Helbestên Sirgûniyê
D. Înal
efrin.net, 25.08.2004
Sirgûnî…
Sirgûnî bêkesîtî ye, tenêmayîn e sirgûnî. Veşartina histêrên çavan di
dil de ye sirgûnî. Şerekî jiyana bextewariye, şerê êşa îlonê. Sirgûnî
durketina evînê ye.
Evîn û hêvî… Sirgûnî jana zirav e di dil de. Carna mîna agir dişewitîne
dor û berê xwe, carna jî bi xwîn tijî dike kezeba xwe.
Sirgûnî… bêsalixdan e. Her kes dikare li ser sirgûniyê tiştêkî bêje yan
jî binivîse. Lê yeqîniya min baş nikari bin bidin tarîf kirin. Hin kesan
li gor zimanên xwe ew êş anîne ziman.
Li ser sirgûniyê birêz Lokman Polat jî pirtûkêk helbestî bi sernavê
"Helbestên sirgûniyê" amade kiriye. Ew pirtûk ji aliyê weşanxana Veng ve
hatiye çapkirin. Pirtûk heftê û şeş rûpel e. Çapa yekem sala 2003-an li
Stockholmê hatiye çap kirin. Kapaxa pirtûkê birêz Arif Sevinç amade
kiriye.
Di pirtûka xwe de birêz Lokman Polat sirgûnî û êşa sirgûnîyê usa tarîf
dike:
Sirgûnî qehr û keder e
Dermanê wê
vegera Welêt e.
Bi hesreta welêt dinalim.
Bi xeyala vegerê diramim.Bi hestên bêriyê dinalim.
Derbirînê dilê min
Roja vegerê pûç dibe.
Roja vegerê
Roja şahiya dilê min e.
Mane û armanca jiyanê tekoşîn e. Tekoşîn ji bo pêşeroja azadiyê ye. Jibo
vê armancê mirov di jiyana xwe de gelek êşê dibîne. Lokman Polat di
jiyana xwe de gelek tişt dîtiye. Tu caran jî neale ne aniye. Hertim bi
evîn û bêtirs jiyaye. Wê jiyana xwe jî wisa tîne ziman:
Ez li azadiyê geriyam
min sirgûnî dît.
Ez li aramiyê geriyam
min pevçûn dît.
Ez li bextiyariyê geriyam
min xemgînî dît.
Ez li çiyan geriyam
min derya dît.
Ji bo mirovan xezîneya herî mezin û girîng hêvî ye. Mirov her tiştên xwe
winda bike, dikare bijî; lê mirov hêviya xwe winda bike, mana jiyanê jî
tune. Birêz Lokman di pirtûka xwe de girîngiya hêviyê wisa nivîsandiye:
Jiyana bê hêvî
ne jiyan e.
Jiyana bi hêvî
xewn û xeyal e.
Ji hêviyekê
ber bi hêvîyeke din ve
cûyîn
şadî û bextiyarî ye.
Ez, bi şexsê, birêz Lokman Polat nas nakim. Tenê bi nivîsên wî ez wî nas
dikim. Min pirtûka wî ya "Helbestên sirgûniyê" xwend, pir kêfa min hat.
Ez bawer im kêfa xwendevanên kurd jî bi vê pirtûkê bê.
|