Awirek li ser pirtûka Evîn Çîçek
“Rêwiyên Araratê – bazirganên mirovan, koç û penaberî”
Ahmet Önal
efrin.net. 12.12.2004
Serdarek ji artêşa Osmanî û dûvre jî şirovekarê Komara Tirkiyê Şevket
Sureyya, bûye şahidê reva xelkên sivîlên şerê navbera Osmanî – Rûs û
nivîsandiye. Navê wê li ser e « şer ». Gotinên wêranî, qirkirin, mirin û
koçê bangewaz dike. Ji wê rojê û heta niha, Kurd ji vê « rêwîtiya
dawînehat » an jî ji encamên wê rizgar nebûne.
Bi nivîs û şahidiya Şevket Sureyya tarîfa koçberiyê :
« Me ji daristanên Kosedagê ( girêdayî bajarê Sêwasê) rê girt û me
nêzîkayî li bajarê Su dikir. Em rastî koma koçberên ku, ji aliyê eniyê
ve dihatin û xwe bi paşde vedikişandin, hatin. Koma koçberan bi giranî
dimeşiya. Koma Kalûpîr, jin, zarok tev ji hev westiyayîtir, tev ji hev
perîşantir rê dadigirtin. Ta ji hêla Agiriyê, Pasînê, Erzerom û Baybûrtê
dihatin. Hinek ji wan ji par ve di rêde bûn. Ji gund û ciyên xwe
derketibûn, di vê rêwîtiya dawînehat de, bi hêviya ku wê ev rêwîtiya dûr
bi dawî bê geh li vir û geh li wir radiwestiyan. Lê gava lehiya koçberên
nuh, ew berbipêş ve didehfandin, cardin diketin ser riya dûr.
Kesî nizanîbû wê ev rêwîtî li ku biqede. Koçber, hertim bi komgirsî ji
gundên xwe derdikevin. Garana dewarên xwe didin ber xwe. Gundî hertim
dixwazin bi hevre birêkevin. Eynî mirov, bi eynî girêdana hîyerarşîk
dixwazin rê û nîzama jiyana xwe di rêde jî berdewam bikin. Lê pir
derbasnabe, qefîle parçe dibe. Komgirsî tenha dibe. Berê garana dewêr
winda dibe. Ji ber ku rê ne gasîna çêrê ye. Birçî, revok û nijdevan wan
derhal winda dikin. Ne tenê dewar, lê şivan û gavan jî winda dibin.
Piştre yên dimrin, ên dimînin, ên nexweş dibin, ên riya xwe
diguherin....û bi vî awayî hîna meh di ser rêwîtiyê re derbasnebûye ji
wê qefîla jîndar, perîşan û jihevdeketî dimînin.
Rewşa koçberên ku em rastî wan hatin jî ev bû. Ne garana dewaran, ne
hesp ne jî çêlek nemabûn. Barê zad û zexîrê jî xilasbûbû. Ji erd û
zeviyên ku lê rastdihatin firîkên zeroke diçinîn, difiridandin, bi
kelandin an qelandina wan dixwestin xwarina xwe bidestxin. Demsal jî ber
bi zivistanê ve diçû. Me bajarê Su (girêdayî Sêwasê ye)yê di nava
tevliheviyek mahşerê de dît. Hîna di navbera me û eniya şer de cîhê
wîlayetekê hebû. Lê, baregeh, menzîl, nexweşxane, tevgerên ku bi pêş û
paş tevlihevdibûn, dikir ku meriv nikaribe hewa vir bikşîne hinavên xwe.
Kolan, baxçe û hindurê çeman ji komgirsa koçberan mişt bûbûn. Herkesî
xwe li cîhekî zeliqandibû.
