Çavên te

Zekeriya KOBANÎ

efrin.net 26. 04. 2005


ji çavên te de
min dest pêkir
lê ...
ezê çawa bidim
pesna wa çavên ku
li goristanan
‏ahî bi dardixistin
li meyxanan
hêvî pûç dikirin
di çavên te de
wind bûn
rengên buharê
ma ne bese
diloooo....
gelek ti‏t
winda bûn
doz di rûpelên
dîrokê de sêwî ma ...
hûner kal bû ...
welat bê sînor ma ...
zarok bê hêvî man ...
em bê hêvî man ...
lê ...
tenê herdû çavên te kildayî man ... !!!
___________

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]