Dîwar

Pîr RUSTEM
“Lê bidim... nedim? Derî girtî ye, lê dengê keçan di nav dengan de
nakim. Lê bidim... Belê, karin ji min re bêjin: Piçekî din bê. Bawer
nakim ku di rûyê min de bigrin.”
Bi lêdana derî re ji rewş û ramanên xwe şiyar dibe, dudiliya xwe birî
bû. Bi dîtina rûyê xwediyê malê re hunava wî, ya ku dikelî, vedimire.
– Êvar xweş be, Bavê Memo. Gotinin mirî dertên.
– Xwedê xêra te bide. Bes tişt tine be, ku wilo bihêle di nîvê şevê de
li derî bidî. Eyaz di nav gotinên wî de “tu ji ku hatî vegere wir” bihin
dike û serî bi ser milan de xûz dibe.
– Netirs... tişt tine ye. Kenekî zer di kûraniya mêjî de şîn dide.
Cixarên min neman û min dît ku hîne hûn şiyar in.
– Ne xem e... Sê-çar cixare bes in. Ji berî Eyaz gotina xwe bibe serî,
Bavê Mamo rê li pêş birî û çend cixare xistin destên wî.
Ji sê-çar salan ve Eyazê Kendoş bi sedema xwendina bilind hatiye Heleb.
Lê mejiyê zanînî û canê Eyaz yê mozîkî şererkî giran di nav du salên
dawî de bi hev re dikirin û li dawiyê xwandina zanîngehê berdide. Dibe
şagirtek ji yên înstîtûta mûzîkê. Bi sedema vê yekê jî têkeliya wî bi
mal re tête birîn.
“Tu yê nuha bi kû ve biçî. Sê-çar cixare... dirav di beriya te de ne, ne
mal... mirov... dost. Sipasiya te digrim, Bavê Memo. Sê-çar cixare wê
piçek hiş bi mejî de berdin”.
Dûyê cixarê, şop û ramanên Eyaz di tariya şevê de winda dibin. Pira
“şeşê Çiriya Pêşîn” dihêle ku dengê tirimbêlan bombeyan di serî de
biteqîne. Jîna çar salan wêneyên perîşanyê... mişextiyê ji çavan
diweşînin. Dengê xortê ku di şevbêrkê de bervedaniyeke bijartî di ber
qelsî û kêmaniyên sazbend û torevanên kurd dikir û girêdana nezanîna wan
bi rewşa wan û milet ve lê dide.
“Belê, ji bîr meke ku miletê te ji evqas sal de di bin nîrê dijmin de
ye. Tu çawa dixwazî ku torevanê kurd li gor yê firansî be”, xort bi
dilşewatî ji Eyaz re dibêje.
“Bes li gor roja îro û alavên agahdariyê yên di nav bera miletan de
dihêle ku, mîna te gotî, zemîn bibe gundekî biçûk û mêjî... raman...
nirînên xwe zelal û xûya derîne.” Eyaz gote xort.
– Ev alavên ku tu dibêje di destên kê de ne? Ma rê li pêş yê kurd
vekiriye? Çi ji xwendin... zanîn û weşandinê. Lê şerê wî tête kirin?
– Ev giş jî rê nadin yekî ku nezan be. Ez karim ji te re çend nemûneyan
bînim. Ka ji min re sedemekê bîne, çima M. E. Kerîm û S. Yosêf dê ne li
gor hev bin. Ji kevin de em xwedî awaz û saz in. Dibêjim: Eger yek xwe
bêşîne, ne bes wê di pêş yê ereb de be, heya pêş yê ewropî jî. Lê em tim
û tim xwediyê gotina “her tiştî ji xwe û berê dizanim”.
– Tu xwe di ser pir bendan re davêjî û ji bîr dikî ku pêşketina miletan
gav bi ga...
– Bes e... me ji van gotinan têr xwar û tim jî birçî û xizan in. Cîhan
li kû ye û em li...
Lêdan, reqîn û roniya birûskê dihêle wêneya Dilşanê di devê derî de bida
xûyakirin. Eyaz du-sê caran çav misdan, da ku ramaneke rasteqîn ji mêjî
bistîne û leylana Dilşanê vegerîne kûraniya dil û hunavan, lê mixabin bi
bîstina navê xwe dengê wê dinase û hejandina destan dibîne.
“Çima tu li bin baranê sekiniye? Çima nayê hundir? Tiwê vê şevê biçî kû?
Were li vir raze...”
Eyaz bi qelsî gav avêtin, lê dema dît wêneya wê ji ber çavan winda nabe,
xwe lê girt û bi hemû hêza yar û dilovanan rê û gav, birçî û perîşanî,
ol û edetan dibire û berve Dilşanê dibeze. Deng û roniya birûskê di
çavên Eyazê Kendoş de ne. Dilopên baranê û xwîna ji eniya wî tête xwar
dibin yek... Û wêneyên Dilşanê, hêdî-hêdî, di çavên wî de vedimrin.
Heleb, 1991
|