Me jî xwest em şevê li baxçeyên pişta bajêr derbasbikin. Hîn ku em di
tariya şevê de ji xwe re li cîhekî vala digeriyan, me ji nav çîtên
baxçeyê kêleka xwe dengê stranek şewat bihîzt. Di nava vê perîşaniyê de
ev deng tiştekî ecêb û kesanedî bû. Xwediyê vê stran û dengê şewat
heba-neba pîrejinek bû. Em li dora çîtê geriyan. Li binya dara tûwê
malbatek koçber cîwar bûbû. Gamêşan xwe dabûn aliyekî. Li navê agirek
têhngerm pêxistîbû. Di derûdora rivîn û şewqa vî agirî de sîma du
mirovan dixuya. Yek jê kalek jihaldeketî û xwedya stranê jî pîrejinek
bû. Çavê pîrêjinê girtîbûn, destên xwe wek tempo li kabokên xwe
dixistin, ser û gewdê xwe çepûrast dihejand û xwe dabû ahenga strana
xwe. Digiriya, hêsir û rondikên çavên wê sînga wê şilkiribû.Tiştê digot
jî ne stran bû. Ev yekemcar bû ku min li Rojhilatê Anadolê bi meqam û
stranbêjî giriyê jinan didît, lê piştre min pir dît. Me sê hevalan bi
bêdengî xwe da dora êgir. Kalemêr dengê xwe nekir, pîrejinê jî ne em
dîtin ne nedîtin. Lê berdewamî muzîka xweya ecêb kir. Porê wê bûbû wek
kulêv û bi xwêdana aniya wê ve zeliqî bû. Qermîçonkên rûyê wê di şewqa
rivîna êgir de kûrtir û çîlekêştir dixuya. Tiştê ku bi meqam digot,
macera û serpêhatiya wan a êşdar bû. Cîhûwarê lipaşmayî, meferên tê re
derbasbûne, riyên dûr, zarokên windabûyî, pez û dewarên telefbûyî,
birçîbûn, bêhêvîtî, hertişt di vî dengî de dihat zimên. Gund, bajar,
mirov, heywan tev bi navên xwe dihatin gotin. Mirov digot qey hozanek ji
sedsala yekeme ku li kolanan qesîde û efsaneyên dîrokî dixwîne.
Ev macera, ji çîrokên ku, dê û bavê min di mezela(oda) meya piçûk a li
taxek ji taxên Edîrneyê ji min re digotin,ne cuda bû. Li vir tenê
sefalet kûrtir bû. Rêyên koçberiyê dirêjtir bûn. Lê, cîhûwarên
bişûndemayî, tarûmarbûna malbatê, xîreta mirovatiya dibinlingande
perçiqandî, hêviyên windabûyî, tev, tev eynî wek ên ku min di zaroktiya
xwe de guhdar kiribûn. Belkû pîrka min jî bi vî awayî giriyabû. Belkû
gamêşên me jî wilo jarbûn. Kalkê min belkû dişibya vî kalê bi rîh. Belkû
ew jî di koçberiya xwe de wilo kişyabûn, wilo belabûbûn. Ev agir ji min
re qet biyan nedikat.Bavê min jî belkû di binê darekê weha de şevên wilo
derbaskiribûn.Dengê pîrejina bi derd û keder hêdî hêdî kêm û sivik bû.
Dawiya muzîka wê, bû kelegirî û neqrîskên vemirî. Serê wê xiliya ser
sînga wê. Piştre serê xwe xist nav destên xwe, hejandinên bêdeng hinekî
din jî berdewam kir. Ji hêla Erzeromê dihatin. Nizanîbûn bê wê bi kude
biçin jî. Heger miribana belkû ji «minneta can » re bihesibandana. Zarok
windabûbûn, xwedî belabûbûn, lê ew hîna dijiyan...
Wek ku ji her koçberê nûhatî tê pirsîn, kalemêr pirsa nûçeyan ji me kir.
