Dîroka serxweş


 


Zekeriya - Kobanî

 

efrin.net 23.04.2005


were ...
berî mirna min
ji hêstirên min
peyala mirinê dagre
ji çarçira
rûpelên dîroka
serxwe‏ş bixwîn
ji ş‏arê goristanan
gornên bê nav bibîn
were ...
bîranînên xwe
li ber çavên min
wek keziyan bihûne
ta dawî yê ...
dawî ya şevê
despêka windabûnê
winda bûn ne tenê
di çavên te de ye
tû bi xwe winda yî
û bijangên çavên te
roj bi roj sipî dibin
ji despêka jiyanê de
windabûnek heye
dîrok pir caran winda bû
lê dînên welatê min
ti caran winda nebûn
were ...
berî mirna
ji hêstirên min
peyala mirinê dagre
û...
ji xewa berfê re
ji çar welatên
bê welat re
çîroka evîna xwe bixwîn
û
ji xwîna min
peyala mirinê dagre
lê ...
ji bîr neke ku
çavên te xewn in ...
mirin in ...
de were ...

______________

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]