gewretirîn gotin
li ber gewriya birîna te
neçar û xave … Hewlêr
borîn … giryan …xwîn
hewar … hewar … û
dê çima …?
Ji Şûrê zikreşiya wan re
Tim dilê me kalan be
Te çi hêvî dikir …?
Ji kojayên pêximberan
Ne dem bû tu ji bîr bike… hewlêr
Li baxên gula … pîroz nakin
Cejna kawa binpê kirin
Ezdehakê bexda
Bibûre li min Şehîda min
Nizanim … dikenim an digrîm
Ken û girî …
li warê min her giryan e …
hewlêr …
guve guva Babagurgur e
di dilê me de
nayê dengê pêximberan
xwedan bi gewriya xwe
di nav golên xwînê de
bê deng e … lal e
par-par û weşyaye îro
tenha mirin dikene
marên qûmistanan di kenin
bela bi kenin kûr kûr binêrin
peyalên Şahiyê… li hev bidin
pîrozbe …ji tolazan re
bi hêsir û xwînê
cejna me xemilandin
germ … germ
hêsirên dayikên me… herikandin
volkanên zikreşiya xwe
di dil me de teqandin
megrî … hewlêr
di nav yek Alê de
himbêz bike Şehîdên xwe
vexwe xwînê
ne yekem care
em vedixwin xwînê
vexwe hewlêr
û em dê vexwin xwîna xwe
emin yên dizanin
bê dengiya Şehîdan pîroz bikin
û ji sor xwîna pîroz
Şemalên azadiyê vêxînin
Bela bikenin kojayên te
Qirêjin … gemarin .. giyan erzan in
Ber mahiyên cenga besûs
Nevyên Mûseylema … û Hecac in
Di bejna Şevê de Şîn hatin
Ji hinavê tariyê derhatin
Bihna buhara te kirin
Refên perwanan
di ezmanê çavên te de dîtin
rûkeniya rojê
bi ciwaniya te re bihîstin
tirsa herifandina kelehên xwe
li ber xum-xuma
çem û kaniyên te kirin
..................
De bila… hewar hewara
Perwanên Sînema yê 
Zêwa … Zîlan … çar çira
Bighêje çiyan
Hêlînên dor pêç kirî
Bi bumbe û mayînan
Ji Kendava Faris
Ta Derya Sipî
Giyana hezar hezar Şehîdan
li ser giriyane xwîna Hewlêr civîne
Tewanbare … tewanbare
yê ji civîna Şehîdan bimîne
me bese …
em neviyên hezar Şoreş û
hezar hezar Şehîdan e
Lorîna dayikên me
li ezmanê hefta... deng vedaye
lehiyên xwînê
di gewriya xaka me de zilindare
di nav qîlên barçemokan de
yeko yeko
rengên mirina me diyarin
ax … ax
bi qurbana
dest û pêdanên
pêşmergeyên welatê xwe me
dema em tê de
ne dema girî … hêsir û xewna ye
dema em tê de
kurte dema
navbera roj û Şevê
vedizîna rûkeniyê
ji nav pencên tarî Şeva ye
Hewlêr... kurdistan e
Hewlêr... xwînistane
Hewlêr... Şehîdistane
Hewlêr Helebçe … Enfal
û kojtarên bê hejimar e 
Hewlêr ev dema bersiv dayîna
Hêviyên hezar hezar Şehîdane.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]