Xewnek li ser girava azadhez
Neşetê Derec
Wê
hîn wê pir ber xwa bide?
Gelo ma danûştûkek li vî bajarî nîne?
Ne jî çirûsikek?!
Ev bo çend sal di tariyê de
dinivisînim.
Bi bêdengî binax dibin
wek şîrmijên “Helepçe”.
Di bê awiya evîna dayîkan de
li te digerim.
Çiqas ji xwe şerm dikim.
Xem jî ji min.
Hîn ezê pir
li ser
çogan verêsim?
Soz darî ya hêvî yan
yên
zerbûyî kîngê dê vejînim?
Li ser zemînê "ELFETON'' tev
danûştûkek nîne!
Li paytexta Iskenderê Mezin
Çirûskek venabrûse!
Lê ez
ji
hejmarê jînê nînim?!
DEANA kesî me?!
Li aliyê din ê jînê dijîm?
Lê rastî sîtava min e,
loma jî eveqas westî me.
Çirûskele xewin bimîne!
Qey rengê nêfsokê ji reşiyê tarîtir e?
Bi rastî mirov li karê felekê
mêêêêêt dimîne.
Azadiya giravê binavbûn e!
Şev jî li benda rojê
xwe diborîne.
“Zîza” min,
ez jî
tim li pê te. |