Agiro!




Gulnar
Gulnar@nefel.com


Li Zivistana sar hembêz sotand
Peyvê bejna xwe beramberî hest cemand
Pezkûviya sema gerand
Keviya ji bêriyan xwe heland
Nêrgizan buhara par bişgivand...

Eger û Agir li ber bayî vedilerizin
digerin
li bendora duhî û subahî
û evro...
Warekî bê nav
Belgên bê xunav
Hetava bê dav
Heyva bê tav
Rûbarê bê av
Pêşmergê bê pêngav
Dêmînê periya bê kezî
şahî jê dizî
Girnijîn jê birî ne hezî
Eger dêmînê wek dizî
Li pişt Agirî û ranazê.

Agiro, keyfa xwe bi min bîne
War ji min dûr e
Min bihewîne ser çiyayê bilind.

Hawaaaaaaar, Hawar!
Dema nemîne ne soz, ne biryar
Direvim ji pêlên har
Xwe dibînim beramberî bayê dijwar.
Ji dengî
ewr belav dibin
heyv û roj sil dibin
şev û dax bê reng dimînin
daristan bejna xwe li ber diçemînin
strana kew di dil bêdeng dimîne.
Hertişt bêreng dimîne.
Bi rondikan li ser perê dilê xwe
bi rengê gula sor dinexşînim
Li devê kotira spî kem u firîn im
Da ku bayê te hemberî kotirê rawistînim
û di baweşa xweda bicivînim.
Bi baraneke ji rondikan
jiyanê bizivrînim.

Agiro, keyfa xwe bi min bîne
Ji dûr de dibînim hûr baran ji ewrê spî tê
Silava çavê rojê ji dil tê
Girnijîna heyvê u sema stêran tev tê.
Agiro, ma qey keyfa te jî pê nayê?

Erê,
tu Hawara xwe digehînî kê?
Erê,
ma ba li cihekî radiwiste?
Firmisk ji hestan bûne peyv?
Ma qey peyv xwe li ser lêvan digirin
xunav xwe li ser belgan digirin
firmisk xwe di çavan de digirin!?

Agiro, kew ji mêj de
ji bihna gulê bê ser û sewda maye.
Belê,
ew ji bihna gula buhara par
maye şeyda.
Û li vê payîzê
kew ezman qeb da
Awazê kew soz da
bo gulê bigerînin zemawendan.
Şahî di dil de
Ronî di çav de
Ferşîn ji geliyê Duhok de
Hundike bajar u gundan.
Eger ev car kew ne xwandi be,
da bêjin kew maye şeyda.

Agiro, te dibînim
Mîna Agirê newrozê
ser çîyayê Bêxêrî
bi Barzan
Kurdistan
Kawa
Nûroj
nexşandî.

Li min cejne, Agiro.
Cejnê li min hamoş neke.
Ji bo min nebe dojeh.
Ji te hez dikim, Agiro, bes dil bihêre.
Bi rondikên par
û giryana pêrar
dil maye hişyar
Çav jî maye li war.
Li ber peyva rizgar
Nêrgizê serê xwe bilind kir
Kewî ji bo xwend...
Venemire, Agiro!
Û naaaaaaaa
min nesojîne.
Keyfa xwe bi min bîne .
Hember agirê pêt min binivîne
Rezvanê xewnên min bişewtîne.
Agiro, eger tu bixwazî vemirî
ji xweliya te nêrgiz dê bixemilin
dê bibin kevalê agirê çîyayî
ku hîç venamire.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]