Çawa ez te ramûsim
Helbest: Erich FRIED
Wergerandin: Arêf CABO
efrin.net 26. 04. 2005

Gava ez te diramûsim
ne tenê lêvên te
ne tenê navka te
ne tenê kuşa te
ên ku ez diramûsim
ez pirsên te
hêvîyên te
ramanên te diramûsim
guman
û merdîya te.
Hezkirna te ji min re
û azadîya te
lingên te
ên ku hatin vira û çûn
ez te diramûsim
wek ku tu heyî
û wek ku tuyê hîna bibî
sibe û piştre jî
û gava dem ji min derbas bibe jî
Ez dê te ramûsim.
Ev ne gengeze ye (
Mustehîl e)
Ez dê...
Balîva xwe, yê ku tu liser raketî
ramûsim
Ez dê...
Tlîyên xwe, yên ku tu mistdane
ramûsim
Ez dê...
Zimanê xwe ramûsim
Lê... ez nikarim!!!
_ |