Ka destên xwe
bila xûna min bişihe

Axîn welat
25. 04. 2005
Şeveke çarde heyvî
xuliyeke sar, pizotên evînekê
deryayin har, sibeyeke zûhatî...
bigir destên min, bila balinde bifirin
û perperîkên zivistanê
evqasî baran berbendkirî di çavên te de maye?!!!
çarde heyvên rûyê wê dilê wî ronî dikin
pişt didan çiyayên berfê...
kaniyin avzelal ji bin lingan diherikîn
û ramûsanine bêhejmar ji lêvan
***
têkçûnên derengmayî,
bermayên heyvekê û keriyek stêrkên vemirî
nema kevok li ser milên wî dilûsin
ne şahbanûya daristanê rûyê xwe di golê re dibîne
dest vemirî ne, desmalek liba dibe
û bagerek vedikşe sîngê wê
rê û berwar agir in
ka destên xwe
bila gulzêrîn di bergên min de bîn bidin
***
hingaftinên di sîngê wî de
bahîn û mija destan
çavên te mişt baran in
keskesorek bi porê wê re diweşe
dibêjin :
şahbanûya daristanê mîrekî Botanî ye
di bin keskesorê re derbazbû
bû şahbanûyeke rûheyvî
porê xwe vegire bila mîr derbaz be
ka pêgavên te
***
hêvareke bê stêrk
û henasên nêrgizan
gulgenimên gewdê min di navdestên te de dipişifin
çarde heyvên şevekê bendewar in
pêçekên neviyan tijî şevşevok in
şihîna hespên agirî xûna me vediweşîne
ka dengê xwe
gewriya min bi şihînê dagire.
|
|