Rondikên dilî



Gulnar Elî
gulnar@nefel.com

Demê ku dil,
rondikan dibarîne
dike qîrî û dinalîne
çav jî şil dibin, dibêjin: Çima dilo tu digirî.
Ma qey tu nabînî, taviyên baranê buhar vejiyandin
Bi gul û rîhanan xemilandin?
Dil dibêje: Buhar ne ya min e
Gul û rîhan ne ji bo min in
Dema ku welat ne yê min be,
ji bo wir ez dinalim û
rondikan dibarînim!.
Ma tu jî na bînî?
Eger tu ne bînî,
bi çavên min lê binêre.
Alayê ji dûr bilind dibe û
ez ber alaya dijmin dixwînim.
Nizanim...
Çavên xwe diniqînim
Sirûda welatê xwe ji ber dixwînim û
zarokên me yên birsî
dihên ber çavên min û
kûçkên dijmin bi nanê me mezin dibin.
Dê ka bibêje, çawa ne girîm ez?
Dê ka bibêje, çawa mirinê nexwazim ez?
Eve ne buhar e.
Eve xûsara zivistaneke sar e
Ku dijmin li axa me xwedî ye û
em bi xwe derbider in.
Xulaminiya wan bikin, ji bo pariyek nanê tursî
û me bi erzanî bikirin û kirasên cendirmeyan li me bikin,
me ji bo xwe bikin qurban!
Ma çawa ne girîm ez?
Ma çawa mirinê ne xwazim ez?

21.05.2004

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]