Piştre hin pirsên din jî rêzkirin û serê xwe çepûrast hejand. Kesên ku
hevqasî bi axê ve girêdayîne ger rojekê ji wir qutbibin, birastî jî peyv
û gotina ku derd û êşa wan bîne zimên nayê dîtin. Gava pîrejin bi meqamê
stranê re digrî û kalemêr serê xwe bi herdû aliyan ve dihejîne, ez êşa
wan baş fêmdikim. Ez jî zarokê koçberiyê bûm. Koç û koçber herwextî bi
min re his û şopên kûr şiyar dikin. Çîrokên koçberiyê, manzarayên
koçkirinê, di nav bîranînên zaroktiya min de hertim jîndar mane. Lê ez
tuwextî nefikirîm ku wê koçberî bibe sefaletek weha kûr » ( Şevket
Sureyya Aydemir / zilamê li avê digere/pirtûkxaneya Remzî / Îstanbûl
1993)
Her hêz, ji eniya xwe nêzîkî polîtîka koçberiyê dibe. Lê yên ku
zehmetiyan dikşînin, penaber dibin, perîşan û sersefîl dibin, ew xelk e
ku ji xaka xweya dîrokî tên avêtin. Rayedarên Tirk, gelê Kurd jî xist
nav qirkirinên xweyên dîrokî û bi polîtîka nîjadperest û şovenî, bi
koçberî û revandinî, bêKurdkirina Asya û Mezopotamya û paqijiya etnîkî
hertim di polîtîka xwe de jîndar hişt. Bi kurtayî ; Bi koçberkirin û
qirkirin-jenosîd kare bê binavkirin. Afirmendên koçberiyê, bandora
koçberiya li ser kesayetiyê baş zanin û hosteyên ceribandî ne. Hertişt
bi zanyarî destnîşan bûye. Polîtîka qirkirinek bi sîstem, plan û
bernameyî hebû, heye.
Koçberiya Kurdan, ku gihaye heta bi Ewrûpa, Amerîka û hindurê
Awustralyayê, parçeyek ji polîtîka me ya qirkirinê ye û ev ne nuh e. Bi
projeyên burokratên Osmanî yên leşkerî û sivîl, ku Ankara ji xwe re
kiribûn navend, ket jiyanê, hat xebitandin. Li himber gelên din hat
bikaranîn. Bingeha wê qirkirinê dighê gelên Ermenî, Pontusî,
Asûrî-Keldanî.
Di sedsala 19an de, bi hakimiya Fransa, Îngilîztan, Almanya û Rûsya bi
rayedarên împaratoriya Osmanî re, di derbarê çareserkirina pirsgirêkên
gelê Ermenî de lihevhatinekê dikin. Padîşahê Osmanî û xebatkarên xwe vê
lihevhatinê naxin jiyanê. Bi sedemên bêmane dixwazin vê bidin
jibîrkirin, sarkirin û bera nav pêvajokê didin. Bi Ermenî û gelên cîran
re, bi taybet bi Kurdan re zixt, hevêrîş û pirsgirêk destpêdikin.
Dijminatî bi pêşdikeve. Karbidest wan provake dikin, dihêlin ku bi hev
dakevin. Di 1915an de bi alîkariya karbidestên Almanî, Enver-Cemal-Talat
paşayên ku Osmanî dixin şer, dîsa bi alîkariya karbidestên Almanî, bêyî
ku veşêrin, qirkirina Ermeniyan pêktînin. Gotina « Hesp pêhnoyî bûn û
ciwanî (conî) di navre çûn » ji bo serpêhatiya gelê Ermenî hat
bilêvkirin. Ji bo karbidestên welatên pêşketî berjewendiyên netewî di
ser hertiştî re ye. Ermenî feda kirin. Qirkirin û koçberî bi hevre
jiyandar bûn.
Divê Kurdên îro, paşerojê bikin mînak, li gor wê helwestê deynin û tu
hêviyê ji polîtîkmedarên welatên pêşketî nekin. Fikra « Îttîhat û Terakî
», « Teşkîlat-i- Mahsûsa » hîna dajo. Kesayet hatin guhertin lê proje hê
di jiyanê de ne. Bi salane bikaranînên polîtîka grûba şerê taybet heye.
