YARA




Pîr RUSTEM
pirustem@scs-net.org


efrin.net, 26.08.2004

Xaniyên axî, malên bê keskayî û dar. Babilîsoka kor jî û di ziqaqên teng de Cengoyê Hemo û rêberê wî dorpêç dike û bêvilên wan bi bihna tozê mişt dike. Nav rîh û porên wan jî bi tozê û yek perçîmên pişkulan têne dagirtin. Piştî babilîsok ji wan derbas dibe, ew bi temîzkirina xwe de dikevin. Cengo bi kuzûrî dirame: “Çima bi vir ketim? Mala Yara ji ku ve gihiştî vî gundê ji rûpelên dîrokê jibîrkirî. Heya berî çend rojan em cîran bûn, çawa bi vir ketin...?!”

“Em gihêştin.” Dengê Henîf ramanên wî didize. Kutana derî û gotina fermo û ketina hewşê dibin yek. Têvedana derî, ew xistin gulistana hevzoyên gul û rihanan, baxçeyên meywe.

“Kî ne ew... kerem kin.” Dengê kebaniya malê ji hundir ve tê, û gava çav li Cengo dikevin berkeniya wê şerpeze dimîne, nema dizane riya belavkirina ser rûdêm li ku maye, û regezên can û hest ji dûzana xwe dikevin. Rondik barîn, dûman û ewrekî baranê ji wan bi hev ket û bi ser seriyê Cengo de teneyên toliya barîn.

Weşîna toz û telazê jî ji ewrekî zer, ku bi Memo re hat, perdeyeke reş dixîne nav wan de û tev dikevin hundir. Cengo barê silavan ji ser milên xwe danî nîvê hundir, da ku silavên yeko-yek derîne û belav bike. Demekê bi şûn de Memo bi mêvanê xwe re, yê ku hîn ji berî hatina Cengo û Henîf rûnişti bû, dertê û diçin, lê ew sozê dide ku dê zû vegere mal.
Dem dibe benîşt û ji şevê naqetê. Henîf keys ne da wan, ku ew yek mistan ji kaniya evînê vexin. Dêw ê di devê kaniyê de rûniştiye. Lê çaxa bi “tawilê” dilîzin, ew xwe ji bîr dikin û Cengo carekê dît ku kat 03.30 ye, ber destê sibê ye. Memo hîna venegeriye mal.

Henîf, tu dizanî kat çendin.” Ev gotin fermana çûyîna wî dide.

Cengo ji xaniyê ku ew û Henîf lê dilîstin tê yê ku Yara û zaroyên xwe lê raketî ne, xwe li ser nivînan dirêj dike. Kalê malê, Bavê Memo çavan vedike... tiştekî nabêje, cileke paçî dikeve destan de û bi ser serê xwe de dike. “Yara çireyeke vemirtî ye”, ev gotin di guhê wî re diherike. Roniyeke sivik ji cihekî tê, wêneya Yara di çavan de diçîne, xwe dixe nav nivînan û tiliyên Cengo xwe tajon nav agirê pîran, da ku çîk û gurzên êgir belav bikin.

“Kalê xew nekirî.”, Yara du caran jê re got, lê nema ne kal û ne jî ew xortê teze, yê ku heya wê çaxê tine bû û mîna cinan di ber pozên wan re der dikeve, ne jî bayê sur-sur dikarin wan ji hembêza hev derînin.
Çaxa xwast ku yek mistên avê ji kaniya ku di kabokên Yara de derdibûn vexwe, kal dîsa serî hildide, lê perdeyek li ber çavan e.

“Ji bo min, eger tu hez ji min dikî, divêt tu bixwînî. Cara paşin ku hatim ba we, tevan ji min xwest ku xwendinê di serê te de biçînim.”, gotin di devê Yara de tên guvaştin, bi kela hinavên wê.
“Nema ez xwendinê bi serî dikim.” Cengo bi gotina xwe re ramûsanek ji nav birihan bir. Segê ku hertim hestî distandin ji nişka ve qopeke goşt li pêş xwe dibîne, êrîşê dibe ser. Kişandina kalemêr ji orxanê re dihêle ku Yara bi temamî bihîne. Kiras xewê kişiye ser navikê, derpiyekî aravî ji çar tiliyan di nav lingan de ye. Lê bala kalemêr ne li wan e, ne jî ya wan ji wî heye. Seg qopê goşt xiste devê xwe, diran tê de cûm kirin. Lê bi bihin û daxwazên kaniyan û bi dîtina kenarên delavên kûr, bi kûrbûna bîranînan, ku bi zorê di bin ezmanekî aravî de hatine veşartin, seg har bû û... derziya bencê wî gêj û sersend dêxîne.

