Ji bo wan
Merwan Osman
Ji bo wan,
ewên ku dikarîbûn bi semfoniya berxwedana xwe, li kolanên toz û
çavnêriyeke rizyayî, xewnên me yên çilmisî vejînin.
Ji bo wan,
ewên ku dikarîbûn, di windabûna rêçan de, bi xwîna xwe ya nefelyane,
nexşeyê rêçan ji nû ve deynin, û bi bêdengî û bejnbilindî bibin rêber,
da ku em karibin ji “dorxwegeriyan”-a xwe derkevin û bi ber rojgehên
xwen û evînan ve biçin.
Ji bo wan,
ewên ku dikarîbûn dengê awarte, ku bi rewanî dibe dengê her dengî,
bilind bikin, di deştekê de, ku hatiye valakirin, ji nizimtirîn deng. Û
bi wî dengê wanî avînî, em bûn xwedîyên navên xwe, ew navên ku ji me
hatibûn standin, cuda û dûrxistin, û bi navine xwekujiyane em hatibûn
naskirin.
Ji bo wan,
ewên ku dikarîbûn hemberî çanda tirsê çandeke din damezrînin. Û
dikarîbûn kevirên komara tirs û navveqetandinê, yekoyeko, biherifînin. Û
dikarîbûn bihêlin, em bejna xwe bibînin û pê hestyar bibin. Çi bejneke
bilind e, çawa, em pê hestyar ne dibûn???
Ji bo wan,
ewên ku dikarîbûn bêdudilî şêrîntirîn kesên xwe li du xwe bihêlin û bi
rêve biçin, da ku bibin pêxemberên vejiyana xewn, lav û hêvîyên gelekî,
xewn, lav û hêvîyên wî, berî ku bi gewede bibin, têne revandin, an têne
kuştin.
Ji bo wan hemûyan,
yên ku kêlên gorên wan ji me re bûne qublegeh
yên ku di tarîzindanên xwe de xewnên me dirêsin
yên ku birînên xwe kirine bêhndartirîn sorgul, û bi dilgeşî diyarî
evîndarên welatekî windabûyî, jibîrbûyî kirin.
Ji bo xizm û mirovên wan: Ew ne tenê ne, hûn ne tenê ne.
Ev çalakiya min biçûktirîn dan e, hemberî tiştê ku dan û hîn didin, bi
dilsozî ez ji we re dikim diyarî.
Hannover, 22.01.2005
|