Têkiliyên Rojavayiyan bi Komara Tirkiyê re aborî û polîtîk in, û ev ji
bo nedîtina rastiya pirsa Kurd têr dike. Êşa ku îro tê kişandin, berhema
dewlet û sînorên ku wan di 1923an de avakirine. Kurd incex bi avakirina
yekîtiyek netewî karin giraniya xwe deynin û pirsgirêkên xwe di nav
rûpelên defterên wan de qeyd bikin. Îttîhat û Terakîcî (ÎT)yên ku xerîta
rêya rejîmê xêzkirine, paşhatiyên wan ên ku di 1923an de li Lozanê îmza
avêtine, atmosfera îro afirandine. Îro jî windakirina Kurdan û polîtîka
Tirkkirina wan ji zîndariya xwe tutişt winda nekiriye. Mirovên bingeha
Anadoliyê, ku xiristiyanên bawermend bûn, qewirandin, windakirin û li
şûna wan misilmanên Balkan û Kafkasan bicîh kirin. Dostaniya gelên ku bi
hevre hemjiyan bûn, cîrantiya wan bi awayên polîtîkayên cûrbecûr
derblêketî bû. Di xaka me de ji bo her ferqiyê ceribandinên bi xwînê
jîndar bûn. Di her berxwedan û serhildana Kurdan de eynî raman hat
bikaranîn, tê bikaranîn.
Herêmên ku Kurd lê dijîn bi piranî ji mirovan hatin paqijkirin. Mêzêna
ekolojiyê wêran bû. Bi jehrkirin, lewitandin, û wêrankirina xwezayiyê
kirin ku zindî nikaribin li wir bijîn, nikaribin hêlînê bihûnin û
çêlîkan çêkin. Li welatê me çavkanî û avzêmên jiyanê ziwa kirin.
Mezopotamya ku di ol û dîrokê de wek buhuşt, wek « bexçê aden »a navbera
herdû çeman hatiye destnîşankirin, bi bombe, mayîn û bi çekên jehrîn ên
kîmyewî wergerandin dojehê (cehnemê). Di vir de tenê ne jiyana gelê Kurd
wergerandine cehnemê. Herweha di kesayetiya wî de reh û damarên
mirovatiyê, çandê, dergûşa şaristaniyê, windakirina erdnîgariyekê hat
xwestin. Mezopotamya ku wek dergûşa şaristaniyê naskiriye, bi şer û
pevçûnên li ser axa wê, ligel têkçûna aborî û mirovatiyê, herweha bû
sedema tehrîba kevneşopiyên şaristaniyên kevnare. Kevneşopiyên
şaristaniyên Kurdên kevnare yên mîna Sumer, Babîl û Akad bûn hedefa
talanê. Bûyerên ku li welatê me rûdane, ji alî parêzerên mafên mirovan
ve bi aliyê xweyên maddî û mirovane ve hatin rojevê. Bangên rizgarkirina
jiyana mirovan hatin kirin. Lê deng, ji kesayet û saziyên ku xebata
dîrok û ekolojiyê dikirin, derneket. Vê helwestê hêz da êrîşkaran û
xirakirin û tehrîbkirin berdewam bûn, berdewam dibin.