Bi vekirina çavan re Cergo dibîne ku ew û wî xortî di kavilekî de ne: “Te ez bi dûr xistim”. Bernav beriyên xwe tevdide, kêr-dûskek ji paşelê bi der tê. “Ji berî çend salan li Efrînê mirovekî min yekî ereb bi kêr-dûskeke wilo kuşt”. Çend caran di dest xwe de dilîskîne, da ku pê bide nasîn ku ew hostekar e... Û herdu seg rabûn hev, dêl temaşa wan dike, diran tamaran diçirînin, xwîn dixulxule, û yek diweste û bi kêmanî ji dêlê bi dûr dikeve.

Ji hundirê kavil bi dertê û berê xwe dide mala Yara, da ku tîna dil, agirê jînê li ber kaniyê vemirîne, lê bi rê ve ji xwe dipirse: “Eger Memo bi mebest derketi be, da ku me bi hev re bibîne...”

Gundê Yara di vê çûn û vegerînê de hatiye guhartin, mezin bûye, mîna ku Cindirês di navbera du xewnan de mezin bû. Çavên Cengo bi tiştekî nakevin, ne mala Yara, ne kalemêr û ne jî zaro. Nependiya Yara hêşt ewrine şeydayî li serî bên pêçan û gêj bikeve.

“Qamişlo... belê bajarê min e, ev riya du pira ye, ev sînema Remsîs e. Di navbera sînemê û sînemê de sînemeyek heye... Kanî riya mal”. Cengo çawa dilive, kû ve diçe, bala xelkê lê ye. Lê ew tiştekî biyan di xwe de nabîne. Her yek tena dînitiyê di kirasê civakî de vedişre. Ew jî tevlî wan çend kesên li hêviya pasê dibe. Yekî navsal ber ve Cengo tê û dipirse:
“Tu çi karî dikî ?”
“Ne karê te ye.”, bi hêrs vedigerîne, nema pozê xwe ji kesekî re datîne. Bi bersiva wî re dînekî din dêng li civatê dike: “Belkî dîn e. Çi karî dikî... law?”. Mîna yek bixwaze zarokekî bitirsîne, zimên dertîne û dilopine girêz bi ser çenê de diherikin. Çavên xwe beloq dike, destan dide ber guhên xwe û dihejîne. Cengo xwest wî bifetisîne, lê cendirmeyan ew ji nav lepên wî derxist.
Girêz, kef û kopik, porhincî û kenê bûdele baweriya Cengo bi cih anî ku ev kesekî dîn e. Xistina wî kesî hundirê tirimbêleke leşkerî ji aliyê polîsan ve û çavpêketina wî dihêle ew biqîre: “Çima... ez di şûna bûdele de nebirim ?”
“Ey leşkerên segbav, min şerê xwe tê da, çima we ez berdam ?”

Kab sist in, sabûna wan derxistine. Her carê ku dixwaze rabe ser xwe, ling bi pêş û şûn de dişelin. Her ku ew dilive, bêtir di qûmê de, di dem û zemînê de diçe xwar. Jiyan girêzokî bûye. Gêreya ku di cihê pelûsan wer bûye çendî dilive nikare xwe ji girêzê derîne. Cara sedî gêre barê xwe gihande serê zinêr û... Nabilyon çû şer.

Ew dibeze ser pireya ku bajêr û zindanê bi hev ve girê dide. Çavên wî bi Yara dikevin, dev kilît dibe û ziman direwise, çav jî pir êşan dadirivînin. Lê tirimbêla leşkerî bi rê dikeve û bi qulaptina wê re, qêrîn bi Cengo dikeve: “Kişandina evrşmêye ji kelemê ye”. Dît Yara digel Silava biçûk di kenara pirê de çû xwar û di navbera wî û wan de perdeyeke ji bê û avê, ji xewnan tête danîn.

Cengo xwe bi ser hesinê pirê de xar dike. Di bin de kaniyên zelal, axa sor, baxçeyên meywe û hinaran, çemên ji mey û hingiv diherikin. Leylana dengekî ji kûraniya xewnan dikeve guhên wî: “Navê te jî gihişt me... Dema êşkenceya te ya di Dojehê de kuta bû û divêt tu vegerî Buhiştê... Îro roja hevdîtina Adem û Hewa ye. Xweda ji peymana xwe vegeriya û rê da candarên xwe, da ku di Buhiştê de hevdu bibînin... Yara li benda te ye.”

Cengo piçekî rawestiya, hest û mêraniya xwe da hev û...

Heleb, 1991

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]