Heyv û 12 heyv
Gulnar
Şeveke tenha
di navbera diwanzdeh heyvan de
mîna heyvê
li esmanê saleke tarî
û ji ronahiyê tazî…
Bi ronahiya xwe
diwanzdeh heyvan geş dike.
Li bendê dimînim
Ji dûr
Ji nêzîk
Ser koşeya şahî u şînan…
Hestên xwe
di xemila perîyan de rêz dikim.
Peyvan koçber dikim
ku bihêlim ji bo wê şevê
tu peyv nemînin –
Bila tenê
hevpeyvîna dilan
li ser koşa bîranînan
li ber fenera evineke bê bext
bikin sema.
Ku bêrî digel agirê mûmê
xwe bisujin
Û ku...
Û ku dema...
Û ku dema mûm berve vemirandinê ve diçe
silava dawiyê
li goristana bêriyan dike,
sema dilan
digel çeplelêdana hestan
diraweste
û digel giriya giryanê
li ser goristana bêriyan
bi dawî tê…
|