Li gor rastiyên Sosyolojîkên zanyarî, berî deh hezar salan yekem civatên
çandiniyê û dewletên şaristaniyên ku ji aliyê Helen, Sumer, Babîl, Akad,
hevbeşiya çanda Kurd li Mezopotamyayê afirîne, cîwarên kevnare, zanîn û
hemû spehîtiyên li ser xaka wê hatine bombekirin û wêrankirin. Ramana «
tu ne ya min bî, nabî ya kesê din » zemîna wêrankirin û windakirinê
amade kir. Şaxê, Fînîk, Qesrik, Dêrê ku sînga xwe dan ber « Îskenderê
mezin ê Makedonî û Tîmûr » derbên giran xwarin. Yên ku dibêjin « Kurdê
baş Kurdê mirî ye » digotin : « Dîroka herî baş, dîroka piçûkkirî,
parçekirî, ji kevneşopiyê dûr, dîroka wêrankirî » ye. Li gor çavkaniyên
Mîtolojiyê « Heyştêyan » a ku piştî Tofana Nuh avabûye, eser jê nema. Ku
li gor Mîtolojiyê « heyştê kes ji keştiya Nuh daketine, li wir bicîh
bûne û mirovatî ji vî heyştê kesî zêdebûye, ji ber vê jî ev gund bi navê
Heyştêyan tê binavkirin. Gellek cîwarên kevneşopiyên mîna Şaxê, Fînîk û
wekî din, bêxwedî ne. Destûr nadin ku binemalên Asûrî, Keldanî, Ermenî û
Kurd vegerin warê xwe. Kesên ku li Ankara baregeh vekirine, Şirnex wek «
bajarê pîlot » hilbijartibûn. Di encamê de mirov tev malên xwe hatin
şewitandin. Di 1992an de Şaxê jî bombebaran bû, şewitî. Yên ku dijminên
mirovan e, dibin dijminê xwezayê jî. Li dora çar mîlyon mirov bê cîh û
war hatin hiştin. Xelk mehkûmî birçîtî û sefaletê kirin. Xwestin wan bi
birçîbûn û sefaletê perwerde bikin. Beşek pir ji nifûsa Kurdan îro bê
daxwaza xwe li kolanên metropolên Tirkiyê bûne mêvan.
Piştî şerê bendava 1991ê, bi îmkanên pêşveçûnên heyî, bi destketinên
rewşê destdirêjî Başûrê Kurdistanê jî kirin. Wek Antakya û Kibrisê
stratejiya bixwevegirêdana Başûr gav bi gav hat pêkanîn. Armanca
bingehîn a êrîşên leşkerî yên li ser Başûr ev bû. Di 2003an de ji alî
Amerîka ve desttêwerdana Iraqê planên wan xirakirin. Yên ku ji navenda
Ankara çalakiyên leşkerî dikirin, bi encamên seferên leşkerî bi
serneketin. Tiştên ku bi zora çekan nikarîbûn bikin, îcar xwestin bi
projeyên kone û zirav bikin. Ji her hêlê ve dixwazin Kurdan ji Başûr
rêşbikin û di şûna wan de Turkmenan bicîh bikin. Em li beramberî şerê
psîkolojîk û encamên wê man. Kaos, tevlihevî, bi pêkanîna psîkolojiya
terkkirinê, raman û xwesteka rev û terka xakê bi serfirazî biserket. Bi
hezaran Kurdên Başûr cîh û warên xwe terk kirin. Hîna îstatîstîkên rewşa
rasteqîn çênebûne, lê koçberiya Kurdên ku xwe li kenarên Îtalyayê dixin,
encama polîtîka bêKurdkirina Kurdistanê ye. Hîna proje û polîtîkayên ku
li himber vê koç, rev û terkkirinê karibin rê bigrin neketine jiyanê. Me
tu çareseriyek li himber bêinsankirina xaka xwe, windakirina spehiya
xwezayê nedîtiye û tu helwestek jibo berxwedanek netewî û vegera welêt
dananiye. Ji dêvla em ber bi buhuşta xelkê ve bazdin, bibin mêvan, li
wir bikevin û rabin, divê em buhuşta xwe jîndar bikin, giyanê jiyana li
welêt geştir û xurttir bikin. Divê em ji piçûkkirin û serxwariya ku bi
penaberiyê re tên rizgar bibin û xîreta xwe bicebirînin. Ji bo ku Kurd
karibin pêşeroja xwe bidestxin, divê zexelî, tembelî û sersariya xwe ji
ser xwe bavêjin, planên dagîrkeran ên qirkirinê vala derêxin û li ser
axa xwe, ji nû ve û ji bo serketinê bixebitin.
|